Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ma Rūsya hīna jī kumenīst e?

 


Arževê Oskan

Berê raya gižtî ya navnetewî li kû be, berê Rûsiyayê berovajî wê ye. Ji destpêka sedsala bîstan de û dema ku nav lê dihat kirin ”Cenga Sar” me nas kir ku cîhan di navbera dû qutban de diçin û tên. Her yek hevalbendên xwe bi çekan xurt dikin û mîna dîkan berê wan didin hev. Bi vî awayî dubendî di cîhanê de çêkirin. Giha wê radeyê ku nîvê welatên cîhanê ket himêza kumenîstan û îdyolojiya Markis û Lênîn helbest bi serkêžiya Rûsiyayê.


 Bandora vê îdyolojiyê hetanî bi Europa û Amerîka û Asiyayê çû, lê pižtî demekê hat pižrastkirin ku kapîtalizm û fikrên demokrat li pêž ket û welatên wan ava bûn û her çû gelên ku berê xwe dabûn çepîtiyê her çûn hejar û feqîr bûn û ketin bin hukmên mafiyayên dijwar. Gelên ji wan welatan bi refan berê xwe dan koçberiyê û li welatên Europa bûn penaber û karker. Pižtî dehên salan ji ”Cenga Sar” di nav herdû qutbên mezin de ” Rûsiya - Amerîka“ hate diyarkirin ku kumistî têk çû, ya ku Rûsiyayê nûnertiya wê dikir. Niha jî em dibînin ku rola Amerîka û Europayê di destwerdana pirsgirêk û nakokiyên di rojhilata navîn de, berz û bilind e. Wisa xuya dibe ku Rûsiya, Çîn dîsa dixwazin dîsa xewna xwe ya berê ku wek qutbekî mezin bûn vegerînin, lê nikarin di bin wî barî de rabin û berê xwe dane berovajî hemû rastiyên dunyayê. Ji nav gelên cîhanê gelê kurd jî rahižtin vê îdyolojia Markisî û wek nemûneya islamê li dijî berjewendiyên netewa xwe di newalên dîrokê de werbûn. Giha wê asteyê ku xortên kurd ji ber kurdîniya xwe, ji ber navê Kurdistan žerm û fehêt bikin, helbet ew jî di bin çend navên ku di mejiyên wan hatibûn perwerdekirin û çandin ”Nijadperstîya netewî, kevnežopî, pažverûtî ... hin navên din” lê ji layekî din ve pirsgirêkên Felestîn, Kuba, Nekaregwa, Filipîn, Vietnam.... kirin yên xwe.
Dîrok bi me nade jibîrkirin, dema ku Sedam bi çekên kîmawî yên jahrê li kurdan xist û di nav sê rojan de 5000 kurdên sivîl û bêguneh li bajarokê Helebçe kužtin, Rûsiya ji bo berjewendiyên xwe li rêjîma Bass ya Îraqê mikur nedihat û serê xwe mîna neamê dixist nav qûmê. Ji ber ku kurdên me jî kumenist bûn, dixwestin kužtiyên xwe, xwižk û birayên xwe pažguh bikin, da ku ji xêzik û žopa Rûsiyaya kumenist dernekevin, anku xwe mîna sofîkên dema nû didan diyarkirin. Îro jî mixabin dîroka Rûsiyayê ya di derbarê mafên mirovan de, xwe dûbare dike. Îro jî dîsa hevalbendên dîktator û çavsoran e. Ev žorežên ku niha cîhan pê mijûl bûye ku gelên bi dehên salan nema dîktatoran dipejirînin bi raperînek bêhempa lidar xistine, mixabin ku kumenistên pîr dîsa alîgirên Qezafî, Esed û Îranê ne. Partiyên kumenist ew radighînin ku kî dijminên Amerîka û Israilê bin em hevalên wan in, bê qeyd û žert. Ev fikra kumenistiya kilasîk, li cem ramanên nûjen êdî nema tê pejirandin û têk çûye.
Em dibînin ku dîktatorek dimre kurê wî an yek ji malbatê žûna wî digere, ev yek hema hema li piraniya welatên ereb pêk hat û dixwest pêk were, lê ji hinekan re lihev nehat, wek Misr û Lîbiya û Yemenê. Em dinerin ku kumenistên li Sûriyê jî hema hema ew rêç mežand. Xalid Begdaž mir, kurê wî Amar Begdaž niha serok û sekreterê partiya kumenista Sûriyê ye û teriya Bassiyan e. Em niha jî dibînin ku hemû bajarên Sûriyê bi sedhezaran dixwazin hîmên dîktator hilwežînin, lê endam û alîgirên kumenistan ku êdî li ser tiliyan têne hijmartin dadikevin kolanên Qamižlo û pižtgiyê didin rêjîmê Bass, ji ber ew dizanin piçek hêza wan mabe jî, ew jî bi hebûna basiyan e.
26.07.2011

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 1
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark