Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji bona Rojavayê Kurdistanê komîteyên piştgirîyê…

 


Îbrahîm GUÇLU
ibrahimguclu21@gmail.com

Bihara siyasî ya ereban dom dike. Wusa diyar e ku ev pêvajoya bihara siyasî ya ereban dê demek dirêj jî dom bike û li ser hewirdora xwe jî bandorek mezin çê bike. Buyerên li Suriyeyê di qewiminin, beşek ji bihara siyasî ya ereban e.  Lewra li Suriyeyê her çiqas ji derveyî ereban, miletê kurd û kêmneteweyên din jî dijîn, Suriyeyê wek pêvajo û wek qewimandinên siyasî, nûha raste rast beşek ji dinyaya ereb e.


Li Suriyeyê du muxalefetên girseyî û dîrokî hene. Yek muxalefet, muxalefeta gelê ereb e. Ew muxalefeta, xwe bi hêzên îslamî, hêzên demokratxwaz, hêzên cep, hêzên lîberal, hêzên mafparêz îfade dike. Armanca muxalefeta ereb, demokratîzebûna Suriyeyê, avabûna rejima demokratîk li Suriyeyê, qezençkirina maf û azadiyên mirovî, siyasî, aborî, çandî ye. Tê xwestin ku li Suriyeyê rejîma demokratîk ya pirpartîtî û parlamenter ava bibe. Hêzên karbidest yên rêvebir û siyasî, yargi/dadwer, yasaçêker (meclîs) ji hevûdu veqete. Meclîs bi hilbijartinek demokratîk ya rasteqîne were hilbijartin, hikumet bi hilbijartinê bê guhertin. Yargi/dadwer serbixwe û bê teref be. Partiya Baasê, rêxistina muxaberatê û hêzên tarî û çekdar divê belav bibin.
Ew jî bi rûxandina rejîma baasê, têkçûna partiya baasê û bi çûna Başer Esadî dikare pêk bê.
Muxalefeta kurdan, muxalefetek a hem demokratîk û hem jî milî ye. Kurd, ji aliyêkî de wek gelê ereb û muxalefeta ereban demokrasi û demokratîzebûna Suriyeyê dixwazin; lê cem vê armanca esasî, armanca neteweya kurd; qezençkirina mafên kolektîf yên siyasî, îdarî, civakî, aborî, çandî ne. Kurd dixwazin bi zimanê xwe perwerde bibin û li welatê xwe desthilatdar bin. Kurdistan azad û rizxgar be; kurd xwe bi xwe îdare bikin. Di navbeyna miletê kurt û erab de, ji aliyê satuya siyasî û mafan de wekhevî çê bibe; kurd li Kurdistanê desthilatdar bin û li Suriyeyê jî desthilatdariya giştî ya siyasî parve bike.
Heta mirov dikare bibêje, li Suriyeyê jî, sedem û şerta demokratîzebûna Suriyeyê, kurd bigihîjin mafên xwe yên kollektîf. Dema ku li Suriyeyê jî, kurd negihîjin mafên xwe û qedera xwe bi destê xwe tayîn nekin û li welatê xwe nebin desthilatdar, li Suriyeyê demokrasiyek a hevdem, plûral, pirreng û pirdeng pêk naye.
                                                      *****
Loma jî armanca gelê ereb û kurd, armanca muxalefeta ereb û kurd, Divê herdu muxalefet dest bidin hevûdu, li ser pîvanên edaletî û wekhevîyê di navbeyna xwe de yekîtî û tîfaq pêk bînin.
Ji bona vê yekê jî şert hene: Lewra kurdan, piştî Lozanê her dem ji desthilatdariya Suriyeyê re muxalefet kiriye û barê giran yên demokratîzebûna Suriyeyê daye ser milên xwe. Muxalefeta kurd, muxalefetek organîzekirî û dîrokî ye. Kurdan gelek caran li hemberî rejîma kolonyalîst û totalîter rabûne ser xwe, serîhildanên sivîl pêk anîne, encama van serîhildanên sivîl jî şikest xwarine û di komkujiyê re derbas bûne.
Ji bona serîhildan sivîl ya nêzik mînak, serîhildana Qamişloyê ya di sala 2004-an de pêk hatibû.
Di vê qonaxeyê de muxalefeta ereban hîn aktîf e û zerarek mezin dibîne. Li Suriyeyê serîhildanên sivîl li her herêm û bajarekî rû didin. Li Kurdistanê muxalefetek bi kontrol û bi xwepêşandinan didomîne. Lewra kurd hîn baweriya xwe bi ereban nîn in. Lewra ereban hîn di derbarê mafên neteweya kurd de jî, bernameya xwe diyar nekirin. Loma jî kurd ditirsin ku piştî rejîma baasê bê rûxandin, ereb li dijî mafên kurdan derkevin.
Ji aliyê din de, di sala 2004-an de dema kurdan serîhidana sivîl pêk anîn, muxalefeta ereban ji kurdan re piştgirî nekirin.
Gelê kurd û muxalefeta demokratîk ya milî ya kurdan, di haman dem de xwediyê ceribandinê ye. Dema şerê li dijî Fransayê Kurdan li hemberî Fransayê piştgiriya ereban kirin, ereban piştî ku Fransayê dev ji Suriyeyê berda, mafên kurdan ne pejirandin. Li hemberî neteweya kurd, siyasetek kolonyalîst meşandin.
                                                   *****
Suriye, dewletek otorîter, totalîter, ji dinyayê re girtiye. Suriye, îzin nade ku rojnamevan û televîzyonçêker bikevin Suriyeyê. Li Suriyeyê înternet û heta têlefon qedexe ye.
Loma jî dinya, ji Suriyeyê, ji têkoşîna kurdan û ereban agahdar nabe. Wê demê jî desthilatdariya faşîst û totalîter gelek bi hêsanî dikare mudaxeleyî serîhildanên sivîl bike û komkujiyan pêk bîne.
Di demên dawî de biryara Dewleta Yekgirtî ya Amerîkayê (DYAyê) û Yekîtiya Ewrupayê (YEyê) di derbarê Suriyeyê de biryarên gelek girîng wergirtin. Lê divê ew ambargoya firehtir û xurttir bibe. Ew jî bi xebata muxalefetê û bi piştgiriya muxalefetê dikare pêk bê.
Ji bona vê yekê, divê li hemû beşên Kurdistanê û bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê, li hemû dewletan, bi taybetî jî li DYAyê û li dewletên YEyê komîteyên piştgirî yên Rojavayê Kurdistanê û Neteweya Kurd li Suriyeyê ava bibin.
Ew komîteyan, bi kurdan re raste rast pêywendî çê bikin, û ji wan agahdarî bigirin dinyayê agahdar bikin. Ji muxalefeta kurd re bibin piştgir. Li hemû welatan bi gelek cure xebatan, bi qempenyaya îmzayan, bi xwepêşandanan piştgirî bikin. Bii berpirsiayarên dewletan re û bi çapemeniya dinyayê re danûstandin bikin, lobiyek domdar ava bikin.
Ew komîteyan di heman dem de bi muxalefeta ereb ya Suriyeyê re jî xwediyê pêywendiyan bin.
Amed,  27. 05. 2011      

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark