Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Bizavźn xortan…ū pažeroj

 


  Xelîl kalo

   Îro bi îna azadiyê, bizava xortan wê ji heftiya dehan /10/  yên xwepêžandanên azadiyê derbasbibe yeke pažtir ku li herêmên kurdan têne li darxistin , her bijî û sed car herbijî digel bizava gižtiya gelên sûrî bi hemû neteweyên xweve , ku ew bizav wê xwe ber heftiyên werên de berhemên baž bidestve bîne ,ev goman û dîtin  ne xeyale û ne derewe, belê  xebateke pîroz û mêjûyîye dijî sitemkariyê û rê vedike roj bi roj li pêžiya asoyeke bažtir ji bo gelê sûrî bi gižtî û gelê kurd bi taybetî,


armanc ewe ku pažerojeke gež were afirandin ser bingiha ku em hemû gelê sûrîne , pêkve digel hev bijîn bi girêbesteke civakî ya nûjen "destûr" naveroka wê dimuqrasî be , û mafê mirovan û azadiyên gižtî biparêze digel ku em kurd bijîn bi nasnameya xweyî netewî bê kesek yê dîtir inkarbike û hebûna wî bi çewisîne  .

  Heta niha civaka kurdan bi tevayî bijartiyên xwe bi žêweyekî qels û lawaz derbasî van xwepêžandana dibin , pirê li wan rûdanên ku li sûrî di qemin weke temeževan li meyze û seyrdikin bê berpirsyarî , bê helwest  û bê armanca xwe bidine xuyakirin  yan li ba wan hebe , xwe jê dûrdikin bi bihane û hin hêncetên pûç ku zarok pê qayil nabin ,armanca wan ji vê texepažîyê ewe ku xwe ji sêla sor dûrbixin û difikirin belkî sûd û berjewendiyên wan werin zirarkirin û gefkirin , pêre hin metirsiyên dîtir ku rêjîma basiyan di dema îro de weke gurê birîndar harbûye û hew dizanê çawa xwe biparêze ji ketina xwe ku pêre kužtin û girtinê dike  , ew rêjîm di wê bewrîyê deye ku di demên pêž mede wê temenê wê bi dawî bibe , lewma jî heta jê were wê hemû žêwe û nifžên hovane bi karbîne ,û vaye bikartîne li pirê bajarên serhildana .

  Bi rastî, bê ku em serê hev gêjbikin  , kurt kurmancî ev bizavên xortan wê bi ser kevin û  xwe bighînin astên bilind di demê pêžde , bê goman ewin ronak û hêviyên gelê me di pažerojê de ,ev rastî gereke em pê bawerbin û rastiya mêjûya her miletekîye ,li vir pêtiviyer em kurd bi hêz beždarî van çalakiyan bibin heta ev rewž û qunax xwe ber aso û rewžeke nûtir ve bibe , bê guhartin , pêžveçûn û rizgarkirin ji rêjîma bas û çanda wan ya žofînî bere kes ne fikirê ku wê karibe karekî baž bike yan jî wê bigihêje armancan , ji ber ev bû zedetirî /40/ salî jiyan rawestaye û alozbûye , eger ev rêjîm ne wê hilwežandin ji binê xwe ve di vê dema ku  nîr alîkarin ,lê ku ew basî bi mînin ser xwerebezê xwe ew dih carî ji demên berê wê zulm û serdestiya xwe ser gelê sûrî berdewambikin û wê devê me bi têlên hesinî bigrin ,wê rojê êdî požmanî tu sud û feydê nade .

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark