Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Nameyek ji goristanê

 



 Narîn Omer
narinomer76@gmail.com  

Dayê:
Qîrîna te li ser koçberiya min
mîna hawarên te bi zayîna min ve bû
lê xwezîka te diyê û hawarên te, ew
nîþana berxwedana te  bi mayîn u nemana min re bûn, û
ne xweziya te û qêrînên te , ew encama
boqboqiya  hinavê te bû.


Yabo:
Kîlîka diya min hîviyên xwe di gumanên
malzarokê de di çikilandin te li binya pencereyê
xwe veþaritbû û bi dizî ve te rondik diweþandin û
te bi hemî rengan ez hizir dikirim
hîna lehiyên rondikan dêmê min diramûsên.
Dema min xatir dixwest ji hewe û ji heval û cîranan
te serê xwe nêzî min kiribû, û te gote min:
Ez bejdarê hemî gotin û hevokên dayîka te me
Xwezî îro ez þûna wê bama da min jî eþkere
dastanên ahkêþ li ser te vehûnabana
Di goristanê de, Rondikên te bi fêrmiskên dayîka min re
dilivin û dibin ewrên sipî û di germa havînê de dibarin û
devê birînên min derman dikin û
pêta agirê hinavê te tevlî êtûna dilê bavê min dibe û
weke agirdanê min ji seqem û sermayê di parêze
Dayê, babo, hevalno, mirovno:
Desthejandina we bi hejana desmala diya min re
dibe baweþînk û cihê daxan di laþê min de
hînik dike
Oooox! Xwezê bi min û bi goristana ez têde.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark