Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Mûsa Zaxuranî, Birako!

 


Konê Reþ

   Birako! Te ji min re digot; mala Xwedê ava be, va ez bûm welatiyê Sûriyê.. Vêca ez ê bi serbestî ji Sûriyê derkevim, herim keça xwe Þoreþê, Mîdya û Helbestê bibînim û vegerim.. Qet te bîr nedibir ku li vegerê, wê dergehê zindanên Qamiþlo, Hesekê û Þamê li hêviya te vekirî bin.. Girtiyên wan çavên xwe li yekî wek te digerînin ku nûçeyên xwepêþandanan ji wan re bibêjî, wan serwextî nûçeyên Beriya Mêrdînê bikî, hejarî û tengezariya welatiyan þanî wan bidî..


*          *          *

   Belê birako! Te digot ez ê herim Kurdistanê heca xwe li Laliþê Nûranî nû bikim, Hewlêra paytex tewaf bikim, heval û hogiran ji nivîskarên Badînan ziyaret bikim û eger derfet hebe ez ê semînerekê di Yekîtiya Nivîskarên kurd- tayê Duhokê de li ser rewþa rewþenbîriya Rojava pêk bînim.. Di pey re ez ê herim þûna Diyar Doskî, Selman Kovelî û Hafizê Qazî.. ber dilê xizmên wan xweþ bikim û di ber Mûzexaneya Qadir Qaçax re derbas bibim..

*          *          *

   Erê birako, qey te bîr nedibir, baskên kevokê li welatê me þikestî ne, þaxikên darzeytûnê ji pelan perpitî ne.. Dara ter bi gunehê dara hiþk tê þewitandin.. Tenahî û aramiyê xwe dane alî.. Bêrîbûn bi nalenal e.. Erê birako! Êdî nema pirsa te ji Ebû Xelîl, Eliyê Cizîrî û pismamê te Îssayeê Mîranî dikim, bi tenê ez ê doza azadî û serbestiya te li ber dergehê zindanê bikim, erê li ber dergehê zindanê.

Qamiþlo, 21.09.2011


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.42
Bi Tevahî Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark