Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Werin hésran vemalin

 


Arjen Arî

Ji ber ‘hiþkesaliyé’; li Efrîkayé méþ û mihor bigirin ser çavén zarokén di ber sînga diya xwe de ji néza hestî û çerm mayî jî; zerik an jî reþik, li her deré dinyayé di çavén her kesé hiþmend û xwedî-wîjdan de zarok  péþeroja civaké ye.
Ji vé feraseté; her civat li gorî derfetén xwe yén aborî, baweriya xwe ya olî û çanda xwe ya ji bav û kalan de mayî, bi riya perwerdeyé ‘bingeheke péþerojî’ amede dike bo zarok û cîlén
ku di siberojé de civaté bi ré ve bibin.


Ji ber ku bav û kalan ne péþerojeke ku em xwedî û  xwedanén wé ; wekî ‘mîrate’, bindestiyeke bépéþeroj ji me re hiþtin;  li Kurdistané pisiklété zarokén ku dixwazin bibin xwediyé  ax û péþeroja xwe, di xwepéþandanaké de bi desté polisén ku xwîn ketiye çavan té þikandin.
Li welatekî ku héz û pastarén ‘ewlekariya dagirker’,  kerb û nifrîna xwe di seré zarokan re derxînîn; þikenandina çeng û pisiklét térî wan nake; li Dérsimé Mazlûm’ekî zarok, terheke dara jiyiné þehîd dixin.
Pisiklété Mazlûmé zarok nehatibe þikandin jî, li kolanén Amedé  Xweda zane,  polisan çend çaran dilé Mazlûm þikandine, ku wî jî riyeke din a hember derketiné nedît, ji xwe re got, ‘ez bi keviran serî bi wan deyûzan  dernaxim’, rabû û beré xwe da çiyayén ku di hembéza xwe de azadîyé xwedî dikin.
Péþiyan gotine, ‘ku dil biþike, nacebire’!
Dilé gelekî, dilé qewmekî çend caran hate þikandin?
Çend caran bi kuþtina çend qizén xama, bi kuþtina çend ciwanén xér ji ciwaniya xwe nedîtî, bi  valakirin û wérankirina çend  gundan, bi dîlkirina çend hezar siyasetmedaran hate þikandin û hé jî té þikandin?
Di serdemeke ku kurd ji héleké ve dixwazin hemû karesatén ku rih û derûn û laþé wan tiþtîþî, zîvar zîvarî kiriye de birînén xwe wekî kevirekî téxin ber dilé xwe û beré xwe dabin çareserkirina  ‘pirsgiréka xirboqî’, pirsgiréka ku li tevî AKP’yé her hikumeté  girékeke din lé da û þidand; ne bi devé tivengé; di bin bané parlamentoyé de , bi ré û rébazen demokratîk, li ser maseyé bi nîqaþ û dialogé çareser bikin de; destén zarokén kurd, desté zarokén gelé ku li tevî réber û réveberén xwe dixwaze ‘biratiya derizî’ bi kilsa pevrejiyînî bicebirîne; té þikandin, û bi ser de jî wekîlén ku bi dengé gelé xwe  hatine bijartin ji girtîgehan nayén derxistin! 
Té bîra min: Piþtî derbaya leþkerî, darbeya ku ter û hiþk bi hev re þewitand û yé ku ji sotiné filitî zevt kir û  wekî ‘kahrikek’ be  avéte hewþî, hiþt ku di zîndana de ré û réwanî nemîne.
Îro jî rewþ ma ne heman rewþ e?
Eskeré ku di van demén nézîk de ji ber doza Ergenekon û Balyozé  wekî ‘vegerayî qiþleya xwe’ dixuye; wisa  eyan e  ku ‘hunera xwe’ daye desté polisan ji xwe ‘hunerbaztir’:
Déné xwe bidiné, polisé ku édî wekî ‘artéþa melayî’ téne pénasekirin, bi helwest û tevgera xwe ya vé daviyé a li hemberî xwepéþanderén kurd, mîna bixwaze vé peyamé bide ye: Em é Kurdistané bikin girtîgeheke servekirî!
Baþe, heta kengî em é ‘girtî’ û ew é ‘qerdiyané’ ser seré me bin?
Nivþé ku niha ‘zarok e’, wekî Mazlûmé zarok zilm û çewsa hézén dagirker bi çavén seré xwe dibîne û dijî?
Û dizane; siyasetmedarén wî girtîne, parlementerén ku bi dengé gel hatine bijartin di girtîgehé de ne û ew jî zarokek e.
Ew zarok, ew zarokén ku ji mafé xwe yé herî rewa û mirovî, mafé perwerdeya bi zimané xwe bébahr e;  polisén ku çeng û pisiklété wan diþikînin, bîr nabin rojeké kevirén di mista xwe de biqedînin,  dé dest bavéjin çeké?
Çek bi çeké re, pey bi peyvé re…
Di rewþeke ku ji bilî kurdan her kes di dévla Simail di ber xwe de dibéje; ‘siiiimmmm simmmmm; kurd li riyén dialogé digerin û dixwazin encemeke wergirin de his û kippînî ji devé ‘Lehengé Dawosé’, serowezîré ku Cihû bi kujerbaziya zarokan tawanbar kir, dernakeve.
Ne ew bi tené; hemû korén pé re kor, hemû kerén pé re ker, mîna ku ne li Tirkiyeyé; ‘di guhé gé de’ bin, ne bahsa pisiklét dikin, ne jî þehîtkirina Mazlûmé zarok ji xwe re dikin kul û xem û mitale…
Baþ e…ev bédengî heta kengî, réveberén tirole?
Béxemiya we heta kengî, wezîr û kizîrén ku hé duhî li qadan digotin, ‘ em naxwazin hésirek bi tené bibare ji çavén dayikan?
Heke hûn nexwazin dayik xilolîkan bibabarînin li dû zaokén xwe, heke hûn nexwazin Mazlûm’én zarok, zarok zarok verin kuþtin, heke hûn nexwezin çeng û pisiklét werin þikandin; destmalén aþtiyé derxin ji bérîkén  xwe û werin, werin hésrén ji çavén vé erdnîgariya bariyayî vemalin.

06.07.2011/A.Arî
Tébinî: Ji ber astengkirin û kontrola li ser enterneté a desthelata Sûrî, ji Qamiþlo min nekarî vé nivîsé rébikim ji rojnameyé re.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark