Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Bang ji bo malperên kurdî

 


Qado Þêrîn

Roja 25ê gulanê, Tevgera Ciwanên serhildana kurd daxwiyaniyek ragihand, ji daxwiyaniyê diyar bû ku hinan navê wan bi þêweyekî kevneperestiyane bikaraniye û êrîþî tevgera siyasî ya kurdî kirine. Di dûv re Tevgera Ciwanên Serhildanê di daxwiyaniya xwe de dinivîsin ku; li gel ku ew û Tevgera Siyasî ya kurd di gelek xaleyan de ne li gel hev in, lê em wê daxwiyaniyê derwîn derdixînin û ne me belav kiriye.


Ji ber wê ji xwedî û sernivîserên malperan re dibêjim: ne her cil li ser têla mirov tê raxistin.
Di van rojan de, gelek nivîs, daxwiyanî û bêbextiyên wisa belav dibin. Bila her kes þiyar û agahdar be..
Di demên zirav û teng de kesên baþ û zikêþ pêl li berjewendiyên kesane û partiyane dikin, daku berjewendiyên gel ên giþtî bi ser kevin.
Berî hezarên salan, mirov li hember êrîþên lawirên hov nêzîkî hev dibûn û bi dilekî mêrane dijiyan, daku bikaribin bijîn û biserkevin. Her wisa dema êrîþ û metirsî diçû ber deriyê êlan, gelek êl li dijî wan êrîþ û metirsiyan dibûn yek, daku xwe biparêzin û biserkevin. Îca di qonaxa guhertin û þoreþan de, ji me kurdan wek berpirsyariyeke dîrokî tê xwestin ku em nêzîkî hev bibin û dijîtiya hev nekin. Mafê xwe bi mêranî bixwazin an nebêjin em doza mafê gelê xwe dikin.
Bi gumana min heçê bi wan lîstikên kevneperestî radibe, rola rêjîmê dilîze, bê ku bi xwe hiþyar û agahdar be. ‘’Giya dibin keviran de namîne’’ û dê rojekê eþkere bibin û wek xayîn bên cezakirin, bi taybetî eger hat û þoreþa Sûriyê bi ser ket.
Di vê dema zirav û teng de, ji me hemiyan tê xwestin ku em berjewendiyên gelê xwe biparêzin û li dijî hev dernekevin. Heçê ji bo kesê xwe, çi jî ji bo berjewendiyên partiya xwe yekîtî û rêza kurdan têk bibe, yan jî bi tenha xwe serê karwan bajo, yan jî guman bike ku ew bi tenha xwe dikare mafê gelê kurd bistîne û xwediyê pirsgirêka kurd e, ew pirojeyên rêjîmê pêk tînin û bi þêweyekî ji þêweyan bi rola muxaberatên rêjîmê radibin.
Li dawî,
Bang û hêviya me ji medya kurdî, bi taybetî malperên Internetî, bila þiyar û agahdar bin, bila her tiþtî belav nekin, ne her nûçe, ne her gotar, û ne her daxwiyanî belav dibe. Pêþî bixwînin, binçav û lêkolîn bikin, jêderan nas bikin, û di dûv re binirxînin, eger di berjewendiya gelê me de be hûn dikarin biweþînin. Çîmkî hûn roleke dîrokî dilîzin, û ji bo ku hûn nebin hevparê dijmin û xayînên ku dixwazin þoreþa ciwanên we têk bibin agahdar û þiyar bin, her tiþtî belav nekin, ne her nivîs û daxwiyaniya giha we dikare baþ û di berjewendiya gelê me de be.
Û hûn sax bin boyî piþtgiriya gelê me…
30ê gulanê 2011
Qado Þêrîn


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark