Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Ziman: Ji bo rênivîseke yekgirtî

 


  Hozan Robar

Gava yekem di fêrbûna zimanî de, rastnivîs e. Di çi zimanî de be, eger mirov di nivîsa xwe de þaþiyeke rêzimanî bike normal derbaz dibe çunku rêziman gelek fireh û kûr e, lê eger þaþî ya rênivîsê be gelek bi þerm tê dîtin.
Helbet ev nêrîn li cih e, çiku rênivîs hinek rêpîvan û rêzik in ku li gor wê hemû xwêner û nivîskarên wî zimanî dinivîsin û hemû pêdagiriya wê dikin.


Mînak jî di vî warî de gelek in, di zimanê îngilîzî yan fransî de zaf bêje hene ku tê de hin tîp û hin caran digihe 2-3 tîpan nahên bilêvkirin lê ew tên nivîsandin. Di zimanê îngilîzî de wek: right, soldier… her wiha di zimanê fransî de ji bo cihêkirina 2 bêjeyan ji hevdu ku ji heman tîpan pêk tên nîþandekekê li ser yekê datînin: ou bi wateya yan e û où bi wateya her
 

Anku xelkê ji xwe re li ser rênivîsekê li hev kiriye, lê kurdan çi li baþûr û çi li bakur ta niha nikarîn di hemû dam û dezgehên xwe de li ser rênivîseke yekgirtî li hev bikin. Sed dax û mixabin ji vê rewþa nelibar û xembar re.
 

Li baþûr (Herêma Kurdistanê) ji bajarekî heta bajarê din, na bi xwedê di heman bajarî de jî 2 dezgeh wek hev nanivîsin, rênivîsa qaþo Akademiya Kurdî dahênaye kes dan pê nane û pêgiriya rêzik û rêpîvanên wê nake.
 

Her li bakur jî rewþ ji wê ne baþtir e, heta niha hin kes pertûkên xwe bi (i) ya bê xal û bi (î) ya bê þebqe çap dikin. Gelek malper bê pêdeçûn (redaksiyon) nivîsan diweþînin û lihevkirin li ser rêbazeke nivîsê nîne. Her çiqas behane di destê wan de hebe ku dezgeheke taybet ji bo vî karî nîne, lê ev kar bi paþxistinê dê berbavê û bê wate bibe.
 

Ez nimûneyekê li ser lihevnekirina rênivîsê bi bîr bihînim:
 

Ev cînava nenas (nebinavkirî) tu, ti, çi, çu li her cihekî yek ji wan bi kar tê yan ji nivîskarekî ta nivîskarê din û li gor baweriya xwe her yek a xwe dinivîse.
 

Di vê mînakê de têbîniyeke wek ya mînaka borî ya di zimanê fransî de heye. Gelo em ê çawa tu (cînava kesane) û tu (cînava nenas) ji nav hev derxin.
 

Tu hevalê min î        (cînava kesane)
Min tu heval nînin   (cînava nenas)
Belkî hinek bêjin, cudahiya wan ji hevdu diyar e. Ev yek ji bo kurdekî tê bawer kirin (helbet ku zimanê wî yê dayîkê kurdî be). Lê eger kesekî biyanî bixwaze fêrî kurdî bibe, ew dê çawa wan her du cînavan di vê mînakê de ji ber hev derxe:
tu tu kesî nas dikî?       (tu ti kesî nas dikî?)
Lewma ez dibêjim ti behane nîne ku em dest ji tu (cînava nenas) biþon û berdêla wê ti bi kar bînin, tevî ku ew li hin herêman bi “u” tê bilêvkirin ne bi “i”.
Her wiha derbarê çi, çu de, her tê zanîn tîpa (u) bi piranî li pey van tîpan têt (h, g, k, q, x) û kêm caran li pey (ç) têt, her wiha ev þêwe (çu) di herêmeke gelek teng de heye, xwaziya nivîskarên me yên ji wê herêmê bikaribin çu ya xwe bikin çi, helbet mebesta min tenê di nivîsê de û her dîsa bila çu bi lêv bikin.
 

Gelo ma qey nabe, ma nabe ji bo rênivîseke yekgirtî durist bibe, em çend gotinan ne bi dilê xwe binivîsînin, ma hemû kar bi kêfa dilan dibin.
 

Ez ji kesên ku gotinên min ne bi dilê wan in, dipirsim: Xelk çawa fêr dibe van peyvên îngilîzî bi lêv bike: ball, right, nation, does… û bi sedan peyvên din hene ku gelek tîp tê de nahên bilêvkirin yan bi þêweyekî din têne bilêvkirin.
 

Helbet, mebesta min bi van çend gotinan ne reþbînî ye. Bi berevajî ez geþbîn im û bi taybet bi kurmancî. Eger em rewþê bi berî 15 salan re hevber bikin dixuye ku hêdî hêdî hemû kanî û avze di rûbarekî de kom dibin.
 

Êdî, hêleke (xeteke) pan û aþkera di rênivîsa kurdî de diyar e, lewma divê em li ser wê hêlê re biçin û eger pêþniyaz û lêkolîn hebin em pêþkêþî dezgeh û pisporên zimanî bikin, neku bi serê xwe serkêþiya dîlanekê bikin.
 

Ji bîr nekin, nifþên nû tên û pêdiviya wan bi rênivîseke rast û yekgirtî heye.
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark