Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: MILET LI SENGERÊN PÊŞ E

 


MELEVAN  RESÛL

Rûdanên li rû didin metirsînê di dilê me de diçînin , her roj bûyerek û her kêlî helwestek derdiçe , bi taybet di van çend mehên dawîn de û nemaze li rojavayê kurdistanê bûyer û veguherînin kêlyane li rû didin , awir hemî li welatê Sûriye ye , û bi taybet hêzin bi bandor û yên dijîtiya miletê kurd bi salan xwe eşkera dikin , her roj paçê li ser rûyê xwe tavêjin û niyetên şerxwaz ,kirêt û şermoker , yên li dijî hemû yasayên mirovane dertên .


Belê îro bazar li dare ka wê kî sûde pêtir ji vê rûdanê wergire , heme em dikarin bêjin ku hemî di nava hev de bi beryarin ku miletê kurd di vê ezmûnê de qet mafekî wernegire , çi ji hêzên opzisyona Sûrî û çi ji pilanên ku di koçkên nehênî de bi veşartî têne kirin , tenê miletê kurd li qiraxê germbûna veguherînê ye , ev metirsîn li ba çendek mezin ji miletê hestiyar peyda dibe , tenê tevgera kurdî bi wê bivekê ne guhdare , yam ew dibazara sûdeyên partetî de xilmaş bûye .
Berêzin siyasetvan : heger Bûsileya we bi şaşî berê wê ketiye quncikên tarî , pêwiste hûn li hestê vî miletê haydar û hesnaz rast werin ka di çi jan û keserê deye , giyanê kurdewariyê çiqas bi pêle , min şerme heger tevgerek bi vî awahî li pêşiya miletê kurde be û rêgirê hêvî û omîdên wî be , nimûne di van çend rojin dawî de helwesta hêzên şerxwaz li dijî hebûna navê kurdewariyê de derdikeve û derfetê nade ku hîç qizincek bicih were .
Seyre dema li ber çavê xwe dibînin ka çiqas hêzên şoven û dewletên dagirker bi hevre dikevin itifaqê û di nava xwede li ser têkçûna netewa kurd hevbeşin ( tevî ku nakûkiyên kûr di navbera wan de hene ) .
Sinyalên erênî bi ser mede dibarin , ji hilweşandina li dû hev ji rijêmin diktator û buhara rizgariya neteweyan  yên  ji zerdava deshilatên pişaftin û qaçkirinê ,  hilma xwe kişandîn , ew beryara gela ye , ne beryara tevgera siyasî ye , her weha ew nimûne li welatê me jî li rû dide , heger em bala xwe bidinê çawa çirîska ronahiyê li başûrê rojavayî kurdistanê dipijiqe , bi hewarî dagirkerên Tirk û Iran tevlî Iraqê û bi dastekdana Amrîka bi hevre kom dibin û beryara têkçûna hêviya miletê kurd didin ,  sed heyf û mixabin çawa hêza Nato beryara bomardûmana diktatorê Lîbiyayê da , di eynî demê de beryara destekdana dagirkerên kurdistanê dide û li dijî miletê kurd bi çalak tev digere.
Sinyala neyênî jî ewe xwedanê demokirasiyê bi du pîvanan tev digerin , dema li hesabê wan were dibin demolrat û dema ne li gor berjewendiyên wan be dibe mijara terorê !
Miletê kurd van mijaran ji hev diveqtîne , ji lew miletê kurd bi hestiyarî li hemû parçên kurdistanê serî hildide û beryara yekîtiyê dide , sinyala neyênî ji vê rûdanê ku hêzên siyasî li seran serî kurdistanê di nava fikaran de dijîn û heta nikarin xêza xwe li binê biyannameyk protestokirinê bidin , vêçe çi partî !mala min ji were wêran nebe , anceq bi kirêfatên xwe ve mane heyirî , heme kî rabû çar mirov û kesûkar ên xwe li dor xwe dane hev û navê partiyekî li xwe kirin . di sûkên beqalan de jî yên li kanarê sûkê hene û yên di nava bazarê de jî hene , gelo partiyên me di kîjam ,eqamî de ne ?
Gelo di dema guftûgoya li ser kongirek niştimanî di projeya devikî deye , em rêz û siyaneta beryara partiyên kurd bigrin baş e û  yan beryara miletê xwedan hestên kurdewarî bigrin wê baştir be ? .
25/8/2011


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.4
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark