Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Beşê kurdî yê girûpê Girkêlegê yê rewşenbîrî hate damezrandin

 

Bi helkeftina bîranîna komara mihabadê, û bi amedebûna gelek kesayetiyên rewşenbîrî û siyasî, Beşê kurdî ji girûpê Girkêlegê yê rewşenbîrî hat damezrandin ,û bi amedebûna mamoste (M. Emîn) lêkolîna wî ya dibin navnîşana”ber bi zimanê kurdî yê hevgirtî û standerd ve herin “ hate xwendin û li ser hat gengeşekirin ,û naveroka lêkolînê jî eve:


Ziman nîşana hebûn û mana her miletekî ye û yek ji stûn û binemayên serekî yê netewî ye û sîma û pênasiya miletî ye, çi miletê hebe bi zimanê xwe tê naskirin û pê nêvnas jî dibe, ji ber ku zimanê milet nasnameya wî miletî ya netewî ye.
Vêca zimanê kurdî egerê serekî ye yê ku nasnameya netewî ya miletê kurdî parastiye, ji ber ku ziman ne tenê alaveke di navbera mirovan de, ji bo têgihiştin û dan û standinê tê bikaranîn, yan jî tenê ji bo fêrbûn, hînbûn û gihandinê tê bicihkirin, lê belê, ziman pêçeka hizir û bîrên wî miletî ye, pê bîr û ramanên xwe serastdike, hest û nestên xwe pê derdike, şîn û şahî, pêma û dîrok, êş û derd, hêvî û omîd, xem û xewnên xwe pê dikewîne, kaniyên hiş û sewdanî pê diteqîne.
Çi zimanê hebe hêza hebûna xwe ji hebûna xwedanê xwe werdigire, dema ku ew xwedan perîşan û belengazbe, bê guman wê ew ziman jî wek wî xwedanî bimîne Qelis û lawaz û wê rîsê tevin û hunera wî jî sist û xav werê ristin û hûnandin.
giringiya hebûna zimanê netewî û kartêkirina wî zimanî yê kûr û nimayî di dil, bîranîn, jîn û jiyana wî miletî de, hiştiye ku dijminên miletan bi hemû reng û şiyanên xwe ve nexiş û pîlanên hemereng, ji bo nehêlan û jinavbirina wî zimanî bi hûnin, ji ber ku nehêlana zimanê miletan wendakirina nasnameya wan ya netewî ye. belê, zimanê kurdî yeke ji wan zimanên ku di nav wan tevin û toran de tê ristin. ev ji aliyekî ve û himber vê yekê jî îro gelek rewşenbîr û zanayên kurdan, çi helbestvan û nivîskar bin, yan jî rojnamevan û torevan bin, bi rengekî ne restexo hin ji singên wê tevnê di kutin û niho ev kar û bizav di vê rê de berdewam e û rê li ber wan nexiş û pîlanan xweş û serastdikin û bingihên ziman ji hev têxînin û zargotina ziman ya şêrîn ji hev tar û mardikin.
Pêdaçûnek kurt di nav rûpelên pêşveçûna zimanê kurdî de.
Zimanê kurdî ser bi malbat û revêza zimanên Hind- Ewropî ve tê dîtin û naskirin. ev malbata zimanî bi xwe ji zimanê Hind-Ewropî yê destpêkî, wek ku pispor û şarezayên zimanî bi navdikin, derbûye û bi demê re pêşve çûye û dîsan ew pêş‏bînîdikin ku ev ziman di hezarê pêncan de berî zayînê serdest bû.
Eger em vegerin li ser nûderkirin û serastkirina zimanê kurdî û pêşveçûna wî di dîrokê de û rê û şopên serbixwe di nava koma zimanê Hind-Ewropî de girtî û wergirtina vî zimanî nasnameya xwe ya nêvnas û teybetmend, wek zimanê miletê kurd û pênasiya wî ya netewî. divê em li qûnaxên dîrokî yên nêzîk ku gelê kurd tê re derbasbûyî vewejêrin û ewê dîrokê bi hûrnazî hilkewêşin ta ku em bikarin bingih û binyata zimanî destnîşanbikin.
Dîroka kurdan ya nêzîk ji sala /700/ê berî zayînê dest pêdike. Ew bi xwe dîroka damezrandina desthilatdariya Mîdya ye, her weha zimanê kurdî jî vedigere ser zimanê wê desthilatdariyê, li gorî pispor û zanyar didin eşkerekirin ku devera Mukiriyan ser kaniya zimanê kurdî ye, ji wir mirov dikare rastiya zimanê kurdî û rêz û revêzên wî binase, di vî warî de, kurdnas Sidnî Smîs dibêje: ((zanayên dîrokê dikarin bêjin zimanê kurdî li sedê şeşan pêş zayînê hebû….)).
dîsan wek kurdnas û dîrokzan dibêjin, Piştî ku miletê Arî ji welatê xwe yê bingihîn li Herêma Estebis Orasî ya ku dikeve navbera çemê Volga bakurî derya Qezwîn û rojhilatî çemê Ron û rojavayî çiyayên Oral. Piştî ku ewan ew dever berdan û pêlên wan ber bi çiyayê Zagros ve hatin û li Kurdistanê bi çihbûn, wê demê miletê Kotî yên ku ji bavkalkên kurdan tên dîtin, bi zimanê xwe yê teybet di axifin, lê belê piştî hatina pêlên miletên Arî, zimanê wan yê Hind-Ewropî kartêkirinek li ser zimanê Kotiyan kir û hêdî- hêdî gotin û navên Arî derbasî zargotina zimanê Kotiyan bû û xal û nîşanên xwe di ser de berdan û evê yekê berdewam kir ta ku Mîdî hatin û tevlî Kotiyan bûn û ziman û çanda xwe jî li ser Kotiyan ferzkirin û bivî rengî zimanê kurdî nêvnasiya xwe ya zimanên Hind-Ewropî sertemakir.
Piştî ku zimanê kurdî belobû û bû zimanekî arî serbixwe û yekgirtî, hin zaravan jê şaxvedan, lê wek zimanzan û kurdnas didin xuyakirin ku ew zarav ji kakila zimanê dê dûr neçûne, di vî warî de Mîcerson Edmons dibêje : ((zimanê kurdî yê niha pê diaxifin, zimanekî arî gelek baş û paqij e û di Rojhilata Navîn de zimanê bi tenê ye ku xwe ji zimanê Erebî parast û ji bilî hin gotinên ayînî ku neçarî wan hatin tevlî ziman bûn, lê wekî dî, zimanê wan yê kevnare wek xwe ma…)) û dîsa Sidnî Smîs dibêje:
((zimanê kurdî ne zimanekî ji farisî derbûye. Zimanê kurdî zimanekî serbixwe ye û ji zimanê Farisî yê ku li ser (Tehta Dara )hatiye nivîsandin, Kevintir e…)) û her di vê derbarê de, wulson dibêje (kurd neviyên Mîdyan e, zimanê wan zimanekî ji zimanên gelên Asya Rojhilat e.)), Darmîs Tetir dibêje: ((pertoka (Avista)ya ku Zeredeşt nivîsiye, bi zimanê Mîdya bû….)).
Dîrokzanê kurd yê navdar Mihemed Emîn Zekî bi vê nêrîna paşiyê re ye ji ber dibêje: ((ev bawerî nêzîkî rastiyê ye ji ber ku Zeredeşt li bakurê Mîdya rûniştibû, lewra guman li ser nîne ku Zeredeşt bi zimanê niştîmanê xwe nivîsiye..)).
bi kurtî em diKarin bêjin ku zaravê Mukirî koka zimanê kurdî ye û zimanê desthilatdariya Mîdya zimanê devera Mukirî bû û her ew bi xwe bû rûniştgeha malbata Zeredeşt û Zeredeşt pertûka xwe /Zend-Avista/ bi zarê Mukirî nivîsîbû.
Zimanê kurdî jî mîna tevaya zimanên cîhanê ji hin zaravan pêkhatiye.
Dibe ku ew zarav ji hev cuda bin û pir caran dûrî hev diçin yan nêzîkî hev dibin, yan jî ne wek hev bin di hin tiştan de, lê ev zaravên heyîn tev bi hev re gulîstana zargotina zimanê kurdî ya şêrîn û dêrîn pêktînin û rengîn dikin.
Zaravên zimanê kurdî :
- kurmanciya jorî : (Botanî, Badînî, Hekarî, Bayîzîdî Şemzînanî…).
- Kurmanciya jêrî  Erdelanî, Mukirî, Germîyanî, Bextiyarî, kulhorî, Mamsanî, Goranî …).
- Zazakî .
- Lorî.
Rewşa zimanê kurdî- hin alozî û pirsgirêkên pê ve girêdayîn -
1- Newekheviya rengê tîpên ku zimanê kurdî pê tê nivîsandin: Îro roj du rengê tîpan ( tîpên Erebî, tîpên Latînî ), di nivîstandina zimanê kurdî de tên bikaranîn .
2- Pirbûna zaravan di zimanê kurdî de: Zimanê kurdî wek em tev dizanin ku li ser çend zaravan parvebûye, wekî zaravê Kurmanciya jorî, Kurmanciya jêrî, Zazakî, Lorî û Hewramî û di bin sih û sêhwana her zaravekî de çend zaravokên dîtir jî peydabûne .
3- Valehiya pertûkxaneya kurdî, bi teybetî di warê zaravê kurmanciya jorî de, ji gelek jêderên bingihîn ku bi rêziman û rênivîsa zimanê kurdî ve girêdayî bin û herweha lêkolînên zimanî di warê fonîtîk rewanbêjî, dîroka zimên, lêpirsîn û vekolînên zimanî bi xwe ve girtibin .
4- Rewşa kurdistanê ya parçebûyî, dema ku Kurdistan li ser çar dewletan hate parçekirin û lêkevekirin , ew dewletên ku çar sîstemên siyasî, aborî, civakî û rewşenbîrî ne wekhev li dardixistin, di encaman de miletê kurd jî, ji hev hate dûrkirin û cudakirin û pê re şiyanên wî jî hatin şehitandin û belavkirin .
5- Nebûna dewleteke kurdî ya siyasî hevgirtî û serbixwe .
6- Nebûna lêvegereke zanistî-zimanzanî ya seranserî û serbixwe ku endamên wê lêvegerê ji hemû zar û rengê zarav û zaravokên zimanê kurdî yên heyîn cih tê de bigirin .
Ber bi zimanekî kurdî yê hevgirtî û standerd ve herin.
Îro dem hatiye ku babetin hene, gelek caran hatine berçavkirin û gelek caran rê û nîşanên çareseriyê jî ji wan alozî û pirsgerêkan re hatine pêşkêşkirin û destnîşankirin. lê belê, pêkanîna wan hizir û nêrînan di warê bikaranînê de, ji bo nelêlana wan aloziyan ji bilî biriyar û şîretan tiştek dî ne hatine bicihanîn. Îro roj dem ne dema ku êdî em di vê rewşa êş û nesax de bidomînin, roj bi roj dîwar di navbera wan zaravan de bejna wî bilind dibe û reng û rûyê wan zaravan ji hev dûrdikevin û her yek şopa xwe ya teybetmend digire û hevsarê kûrkirin û xurtkirina cudakirinê û ji hev veqetandinê dikişine.
Ka çawa mirov wê bikare ber bi avakirina zimanekî kurdî yê hevgirtî û standerd ve here ?
Gelo … ma durist e mirov zaravekî bi tenê ji zaravên kurdî, ji bo vê yekê hilbijêre û li ser tevaya miletê kurd ferzbike ?
Ka pîvanên hilbijartina zaravekî ji bo zimanê standerd wê li ser çi rêzanê bin….?
Gelo, wê li ser pirbûn û hebûna pertûk, rojname, govar, helbest û çîrokan di wî zaravî de be yan wê pirbûna jimara kesên ku bi wî zaravî dipeyivin yan jî wê li ser kevniya jîyê nivîs û xwendina bi wî zaravî be….?
Ji wan pîvanan kîjan wê ba‏ştir û‏‏ ‏‏‏‏‏çêtir be, bê guman, ew wê baştir be ya ku hêsanîtir be û bê arîşe û sergêjayîtir be ji bo fêrkirin û fêrbûnê, lêvkirin û dariştinê, vejandin û pêşveçûnê.
Eger em bixwazin ku em zimanekî kurdî yê hevgirtî û standerd peydabikin, ya baş ew e ku bi zûtirîn dem em bikaribin pêngava pêşîn di vê rê de bavêjin, ji ber ku hê ew alozî û arîşeyên di salên borî de rûdayîn kûrtir û aloztir nebin .
Rast e eve nêzîkî (400)SalI ye ku helbest û pertûk bi zaravê kurmanciya jorî tên nivîstandin û tevî ku jimara kesên bi vî zarî diaxifin ji miletê kurd li seranserî kurdistanê di nav bera (75-80%). Lê belê hê vî zarî nekariye şûna zimanê kurdî yê standerd bigire. di baweriya me de du zaravên serekî di nav kurdan de hene û van derdu zaravan karîne ji wan zaravên dîtir, pêhtir di nav miletê kurd de cihbigirin û helbest, pertûk, rojname û Govar bi wan herdu zaravan tên nivîsandin û weşandin, tevî ku em dizanin ku pêkol û bizaveke xurt ji aliyê zarperistên kurmanciya jêrî ve, di salên şêstan de dihatin kirin û ta demeke ne dûr ev kar û bizav li kar bûn, ji bo ku rê li ber pêşveçûn û belavkirina zaravê kurmanciya jorî bigirin, evê hişemendiya teng û ziwa di wan pêncî salên borî de tiştek bi ser nexistin, nekarîn zaravê kurmanciya jêrî bikin zimanekî kurdî yê hevgirtî û standerd û ne jî karîn zaravê kurmanciya jorî binbirbikin û ji navhalê rakin. Di vir de divê em jibîr nekin ku dewletên Kurdistan li wan hatîn parvekirin jî kêmasî di vî alî de nekirin û bi teybetî dema ku biryara xwendina zimanê kurdî ji aliyê dewleta Iraqê ve derket, dewleta Turkiya li dor vê yekê ne razîbûna xwe da xuyakirin, ji ber wê didît ku wê ew yeke roleka berçav li ser miletê kurd li kurdistana Turkiyê hebe, Turkiya geriya ka wê çawa nehêle ev rewş û diyarde kartêkirinekê di rewşa kurdên Kurdistana Turkiyê de neke . Vêca ew û dewleta Iraqê li hevhatin ku zeravekî di dibistanê xwendinê de li kurdistana îraqê bikarbînin ku kurdên Turkiyê tê negihin û bi vê lihevkirinê xuya ye Turkiya ma dilxweş, piştrast ku zaravek berteng û jimara kesên pê dipeyivin di kurdistana Îraqê de, di navbera (10-15%)wê li cem miletê kurd li kurdistana Turkiyê ne wê wergirtin û ne jî wê were qebûlkirin .
Lê eger ku zaravê kurmanciya jorî delîv û derfetin baş li pêşiya wî werin vekirin û rastkirin, ev zarav wê bikare bibe zimanê kurdî yê hevgirtî û standerd ji hemû miletê kurd re li seranserî kurdistanê, ji ber van egerên xwarê :
1- Ji ber ku ev zarav, eve pirtir ji (400) salan ve helbest, çîrok, pexş‏an pê hatine ristin û kevintirîn ferheng û nivîsên dîroka kurdî pê hatine nivîsandin.
2- Ev zarav, zaravê tenê ye ku hebûna wî li tevaya parçên kurdistanê heye û li dever û cihên ku kurd lê hene pê tê axaftin.
2- Xweragirtin û berdewamiya vî zaravî di nav wan rîp û pîlanên salane de, ev yek wê dide berçavkirin resenî , zîndîbûn, şiyanên zimanvanî û zanistî di vî zaravî de .
3- Ev zarav wê hêsanîtir û rehetir bê, ji bo fêrkirin û fêrbûnê, nêr û mê di vî zaravî de eşkere ne û cînav jî hene … HD . dîsan pêhtir nêzîkî zimanê Hind-Ewropî ye di warê dariştin û sîstemên pêkanîna gotin û ristan de.
Lê ev rastî wê nake ku em bêjin bila hema zaravê kurmanciya jorî bibe zimanê kurdî yê hevgirtî û standerd ji bûna sercem kurdan, tevî divê bibe berê binaxî ji wî zimanê paşerojê re.
Di baweriya me de, di rewşek wek rewşa ku îro miletê kurd tê re dibihore, pêdivî ye ku her du zaravên sereke anko kurmanciya jorî û ya jêrî bi hev re cot bin û di kêkeka hev de werin bikaranîn û sûd ji başiyên her du zaravan were kirin, neko li hev binêrin ku yek birayê piçûk e û gelek e rêz û siyanetê ji yê mezin re bigire, mebest ne ev e û nabe ku rengê dan ‏û standinê bi vî şêweyî be, ji ber ku her zaravekî nîşan û xalin giring û baş bi xwe ve hilgirtine û mirov bikaribe sûd û mifayê ji ferheng, belge û destnivîsên kevnar yên zaravê kurmanciya jorî bigire û wan bi xemla erşîf û pertûkên rêzman û rênivîsê yên zengîn û rengên di zaravê kurmanciya jêrî de bixemilîne û bi demê re dema ku korek zanyarî-zanistî hebe wê herdu zarav nêzîkî hev bibin û wê mîna çemê Dicle û Feratê ka çawa di ava kendavê de digihin hev, wisa jî rojekê ji rojan wê herdu zarav ber bi hev herin ta ku hev hembêzbikin, rê li pêşiya her duyan xweşbikin ku pêş ve herin û werarê bikin û ber bi pêş ve biçin û li hemû dam û dezgehên ragihandin, li dibistanan , peymangeh û zanîngehan werin bikaranîn, ka bila gava pêşîn were avêtin û berê de bav û bapîrên me gotine:((hezar gav ji gavekê dest pêdikin )). dawiyê em ê vê babetê bi hin pêşinyar bidawî bînin ji ber ku wek hatî gotin :(maka hezar gotinan gotineke…).
1- Gerek herdu zarav bi hev re û di kêleka hev de, di tevî dam û dezgehên xwendin, zanîn, hînkirin, rewşenbîrî û ragihandinê de werin birêxistin û sûd ji zaravên dî jî werin kirin, ji ber piraniya gotinên hevwate zimanî zengîn û dewlemend dikin.
2- Gereke tîpên latînî ji bo nivîsandina zimanê kurdî werin bikaranîn.
3- Gerek konfiransekî zanyarî-zanistî were sazkirin û endamên wî konfiransî, ji mirovên pispor û şareza di warê zimanê kurdî de werin destnîşankirin. ji ber ku berê de hatiye gotin : ( nan bide destnanpêjan ).
4- Vekirina pertûkxaneke teybet bi pertûk, lêkolîn, lêpirsîn û vekolînên bi zimên ve girêdayî bin.
5- Raxistin û peydakirina pê‏şbirk û berîkaneka zimanvanî- zanist salane , di warê lêkolîn û vekolînên zimanê kurdî de û çawaniya pêşvebirin û geşkirina vî zimanî, herweha belavkirina xelatan li ser kesên ku baştirîn û çêtirîn lêkolîn di wî warî de berhevbikin û pêkbînin.
Dawiyê dem hatiye ku ji îro pê ve gereke kar û bizaveke bê rawestan, gerim û gur di nav rêzên milet de ji bo fêrbûn û belavkirina zimanê kurdî, ji aliyê sazî û dezgehên siyasî, rewşenbîrî û çivakî ve werin kirin, pilan û pirojeyên zanistî, çawaniya pêşvebirin û peydakirina kewadirên fêrkirina zimên ji paşerojeke dahatî û nêzîk re ji aliyê pispor û şareza ve werin berhevkirin.
Jêder û perawîz:
1- Dîroka lêkolînên zimanê kurdî û zaravên wî zimanî- prof: Qenatê Kurdo – wergerandin ji Rosî - Dr. Ebdul Mecîd Şêxo – Şam(1991).
2- Rêzimana zimanê kurmancî - Reşîdê kurd.
3- Ferhenga kurdî ya nûjen Alî Seydo Alî Goranî –1985.
4- Govara Dicle jimara (27)(28)sala 2000.
5- Zimanê kurdî-belavbûna corafî ji zaravên wire-
Fo’ad Heme Xorşîd – Bexdad 1981.
6- Nivîsandinên li ser zimanê kurdî- Dr.Ebdul Rehman Ma’rof.
Wergerandin : M.Emîn Elhewranî – Bexdad 1978.
7- Li ser zimanê kurdî û dîroka wan, rexnek di çanda kurdî de – Selah Se’dela – Bexdad 1989.
8- Govara Gulana Erebî – jimara (75)(76) sala .
9- Govara Gulana Erebî – jimara (47) sala .
10- Hindek aloziyên zimanê kurdî (lêkolîn)
Deham Ebdulfettah –Şam 1993.
11- Dîroka pêşdeçûna zimanê kurdî - Dr.Fo’ad Heme Xorşîd Mustefa (lêkolîn) Govara Gulana Erebî jimara (66) sala 2001.
12- Kurd-Basîl Nêkîtîn –ji weşanên Govara Aso sala 1993 .
13- Elmocazefe Fî Elkelam
lêlokînek li ser nêrînên hin nivîskarên Ereban derbarî zimanê
kurdî de
Xalid Mihemed –Şam sala 2001.
14- Zimanê kurdî – rênivîs- Deham Ebdulfettah-Beyrot 1998.
15- Nêrîneke rexneyî li helbestên kurdî – Deham Ebdulfettah Şam1992.
16- Çîrokên Helbijartî ji nivîsîna Ezîz Nîsîne û wergerandina nivîskara navdar Keça kurde .
berhevkirin û amadekirin;
beşê kurdî ji
Girûpê girkêlegê yê rewşenbîrî
22/12/2006


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark