Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rojhilata naverast, Sûrîye, Kurdîstan : Reanîmasyona tifaqa Sykes-Picot 1916 ye?

 


  Dr.Ekrem Önen
ekremonen@hotmail.com

Bûyerên ku van şapatên dawî ku li herema rojhilata naverast, li grava Erebî û li afrîkayê dibe ji bo tevaya heremê gelek grînge. Lê grîngîyek wê ya teybet ji bo tevgera rizgarîya netewî a kurd heye. Mirov dema nuha li vê protsesa ku li heremê di pêvajoyê deye dinere, rewşa heremê a berya şerê cîhanê yê yekemîn tîne bira mirov, wek tê zanîn wê demê welatên emperyalîst ên rojava ên (Hevpeyman) wek Înglîz, Fransa, Rûsya qeyserî û hwd dixwestin heremê li gor berjewendîyên xwe li hev parve bikin û arkîtektûrekê ji heremê re ava bikin.


Wê demê van welatana hedefan wan ya pêşî ew bû ku heremê li ser asasê geopolîtîk li hev par bikin,  lê jibo ku ev herem di bin destê Împaratorîya osmanî debû van welatên rojava xwestîn împaratorîya osmanî perçe bikin û li hev parve kin, li ser vê ya bi însyatîfa Fransa û Înglîz û bi pişgiriya Rûsya qeyserî di sala 1916 de bi dizî tifaqa bi navê Sykes-Picot hat sazkirin. Ev tifaq mirov dikare bêje destpêka parvekirina hermê bû. Li gor tifaqa Sykes-Picot, Ji Înglîz re İraq, Urdun, başûrê kurdistanê û dora Hayfa yanî filîstîn,  ji fransa re Sûrîye, Lubnan, qismek ji bakur û  başurê Kurdistanê dima herweha ji Rûsyare qismek ji bakurê Kurdistanê û qismek ji axa Turkîya îro dima, lê ji bo ku li Rûsya di sala 1917 Bolşevîka şoreş kirin wan wek resmî xwe ji tifaqa Sykes-Picot  paşvekşandin.
Gringiya van guhertinan ji bo kurdistanê teybetmendîya wê ewe ku bi tevayî ev guhertinên dibin di berjewendiyê gelê Kurd deye. Her weha wek li jor ku min behs kiribû di berya şerê cihanê yê yekemînde welatên xurt ên cihanê herem li gor geopolitîk li hev parve kirin û ew ji binde li dijî berjewendiyê gelê kurd bû. Lê nuha van welatên xurt ên cîhanê di xwazin heremê ne li gor geopolitîk, li gor netewe û mezheb (ethnoconfessional) parve bikin û ev bi temamî di berjewendîyê gelê kurd deye. Heger stratejîya guhertinên li heremê li gor  ethnoconfessional  be, favorîtê vê stratejîya nuh Kurdistan, Belûcîstan, Azerbeycan (îran) û filistîne.
ji xwe mirov dikare bêje heta derecakê vê startejîya li ser esasê ethnoconfessional  dest pêkiriye. Irak de fakto perçebûyî ye her weha libya jî nuha du perçeye, Afganîstan perçbûyî ye,lubnan ji xwe li ser asasê mezhebî û netewî perçeye.
Her çuqas nuha protsesa guhertinên rojhilata navîn destpêkiriye jî lê bi qasî mirov tê dighê ev welatên mezin heta nuha jî li ser parvekirinê bi temamî li hev ne kirine. Mirov carcaran dengê cuda ji terefên cuda dibihîze weha diyare heta ev protses bighê armanca xwe wê gelek guhertin û qlopanî bê rojewê.  Lê tevgera  kurd  di vê protsesêde lazime gelek bi dîqat û siyasetek pragmatîk ku bes berjewendîyê tevgera rizgarîya netewıî a kurdistanê di merkeza wê debe bimeşîne nuha dema mirov li her çar perçeyên kurdistanê binere dervî kurdistana bakur hersê perçeyên din siyasetek weha dimeşînin. Bes li bakurê kurdistana PKK û şaxên wê yên legal yanî BDP û hwd. daxwazên kurdan yên rewa ninin rojewê ew bi hinek daxwazên bê meene û naveroka wan vala wek “yek Dewlet, Yek Ziman, Yek al, yek Millet, cumhurıyeta Demokratîk û Hevwelatî”  evêya him Evdila Öcalan herweha berpirsên BDP pir vekirî tinîn ziman. Bi van daxwazên naveroka wan vala PKK û BDP kurdan ji daxwazên wan yên rastî bi dur dixin. Tevî ku  berpirsên PKK û BDP baş dizanîn nuha protsesa ku li heremê di  pêvajoyê deye rê li ber avakirina dewletek kurd vedike, wek mafekî kurdan yê rewa Kurd nuha şertên ku ji her demê bêhtir daxaza dewletek kurd bikin heye. Di rastîya xwede lazimbû Kurdistana Bakur wek navenda tradîtsîonal a Pankurdîzmê gerek wan drûşma dewletek Kurd berya perçên din blind kirana lê belovacî ji kurdanre tiştekî ber bi çav naxwazin. Pir heyf  hêzên  welatparêz ên bakurê Kurdistanê ên dervî PKK nuha lawazin û hinek ji wan jî bûn perçakî vê siyaseta PKK ku nakarin teesîrê li pêvajoyê bikin ev paradokseke ji bo bakurê kurdistanê.
Rewşa perçeyên din ên kurdistanê di xwestina mefê Kurdan de ji bakurê kurdistane gelek baştire Li başûrê Kurdistanê îroj hukumeta federal a Kurdan heye her weha serokê herema Kurdistanê Berêz Mesud Barzanî di her peyvên xwede tîne ziman ku ”ava kirina dewletek Kurd mafe gelî kurd ê rewaye”. Her weha Li rojhilatê Kurdistanê PDK-Îran berya demekê di konferansa Muxalefeta Îranê de a Londonê dan eşkerekirin ku ew daxawaza Federasyonê ji bo Kurdan dikin.
Di van guhertinên li heremê dibin Sûrîye xeleqek lavaze û li ber guhertinaye. Dema mirov nuha li rewşa Surîyê dinere mirov dighêje qeneete ke ku wek ku Reanîmasyona tifaqa Sykes-Picot 1916 ye, lê nuha belvacî ya Sykes-Picot 1916 , ku li ser asasê geopolitik hatibû avakirin û li dijî berjewendîyê gelê kurd bû , nuha li ser asasê staratejîya perçekirina ethnoconfessional a heremê ye ew jî wek me li jor gotibû di berjewendîyê gelê kurd deye. Wek tê zanîn di vê pêvajoya bûyerên ku li Sûrîyê dibin tevgera rizgarîya netewî a rojava yê kurdistanê faktorekî guhertina sûrîyê yê asasî ye. Li Rojavayê Kurdistanê jî daxazên Kurdan diyare, kurd daxaza mafê Siyasî, Kultûrî û demokratîk dikin. Bê guman di kûraya dilê her kurdekî rojavade wek a her Kurdekî perçeyên din daxaza dewletek Kurd heye û vêya kurdên rojava  na veşêrên, lê vî mafê xwe li gor rewş, dem û taqetê wê bi kar bînin. Îroj li Sûrîyê bi tevayî û bi teybet li Rojavayê Kurdistanê gelek bûyerên grîng di qewimin. Bê guman Kurdên Rojava lazima maksîmal ji vê rewşa han karê bi dest xin. Şansek Kurdên Rojava ya baş ewe ku îroj gelek siyasetmendarên (Hemîd Derwêş, Şêx Alî, Ezîzê Dawê, kek Nusret, Seleh Bedredîn, Fûadê Elîko Berpirsên El Partî, Partîya Azadî û hwd.û gelek sîyasetmendarên serbixwe)  ku bi tecrubên ku 10 salane di nava tevgera kurd dene û îroj jî serkêşîya tevgerê dikin evana bê guman heta nuha sîyasetek gelek bi rêk û pêk meşandina.. Tiştên ev teref  hemû li miqatebin ewe ku tevî em dizanin cudatîya siyasî di nav wan de heye jî lê ew dikarin  ji bo çareserîya pirsa Kurd li rojava konsensûsekê bivînin. Ji bo bi hevre karkirinê tenê divê hudûdek hebe ew hudûd jî divê ew hêza têkeve nav hevkrîyê bi dujminre ne grêdayîbe, ji pêv rêya hevkarîyê divê ji herkesîre vekirî be, bes yekîtîya wan wê wan bighîne armanca wan. Her weha divê Kurdên perçeyên din îroj bi hemû awayî piştgirîyê bidin brayên xwe yên rojava. Ne nesîhet û doza rêberîyê li wan bikin piştgirî u xizmeta wan bikin ev erkek netewî ye.
Kurdên Rojava nuha di rewşeke gelek zehmetde derbas dibin ji ber ku hêzên muxalefeta Sûrîyê ji hete nuha xwe nadin ber daxwazên Kurdan her weha rejîma Sûrîyê jî ji bo çareserîyê tiştekî konkret nabê je. Lê weha diyare Kurdên Rojhilat him bi muxalefetê di têkilîya dene her weha rîya dîalogê bi hukum jî re ne girtine. Ya rast jî eve. Lazime Kurd zorê bidin muxalefetê ku ew (muuxalefet) lazime di pirsa kurd de siyasetek eşkere û konkret bimeşîne ji alîkî din de ev rejîma  Bees jî ku cîh lê teng bive ji bo xelasîya xwe dikarê bi Kurdan re li rêyên li hevkirinê bigere. Heger kurd bikaribin bi hukum bidin qebûlkirin ku  mafê xwe di yasaya Sûrîyede  misoger bikin, divê Kurd bi hukumre têkevin dîalogê. Sîyaset senetê îmkanayê û berjewendîye heger dîalog bi hukumre di berjewendîyê gelê Kurd debe divê Kurd ji dîlogê xwe nedin paş. Rejîma Bees vêya ji tu tiştan dikare bike, yek ji bo karibe hukme xwe bi parêze, heger bi karibe, ya dudan heger zanibe ê çûnêye jî ji bo bi karibe bihêle hukmê piştî wî ku werin hukumnî lawaz û bê istiqrar bin her weha heyfa xwe ji Turkan hilîne (Ku turk gelek ji pirsa Kurd pişt bikulin). Wek adetekê ku gelek kes di hesibîne ku ”pirsa netewî di demokrasîyêde çareser dibe” ji binde ne raste ji xwe gotina ”Demokrasî” bi xwe gotinek abstrakte. Nuha li cîhanê li gelek welatan ku welatên awrûpî jî di navde xwe demokrat dihesibîne pirsên netewî ne hatine çareserkirin û tersî wê li gelek welatên ne demokratin jî pirsên netewî hatine çareserkirin. Çareserîya pirsa netewî bi dem rewş û taqetê ve grêdayîye. Şaşîtîyek gelek mezine ku Kurd çareserîya pirsa xwe bi demokrasîbûna welaten dagirker re girê bide.
ji xwe heta nuha jî kesek li cîhane vekîrî nabêje lazime ev rejîm here bêhtir dibên lazime reforman bikin wek mînak îdeologê sîyasete ewlekarîyê DYA ê berê Zbigniew Brzeziński dibê ”Sûrîye bes bi hevkarîya bi Suûdîya erebî û Turkîye re dikare ji vê rewşa han derkeve” wek em dizanin van herdu welatan muhawele kirin ku bi sûrîyê re hevkarîyê bikin lê wan şertek dan ber Sûrîyê ku lazime dev ji Îranê berde dema Sûrîye ev qebul nekir wan ji pişta xwe dan Sûrıyê wek em dizanin di destpêkê de Turkî vekirî piştgirî dan rejîma Bees her weha Suûdî ji dan diyarkirin ew amadene alîkarya rejîma Bees bikin lê dema surî da diyar kirin ew ji Iran bi dûr nakave Turkî û suûdî dest pê kirin piştgirîya muxalefetê kirin, her weha wek em dizanin H.Klînton da eşkerekirin ku ”Bişar Esed dikare reforman bike”, ji alîkî din de  welatên yekîtîya awrûpa jî ên wek Fransa, Înglîz, Almanya û Îtalya jî heta nuha di pirsa Sûrîyê de konsensûsek ava nekirine dervî vêya Rûsya jî di siyaseta xwe a derbarê sûrîye de wek a derbarê Lîbya de ne zelale wek li lîbya yê pêşî li dijî sîyaseta welatên rojava bûn lê paşê wan jî got lazime Qedafî dest ji hukum wergri her weha di pirsa Sûrîyê de jî Rûsya bazarê bi welatên rojavare dike. Wek tê zanîn di destpêkê de vekirî pişgirî dan rejîma Esed li di civîna G8 a dawî berya demekê serok komare Rûsya D. Medvedev got “şansê Bişar Esed hebû ku reforman bike lê pir heyf nekir” ev tê wê wateye ku ew ji dev ji siyaseta piştgirîya Esed berdidin. Wek tê zanîn grîngîyek teybet ya Sûrıye ji bo Rûsya ewe ku li Sûrîye li ser behra sipî bazên eskerî ên Rûsya hene.  weha diyare nuha Rûsya bi welatên rojavare di bazara sûrîyê dene. Her weha heta nuha muxalefeta Sûrîyê li dijî mudaxelek derve a nav axa Sûrıyê ne weha diyare muxlefeta sûrîyê ji tecrubeyên muxalefeta libyayê ders werdigre ku di cavê raya giştî Erebî de wek ”noker” nê nas kirin, lê ji alîkî din de jî muxalefeta Sûrîyê baş dizani bê alîkarîya derve jî nikarê rejîma Bees wergerîne. Muxalefeta Sûrî nuha bi Dîlema re beramberî hev bûne.
Di rewşa nuha de Kurdên Rojava her çuqas cudabûna siyasî di navbera wan de hebe jî lê bi tevayî siyasetek gelek bi rêk û pêk dimeşînin. Bes tiştekî nuha talûke li pêş tevgera Rojavayê kurdistanê heye ewe ku gelê Kurd gelek ji rejîma Bees kişandîye û em di zanîn hêrsek mezin di dilê gelê kurd de li hember vê rejîma dîktator heye. Hêrs gelek caran başe ku mirov bikaribe wê wek lazime bi kar binê lê car caran hêrs bûn dikare zerarê jî bi xwere bine. îroj divê sîyasetmendarên bi tecrube ên rojhilatê kurdistanê tenê lê miqatebin ku provaktorên rejîma Bees vê hêrsa gencên kurd ku bi salan di dilê wan de top bûye provake nekin û kurda nînin provakasyonê ku tevgera Kurd beravêtî bikin, wek li bakurê kurdistanê.  Dibê em baş bi zanibin wek gotinek  me ya pêşîya dibên “a grîng xwarina tirîye ne kuştina neetore”
Guhertinên li herema rojhilata naverast dibin  dikare gelek guhertinên mezin bi xwere bîne. Dewletên ku bi 10 salanê dijberî hevin dikarin bibin hevpeymanên hev nuha bi teybet ev dewletên Kurdistan perçe kirine gelek aktîv tevdigerin hadafa wan ya pêşî rê li bergirtina Dewletek kurde. Ev dewletana gelekî ji wan ku bi salan Kurd înkar kirin  nuha dixwazin  hinek tiştên bi çûk bidin Kurdan ku kurd dev ji dewletek kurd berdin.
Nuha pir rehet hevkarî dikare di navbera Turkî û îsraîlde bê çêkirin ji xwe dema Tayîp Erdogan di hilbijartinande bi ser ket Îsraîlya ew pîroz kir her weha wê demê gemîya marmara careke din hazirîya jibo alîkarîya Xezaye biçe filîstîn dikir lê ji nuşkave birayra sekinandina gemîya marmara hat dan. Her weha yek ji nakokîya navbera Turkî û Surî ewe ku sûrîye heta nuha jî bajarê Hatay di nav xerîta xwede wek bajarekî Sûrî ku ji alî Turkî disala 1939 hatîye dagiririn nîşan dide. Dervî vêya berya demekê ku Bişar Esed gilîyê Turkî li cem xameneyî ( serokê ruhanî yê Îranê) kiribû li ser wê di medya yê de hate eşkere kirin ku Îranê Turkî tehdît kiriye ku tevî nava karê Sûrîyê mebe. Ji alîkî din ve dujminê Sûrî Îsraîl heta nuha jî ne pir bi dile ku Hukme Bişar Esed bê wergerandin, Israîl dihesibîne Beşar Esed ji wanre ne pir talûkeye wek tê zanîn ev dor 15 salaye fîşekek ji alî Sûrîyê de ne çûye ser îsraîl. Heger havkarîyek di demên pêşde di navbera Îran ,Sûrîye û Îsraîl çê bibe dive mirov ecêb nemîne
Wek tê zanîn Turkîyê heta berya demekê bi xweşbûna têkilîyên xwe yên bi cîranên xwere xwe serkeftî di hesiband  lê vaye gelek expert dihesibinin ku ev ne raste. Wek profesorê unîversîta bîlge  Solî Özel dihesibîne ku “nuha siyaseta turkîyê ya derve li dawîyê sekinîye” Solî Özel dibêje nuha ”li heremê dervî Sûdîya Erebîye dostê Turkî kes nîne”.
Li heremê nuha gelek gûhertinên mezin pir zû dibin Kurd divê ji van guhertinan re hazirbin. Tiştê herî grîng ewe ku divê Kurd ji bîr nekin guhertinên nuha dibin ne li gor geopolitîk, li gor netewe û mezheb (ethnoconfessional) dibin. Heger startrejîya guhertinên li heremê li gor  ethnoconfessional  be, favorîtê berz ê vê stratejîya nuh Kurdistane.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark