Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Dīrok xwe divegerźnź bi pažerojek ronītir

 


dr.Zara Salih
 
helkeftina serbest berdana her sê serkirdayetiyên têkožer (Hesen Salih, Marûf Ehmed û Mihemed Mistefa), ku bêtirî sal û nîvekê derbas kirin di zindanên Sûrî de. Vê buyera han, lihevrastiyek anî ziman di derbarê girtin û berdana van kesan.
Di sala 2002an de, xwepêžendanek li pêžiya perlemanê Sûrî hate li darxistin, ew hewildana pêžî bû ji žikandina dîwarê tirsê, û di encamê wê de, du serkirdayetiyên partiya yekîtî hatin girtin ( Hesen Salih û Merwan Osman),


 wê çaxê pižtî salek û du heyva, ewlekariya sûrî nû wan berda. Bi rastî derûniya celda kurdî di astekî bilind de bû, guhertinên mezin pêk hatin, rêjîma Baes li Îraqê ketibû, û pêre jî hevalcewiya wê li Sûrî di tirsa xwe de bû, gava herdu têkožer hatin berdan bi dehê hezaran millet ew pêžwazî kirin, roj bi roj hestên netewî û raperînî bilindtir dibûn ta ku edî serhildana Qamižlo dest pê kir, lê mixabin neçû serî ji ber li deverên kurdan tenê bû.
Dîse jî ev buyer xwe dubare dike, lê bi žêwek ferehtir û ne tenê li Sûrî, belê li bêhtirîn welatên ereban mîna tsunamiyek bê serî ji aliyê van miletan ve ku êdî hemu rêjîmên dictator ji kok radikin.
Bêguman serbest berdana têkožerên kurd di van demên bihurî de, tê weke nîžaneke lihevrastiyê û girêdanê bi hervandina rêjîma Sedam ve û partiya Baes û rakirina  rayên wê. Ev nîžan hêviyekê çê dike ku li welatê Sûrî jî wê guhertin pêk werin, nemaze gava em dibînin çawa li seranserî welat serhildan û žoreže û bi hezaran qurban danîne û êdî rêya vegerê nema ye û wê ev žorež bighê armancê xwe.
Mirov bêtir baweriya wî bi rastiyê tê û tižtên darî çav, lê hin serpêhatî û buyer carna di warê derûnî de mirovan bi hêztir dikin û baweriyê xurtir dike, loma me ev çîrok anî ziman tevlu ku bawerî bi vê serhildanê heye, lê me xwest em hinekî roniyê bînin li ser xebatkarên gelê kurd ku îro jî vê role berdewam dikin û tevlî serhildan dibin ta ku žoreža Sûrî serkevê û mafê gelê kurd jî bête bi destxistin. Ev karê pîroz gelek pêdiviya tênê ziman, ku kurd yek bin weke millet û bizav û hemu hêz, ji ber derfet hatiye ku em wan xewnên xwe yên netewî û nižtimanî pêk bînin, ev jî wê di rêya yekdestiya miletê kurd de û žoreža ciwanên wê, ku em karibin berjewendiyên millet bidin pêž, em nakokiya jibîr bikin û kesayetiya xwe di hidurê vê doza pîroz de bibînin, ji ber serkeftin wê çaxê wê ji teva re be û her kes karibe xwe bibîne bi serbilidayi di welatê xwe de di rewža azadî û demokrasiyê û serfiraziyê de. Loma em Karin bêjin ku miletê me di hindirê welat de ê ku hemberî vê rêjîmê berxwedanê dike taw ê ji kok rake, ew xwedî mafe û xwediyê žoreža xwe ye û nûnerê wê ye , û em jî ji derve Karin pižtgiriya wê bikin, lê nabê em cihê wan bigrin û xebata wan bixin bin siya berjewendiyên kesayetî de, ku gereke ev diyarde peyde nebûba li dervey welat, lê mixabin wêneyek ne li gor hêviya ye û bi hêviya ku em karibin vê pirsgirêkê çareser bikin û xwe bixin bin xizmeta žoreža vî gelî de ta ku em bihev re û bi hemu xelkên sûrî re, ronîtirîn pažeroj bibînin.


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark