Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Çawe hevpeymana xortê Sewa Çêbû ? Xeleka (2)

 


Luqman Silêman

ser sal derbas bû em jî derbasî sala nû bûn.Lê hîn jî em nizan in em ê ji ku dest bi karê xwe bikin yan em ê çawe dest bi vî karê giran û bi tirs bikin. Lê em dizan in em çi dixwazin û em dizan in wê bi sedê kelem û stiriya di pêşiya me de derkevin. Lê em nizan in ka wê bersiva tevgerê ji vê xwesteka me wê çibe. Di roj 7-1 an de ez û Ciwan û (R) li mala min li hev civiyan. Lê her yek ji me wek çiyak li ser milê wî be. Ji lewma em hersê jî bi telaşin tevlî ku devera kurdî qarbûnek tê de heye.


 lê her kes bi tiris li wê qarbûnê bi rengekî dinêre. Em hersê jî vê carê bi qîlbûn hatine û gerek em bighin nêrînekê ji ber ku me didît merc ji me re pêk tê û gereke em karibin destkewtekî ji vî mercî bikin.  Û me gelek dan û standinê di vê mijarê de derbas bikin bê ku em bighin nêrînekê dawî ku ji me re bibe bingeh ta ku em karibin jê dest bi karê xwe bikin.  Nêrînekê digot: Em ji tevgerê re nabêjin û çaxê ku Şoreş hat û em rabûn wê tevger wê çaxê mecbûr bibe û tevlî kar bibe. Nêrîneke din hebû digot: Na heger ku niha em karibin ji destpêkê de bi rengekî ji renga li ber guhê tevgerê bixin. Dibe ku di rojên bê de em sûdeyê jê bikin. Yan em hijkere ji tevgerê re bêjin va em ê karekî wisa bikin û we hay ji me hebe dibe ku hin ji rêxistina li aliyê me rawestin. Ev nerîn ne ciyê dilxweşiyê bû li cem hinan ji me û dawî me li hev kir ku em bixebitin dûrî çavê tevgerê lê di eynî demê de em peywendiyên xwe bi hemî rêxistinan re xurt bikin wê baştir be. Ji ber ku hin xort di nav tevgerê de hene ew jî weke me çavê wan li kar e û dibe ku di demekê de tevlî me bibin.
(R) ji min re got: Çend xort li cem te hene yê ku xwe bidin ber karekî wisa û çiqasî baweriya te bi wan tê. Ev pirs ne bi dilê min bû ji lewma min jê re got: yek xort li ba min nîn e. lê ez dixwzim tu ne tirsî ji hebûn û nebûna xorta çimkî  bi sedan xort û keçê kurda wek me diramin û wek me dixwazin dest bi kar bikin.
Ciwan got: Raste ji lewma ez dibêjim em îro şana çênakin û ji dêvla ku em şana çêkin em ê dan û standinê yeka yeka bi wan re bikin. Min ji Ciwan re got: Başe em ê wek te bikin tavlî ez dizanim ku di rojên pêş de em ê poşman bibin lê ne xeme. (R) ji Ciwan re got: ji ber ku tu berê di komîta mafê mirovan de kar dike û peywendiyên te bi Şam û Efrîn û Heleb û Dirbêsiyê re hene ew bajar li te. Ciwan got: ê tu bavê Arî hûnê çi bikin. (R) got: Qamişlo û Dêrik û heger ku dostê wî li deverin din jî hebin wê dan û standinê bi wan re bike. Min gote: (R) Ê tê çibkê. Wî got: ez ê malpera tevgerê ji we re nas bikim û ji ber ku bandora min li hin ji nûnerê tevgerê he ye û dibe ku em sûdeyêji van peywendiyan bikin.
  
 Piştî çend rojan ji rûniştina me Ciwan yûsiv berê xwe da Şamê û em herdûyên din mane li Qamişlo lê em karê xwe dikin û her du rojan yan sê rojan ez û (R) hev dibîn in ka her yek ji me kî dîtiye û çi di celdeyê de tê gotin. Ez çûme Dêrikê min û hevalên xwe hev dîtin em li mala wî rûniştin û tiştê ku di nav bera min û Ciwan û (R) de çêbû min jê re got.
(E) ji min re got: rewşa Dêrikê ne wek ya Qamişlo ye ji ber ku bajar piçûke û piraniya me hev nas dikin û bi rastî gelek guhbel di bajêr de hene. Ji lewra wê karê min ne wek yê we be. Lê tevlî wisan jî min hin xort dîtine û me soz ji hev re daye û hin deverên din jî hene ez dikarim tiştine baş lê bikim ez dûv re wan ji te re bêjim ji ber dibe ku ew çênebe ji lewma ez naxwazim hina bêjim. Min jî doz lê nekir ku ji min re bibêje.
Roja din ez hatim Qamişlo min rêya xwe bi hevalê xwe xist. Em rûniştin (R) ji min re got: ez bi Ciwan re axivîme xuya dike rewş li Şamê baş dikele û Ciwan niha hatiye kobanê. Min jê re got: ka çi li sûkê he ye gelo ma te kes ji tevgerê ne dît.. (R) got: belê min Nesredîn Birahîm û Feysel Yusiv dîtine helwesta wan nebaşe lê hevalê Yekîtî dibêjin bila avdar derbas be em ê kara bikin. Min jê re got: te yê wehdê nedîtine. Got: belê min Zerdeşt hema li ser piya dît ez bawer nakim tiştek wisa bi bîra wan de hebe min wisa jê fêm kir lê hîn ez ê careke din wî bibîn im. 
  Ciwan ji gera xwe hat çend roj di sere çûn û me civatek ji xwe re çêkir ew jî ev bûn. (E) û (R) û (T) û Luqman Silêman û Ciwan Yusiv. Civat li mala Ciwan bû roj 19- 2 an bû. Me berê xwe da Ciwan û me jê re got: ka ji me re bêje ka çi li Şam û Heleb û deverê ku tu lê gerayî heye ew çawe mijûl dibin û hêviya xwe pêşandane heye yan na.
Ciwan got: ez geşbînim ku wê Şoreş li Sûriya dest pê bike lê ji ku ez vê nizanim ji ber ku min gellek ji wan xelkê ku di bin navê civaka sivîl de kar dikin dîtin nexasim hevalê me yên kevin yê partiya komonîst û ew geşbîn in ku  wê karibin celdeyê bi livîn in. min hevalê Nesredîn Ehmê jî dît li gor tiştê ku wî ji min re gotî wî jî baş xort li dor xwe dane hev. Bi rastî min jî ev yek li celdeyê dît û celde dikele. (E) ji Ciwan pirsî ev ê ku li ser fêsbokê milet vexwestine  di roja 12 miha avdarê dakevin celdeyan kî ne. Ciwan got: ez hina ji wan nas dikim xortin nexirabin û em dikarin ji wan sûdeyê bikin di rojên bê de.
Piştî dihê civata ev cara pêşî ye ku em ji hev bela dibin lê bi geşbînî. Lê beriya ku hersê heval herin (R) ji me re got: hûn dizan in tevger pir ditirse ku di meha avdarê de ji devera kurdî şoreş destpê bike. Û xuya dike hin ji Ereban jî kabê xwe li ser vê mehê hiltavêjin û dibêjin wê kurd di meha Newrozê de rabin  û wan jî xwe jê re kar kiriye. Ji lewma tevger li hev ketiye û bûye palê vê mehê da ku tiştek tê de çênebe. Ji ber ku xweşî û ne xweşiyê kurda tev di vê mehêde ne.
 
Min ji xortê me yê ku berê di girûp û komê de ne, got: hûnê çawa û bi çi rengî  
bixebitin lê gerek we pir haj ji xwe hebe. Ji ber ku çiqas em bi dizî bixebitin wê wisa baş be ji rojê bêre. Ji ber ku rijîm bêhtir ji me dixebitê û ne bê hûn heşkere ji xorta re bêjin em xwe kar dikin ji şoreşê re. da ku xort ne Kevin dibin çavan de û ji destpêkê de xort newin girtin çimkî girtin ji dest pêkê de wê xorta bi tirsîne û dibe ku tevger bi xwe jî sûdeyê ji girtina xortan bike û milet bixe dijî me .
Ez çûme Dêrika Hemko  min careke din jî (E) dît û tiştê ku li Qamişlo mekirî û biriyarê ku me standin û gera Ciwan min ji hevalê xwe re gotin: bi rastî hevalê min (E) ji min bi leztir bû li ser karekî wisa û min jê re got dest bi karê xwe bike lê roj nêzîk dibin û gerek em leza xwe bikin beriya  ku şoreş bighêje me û hîn me kar û bara xwe nekiriye. (E) ji min re got: xema nexwin ez ê li Dêrik û derdora wê kar bikim û  navê hin xortên ku wî ji xwe re dîtine yan dane ber çavê xwe da ku dan û standinê bi wan re bike. Û got: Min ji hin ji va xortan re gotiye hûnê çi bkin û ev xort jêhatîne di vî karî de û ez ji van piştrast im û ciyê baweriyê ne..
Ez hatim Qamişlo û ev tiştê ku di navbera min û (E) de çêbû yî min ji Ciwan û (R) re gotin: Tiştê ku wan jî kirî wa jî ji min re  gotin: lê ne roj û ne jî şev li benda kesî na rawestin û li benda me jî na rawestin. Ji lewma min her dem ji Ciwan û (R) re di got: heger ku hevalê min Nesir li vir ba niha karê me bihtir bi pê şde çûbû.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark