Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Destan biqutin , Kurd nema dibin yek

 


  Melevan Resûl

Ev hevok bi kotekî ji devê min derket , xwezî min negota , lê xuyaye ku ji niha û pêve ev hevokê  dê bibe sirûda netewî li ser devê zar û zêçên me were gotin .
Ji berya 5 mehan û vir ve welatê me , bi taybet cada Erebî dikele û pijiqandina wê xwe li nav piyên me kurdan jî daye , lê hîn em nehingavtine , her roj rûdanên xemgîniyê bi ser mede dibarin , welat bûye gola xwînê û bazar di sûkên biyanî de dibin , hinek dikirin û hinek difiroşin , nav navî serlêdana çend kesên me jî dikin .


Em hemû çavlirê bûn ku helwestek kurdewarî pêla xwe li difna mejî bide û em wekî germbûna kolanê dakevin û xwestekên xwe bêjin , rehmeta xwedê li tebe Cegerxwîn dema te em kirin dîkên li ser sorgoyan şer dikin .
Her roj em li benda sozên komcivîna serwerên bizava kurdî bûn ku li hev bicivin û bibin xwedan helwestek berpirs , hinek çirûskên ronahiyê bi ser mede rijîn û me jî bawerya xwe pê tanî , kom û komikên xortên kurda jî giyanê raperînê di dilê mede çandin , lê ya seyr ewe ku rewşenbîrên kurd li şûna li çareserî yê bigerin , ew jî bûn dîwarek ji belavkirina omîdên me .
Tevgera di bin sêwana bizava netewa kurdî de xwe bi navkrî , zend û bendên xwe rapêçaye da ku li pêlê siwar be , li hemberî hev bi kirîtîk nêz dibin û berê her yekî ji wana li berhemdana vê raperînê ye da ku li ser kedê rûne bê ku eniya wan şil bibe , heger partiyên me di demên borî de li hev nedikirin û tevlî hevî derdiketin , lê niha ew civakê hemûyî ber didin hev , ji hêlekî ve ciwanên kurd yên bê gotara siyasî serî hildidin û ji hêla din ve rewşenbîr û nivîskarên kurd  yên di tolhildana hemberî hev tawanan dikin , ji bilî eniyên hevgirtin û hevpeyman , çi li hindurî welat û çi ji derveyî welat .
Ha ev ji me kurdan kêm bû ku em li benda  encamek rûmet bûn û xwedêdanek nûzayî bûn , mixabin her roj bîjiyek ji nav teşkên me difiştiqe û em dibmînin qeşmerê milet û netewa xwe .
Ji niha û pêve demhatiye ku ku hemî bîr û boçûnên kevneşop werin guherîn , yan wê komploya tayên wê ji Istambol û Waşinton û heta li dora Iranê û kendava erebî li me bibe tevna rêsana çembera tunekirinê , Ez bangî tevgera siyasî di pêşî de dikim ku xwe ji kirasê hişmendiya kevneşop derxînin û yan wê bibin wekî qotîkên di dikana ( Kerîm şemmas ) de , anceq kolanmiştek wan bide hev û di sorgoyan de werke û yan pêdivîye xwe ji nûve xwe nûvejen bike , iro hêviya mezin di beryara miletê kurd de maye , da ku bibe xwedanê gotina xwe û çarenûsa bi destê xwe binivîse , ji derveyî bazarên partîzanî , û gotara xwe di rûyê xemsaran de biteqîne , bila qet baweriya kesî bi rijîmê newe û xwe li benda opzisyona Sûrî  nehêle , îro dem hatiye ku hemû beşê civakê komcivînên xwe li darxe û beryara paşeroja xwe bide , yan em dê bibin miletek gerdenazad û yan dê bimînin tajiyê binê berî yê .


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark