Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Obama xewin û hêviyên gelên rojhilata naverast hişyarkirin

 


Diyar Ehmed

Di nava kel û gurbûna nerazîbûn, xwepêşandan, serhildan û şoreşên gelên rojhilata naverast û bakurê Ifrîqiya de. serokê Emerîka rêzdar Barak Obama axavtinek yekser û zelal ji gelên wê deverê re pêşkêş kir. di axavtina xwe de nêrîn û helwêstên siyaseta derve ya welatê Emerîka eşkere kir û gelên deverê piştrast kir, ku siyasetên tepeserî û çewsandinê di rojhilata naverast de nema êdî ber digirin û îro dem ne li bayê rijêmên dîktator û sitemkar digerê.


dengê hawar û qêrîna rûmetiya mirovatiyê li rojhilata naverast û bakurê ifrîqiya dengveda, li ser kûrbûn û bilindiya dengê azadîxwaz û rûmetvanên mirovatiyê erd û esman di bin lingên rijêmên regezperist û gendelkar de hejand, kaxetên wan tevlîhevkirin, derê hebana nerastî û derewan hate vekirin, hertişt ji miletên perîşan û belengaz re diyar bû, kaxetên xurtiya wan rijêman yên ku salan di ser hev de komkirîn di şev û rojekî de li ber zelalî û xurtiya dengê azadiyê şewitîn, kesî nema bawerî bi hebûna wan rijêmên sist û xav anîn û rastiya wan ji her kesî re hate zelalkirin, bi dengek bilind gotin: desthilatdarî di rojhilata naverast de di nav destên jimareka kêm de ye ji mirovên wan welatan , piraniya mirovên dîtir paşguh ve hatine avêtin û ji ked û karî bê barin. ji ber vê yekê serok Obama dest danî ser birînê, bi ron û zelal her tişt nav û nîşan kir, gurzên peyam û nameyên cuda ji aliyên peywendîdar re şandin û daxuyakirin ku du rêberên Bakurê Ifrîqiya  di bin hêz û fişara xwepêşander û serhildayan de  dest ji kar berdan û yên mayî jî li dûv wan di wê rêyê de wê herin. serok Obama piştgirî û palpiştiya welatê xwe ji gelên Misir û Tunisê re di guhertinên dîmokrasî de dupat kir û piştevaniya mafên gelên deverê di azadî û wekheviyê de daxwaz kir û got: ne welatê Emerîka miletên rojhilata naverast daxistin kolan û qadan. gelên wê herêmê çarenûsa xwe bi vîna xwe destnîşankir. siyaseta me di rojhilata naverast û bakurê ifrîqiya de avaye li ser bincîkirin û xurtkirina têgehên dîmokrasiyê û parastina mafên mirovan, û herweha peywendî û têkiliyên me jî di wê deverê de li ser rêzgirtin û berjewendiyên hevbeş yên her du aliyên têkildar  tên girêdan û avakirin.

Ronkirin û destnîşankirina rastiya mofikên bûyer û rûdanên rojhilata naverast û bakurê Ifrîqiya di axavtina serok Obama de sînorê helwêst û gumanên zêrevan û çavdêrên siyasî derbas kir û bal ber bi pir tiştên balkêş ve kişand, û bi zarek zelal xortê Tunisî Mihemed Bo`ezîzî derkerê çavkaniya bayê guhertinan binav kir, pesnê mêrxasiya gelê Sûriyê di rûyê rijêmê de da û ji serokê Sûriyê Beşar Esed xwest, ku hemî rengê tund û tûjiyê dijî xwepêşanderan rawestînê, tevaya zêndaniyên siyasî û girtiyên bîr û ramana serbest bikê, derî li pêşiya xwepêşandanên aştiyane  vekê û daxuyakirin ku rijêma Sûriyê miletê xwe bi koman dikujê. Ji ber wê jî di bin çi nîr û kewdanan de  em nikarin çavên xwe ji tund  û tûjiya dijî miletan tê kirin bigirin û eşkere got: Beşar Esed li duryanekî rawestaye yan divê serkêşiya çaksaziyên siyasî û guhertinên dîmokrasî bikê yan jê divê dest ji kar berdê. piştî ku serok Obama  axavtina xwe bi domahî anî. piraniya çavdêrên siyasî yên ku axavtin nerxandin bi eşkere ragihandin û gotin: di baweriya me de  rêzgirtin û pêbawerî bi Obama û gotinên wî di nava miletên rojhilata naverast û bakurê ifrîqiya de ji ya tevaya serok û rêberên wan welatan bilintir û zêdetire. eger ev gotin nîşan û wate na bidê ,wateya herî xuya di van gotinan de, ewe ku axavtina serok Obama di demeka rast de hat, axavtin serket,armancê nîşan anî û cihê xwe bi kûrahî girt .


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark