Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rapora Bźkir ū Hamilton ne tenź li dijī gelź Kurd de,

 

 lê ewa li dijî  bayê dêmokratiyê li Rojhilatanavîn e jî

Dr.Ebdilmecît Žêxo

Pir caran di dîrokê de žer û borandinên cîhanî mezin ji bo rizgarkirina gelên bindest dibin fersendên kêrhatî, ewan gelan sudên mezin ji wan heyamên awerte dibînin û  dewletên serbixwe an nîv serbixwe ava dikin.


Žerê yekemîn di salên (1914-1918) de,  rûxandina Împiratora osmanî û avakirina hin dewltên nîvserbixwe li ser xaka welatê erebî nimûneyên diyar in. Dîsan rûxandina destlata Sovyetistanê û Yogislafiya berê ji sala 1990 î û vir de bûne sedema serxwebûna pir komarên Sovyetistana berê û pižtî cengeke mezin navxweyî  di salên 1992-1995  de hin dewltên serbixwe li žûn Yogislafiya yekgirtî li gor hevpeymana"Datiyon" di sala 1995 an de bi alîkariya Emêrêka hatin damezrandin û herweha jî di encama hilwežandina sêstêma sosyalistiyê  ,Almaniya Rojava û Almaniya Rojhilat jî bûne yek dewlet.
Girêdayî van axivtinên jorîn jî, mirov dikane dîsan hevpeymana "Sêverê" ya ku di pižtî cenga cîhanê ya yekem de, di sala 1920 ê de  pêk hatiye, bi bîrhûne.
Li gorî peymana "Sayiks-Pîko di sala 1916 an de, dewletên hevpeyman pir gel û axên wan gelan ji bin nîrê Osmaniyan rizgar  kirin û dewletên nîvserbixwe di bin siyên koleddarên nû mîna Firansa, Birêtaniya, Îtaliya de av bûn.
Di wê demê de nûnerên gelê Kurd mîna Cenêral Žerîf Paža daxwaza avakirina dewletek kurdî ji kongira ažtiyê"Hevpeymana Sêverê " kir, lê dewletên hevpeyman li gorî berjewendiyên xwe hinek giringî dane gelê Kurd û biryara pênasîna mafê gelê  Kurd û damezrandina dewletek autonomî li ser(sedî 40) ji axa Kurdistana Bakur istandi bûn.
Ev hevpeymana û pênasîna mafê netewî ji aliyên dewletên navnetewî de di dîroka Kurdistanê de cihekî nirxbuha istanti bûn, lê mixabin dewletên hevpeyman li ser sozên xwe neman, her dewletek ji wanan li gorî kêrhatiyên xwe têkelî bi Mistefa Kemal Ataturk re kirin, li gorî sudên xwe li doza  gelê Kurd temaže kirin û nedixwastin biryara "Sêverê" dermafê gelê Kurd zû, zû pêk hûnin. M.Atatuk pêwendiyên xwe bi dewletên hevpeyman re rind dikir û li dawiyê di sala 1923 an de peymana "lozanê " derket hola  siyasî. Dewletên hevpeyman di vê peymanê de gelê Kurd yekcarî ne anîn ser zimanên xwe,û ne jî çêra hevpeymana "Sêverê "  bûn.Bi vî rengî gelê Kurd bûye qurbana berjewendiyên dewletên  sermiyandar û koledar.
Lê dîsan gelê Kurd xwe ne spart qedera siyasî, ewî raperîn û žorežên kurdî berdewam kirin. Di sala1946 an de li Îranê komara Kurdistan bi seroketiya nemir Qazî Muhemed û bi alîkariya hin dewletên navnetewî ava bû û bi alîkariya van dewletên navnetewî bi xwe jî  komara Kurdistan hate rûxandin û serokê  komara Kurdistanê jî hate darvekirin. Ev jî dîsan di dîroka siyaseta dewletên navnetewî de mîna Emêrîka, Firansa, Birêtaniya, Sovyetistana berê mînakeke gež e, armancên van dewletan berî her tižtî berjewendî ne û ne pêkanîna dêmokratiyê ye.
Dîsan wek nimûne, žoreža Kurdistana Îraqê ya dawiyê bi seroketiya nemir M.M.Berzanî di sala 1975 an de bi alîkariya Emêrîka hate rûxandin , Emêrîka sozên xwe bi nûnerên gelê Kurd re bi cih ne anîn û žalyarê derve yê Emêrîka Hinrî Kêsingir gote raya gižtî ku di siyasetê de sincî nîne.
Di sala1991 ê de raperîn li herêma Kurdistana Îraqê çê bûn, bi milyonan Kurd penaber bûn. Di 5. 04.1991 ê de en*****ena  parastinê ya navnetewî biryara parastina herêma Kurdistanê derxist , di 19.05.1992 an de yekemîn perlemana kurdî hate hilbijartin û  di 5.07.1992 an de yekemîn hukumeta kurdî jî hate ragîhandin .
Di van serbûyerên jorîn de rola Emêrîka di pižtvaniya gelê Kurd de pir bilind bû, Kurdan gotin ; hêdî Emêrîka li xwe vegeriya ye, ewa dixwaze alîkariya gelê Kurd  bi kêmasî li Kurdistana Îraqê bike, lewra jî piraniya partiyên Kurdistanê xwestin helwestên Emêrîka yên berê, û helwestên dewletên hevpeyman yên neyênî dermafê gelê Kurd di hevpeymana "Lozanê "de û rola Emêrîka di rûxandina žoreža  1975 an de jibîr bikin û bi hižeke nû, bûyerên nû li cîhanê û bi taybetî li Rojhilatanavîn bixûnin.
Li aliyê din bi rastî Emêrîka û dewletên din mîna Birêtaniya, herêma Kurdistanê ji hêrižên Sedamê dîktetur parastin û gelê Kurd herêma xwe Kurdistan bi xwe xwe û bi rêbertiyên du partiyên sereke, P.D.K (kek Mesud Berzanî ),Y.N.K(mam Celal Talbanî  bi rêvebirin. Pêwendiyên pêžengên Kurdistanê bi partiyên Erebên Îraqê û ji bo rûxandina  rêjîma Sedam xurtir dibûn. Herweha jî hemû partiyên kurdistanî û yên Îraqî bi karên hevbež ji bo têkçûna rêjîma partiya "Bes"  têkeliyên xwe bi Emêrîka û Birêtaniya re pir baž kirin, û evan herdu dewletên hêzdar bi razîbûna hêzên  îraqî û kurdistanî destlata "Bes" di 9.04.2003 an de bi hêrižeke ležgerî  rûxandin. Heyameke siyasî nû li Îraqê peyda bû, d i cîhana siyasî de hate gotin, ku Emêrîka pirojeya xwe ya bi Rojhilatanavîn ya nû ji Îraqê de destpê kir, hemû hêzên dêmokrat û bi taybetî li Rojhilatanavîn bi rûxandina rêjîma dîktetur dilžad bûn, ewanan bi hêviyên mezin li pêžerojên xwe temaže kirin.  Du hukumetên Îraqê yên katî bi lihevhatinên partiyên kurdî û erebî û bi serdariyên van herdu berêzan 1- Îyad Elawaî  2- û Îbrahîm Elceferî hatin damezrandin
Di pižt re hukumeta Norî Elmalikî hate avakirin û berêz Mam Celal Talbanî mîna serokê Îraqa fêderal cara duhem hate vebjartin.
Bê guman di vê heyamê de jî destura Îraqa fedêral di perlemana Îraqê de hatiye pejrandin,û  di desturê de hatiye ku divê li gorî xala 140 î   pirsa Kerkuka kurdistanî ta sala 2007 an çareser bibe.
Lê weke ji hemû cîhanê re rind diyar bû ye ku ji roja rûxandina rêjîma "Bes" de û ta roja îro rêxistina "Elqaîde" ya têror, rêxistinên erebî sinî û hin caran yên žî-î  û bermayên partiya "Bes" bi alîkariyên hin dewletên cîran û bi taybetî mîna dewleta Sûriyê žerê hukumeta Îraqa fêderal bi hemû alavên ne rewa dikin û  ta niha bi hezaran  hemwelatiyên îraqî bi karên têrorî û xwekujtinî hatine žehîdkirin .
Hêzên dewletên hevpeyman bi seroketiya ležgerên Emêrîka û ležgerên komara fêderal gelek aloziyên dijwar dîtine û hîn jî dibînin, ewanan mixabin nikanî bûn û hîn jî nikanin gelê Îraqê ji hêrižên têrorist, hêzên netewperest û  kevneperest biparêzin, ango gelê Îraqê di bê aramiyeke mezin de dijî. Di van mehên dawiyê de pir ežkere bû ku dewletên hevpeyman bi serdariya Emêrîka ji xwe re li hin berdêlên çareseriyê digerin, lê bê guman ewanan dizanin ku çare li nik hêzên  Erebên sinî, partiya "Bes" û dewletên dirawsê  ye. Lewra jî destlata Emêrîka hîn beriya  9 mehan du kesayetiyên nasdar1-Bêkir ji partiya komarî  (Elcomhorî ).2-Hamilton ji partiya Eldêmokratî ji bo amedekirina raporeke gižtî žandin Bexdadê,û evan herduyan rapora xwe bi 160 rûpelî  û  bi 79 xalan di 1.02.2006  an de pêžkêžî  raya gižtî kirin. Çima ev rapora hate holê?
Her mirovek hêdî zane ku dewletên hevpeyman bi seroketiya Emêrîka hêdî nikane berevaniya gelê Îraqê bike, gelên wan dewletên hevpeyman û  pir partiyên wan dewletan, rexnên xwe arastî destlatên xwe dikin, ewanan dibînin ku Emêrîka ,Birêtaniya li Îraqê binketî ne  û  hêdî ewanan naxwezin hemwelatiyên xwe li Îraqê bimirin. Ev her du partî naxwzin cemawer  ji xwe  dilsarî bikin û naxwazin jî berjewendiyên xwe li Rojhilatanavîn winda bikin, ji ber vê jî  ewanan xwe neçar dibînin, ku nameyekê bi 160 rûpelan ji van hêzên  karîger û dewletên dirawsê re bižînin .Bi ser vê de jî balyozê dewleta Emêrika Xelîl Zade hîn berîya derketina vê raporê  bi dizî diyalogên lihevhatinê bi rêberên  partiya "Bes" re li Urdonê pêk anî bûn. Diyar e mercên  pêžengên Besiyan li ser Xelîl Zade pir giran bûn, çimkî ewanan ji wî re goti bûn û ji wî xwesti bûn;  ta ku diyalog  di navbera me de  berdewam bibin, divê  hûn di gava yekem de Sedam Husên ji zîndanê serbest bikin. Dêmek pir ji me re zelal dibe, ku çiqas Emêrîka li Îraqê serketî ye û ewa çiqas binketî ye.
Wek me got; rapora Bêkir-Hamilton nameyek pir zelale, Emêrîka dixwaze li ser navên van herdu siyasetvanên navdar Bêkir û Hamêlton ji dewletên cîranên Îraqê bi belge bêje; va ye tižtên ku hûn ji wan ditirsin, emê wan tirsan ji dilên we derxînin. Dewletên dirawsê pir bi dilxwežî li vê  rapora bêzar temaže kirin ji ber ku, ewanan û hemî hêzên dijî dêmokratiya Îraqê baž dîtin; ku Emêrîka li Îraqê westîya ye û ewa hêdî nikane pêdariyê baž li Îraqê bike .2-Ewa hêdî nikane pêpendiyê bi destura Îraqê ya rewa bike ango ewa niyaz dike ku destura Îraqê li gor hin berjewndiyên wan dewletan û wan hêzên  regezperst bi kar hûnin.3- Ya herî giring ew e ku Emêrîka  dixwaze bi çavên din li gelê Kurd û Kurdistanê temaže bike, yanê Emêrîka (Bêkir –Hamilton) navê Kurd û Kurdistanê di rapora xwe de bi mebestek neyênî neanîne zimên, lewra ne dûr e ku ewa dixwaze nerasterast dîsan hevpeymana "Lozanê"hûne bîra van dewletên dirawsê û hevkarên wan.4-Ewan di rapora xwe de pirsa çareserkirina Kerkukê rawestandin.5- Ewanan dixwazin fêderaliya Kurdistana Îraqê jar bibe û destlatiya dewleta navbendî li Bexdadê li ser Kurdistanê hêztir bikin, ango ewanan dixwazin hukumeta herêma Kurdistanê qelstir bikin, ta ku rola gelê Kurd li Kurdistanê jartir û qelstir bibe û nikanibin di pêžerojê de bi hêz berevaniya mafên gelê Kurd yên dadmend bike û ta ku hukumeta herêma Kurdistanê nikanibe sudan li gelê Kurd li bežên din jî bike 6- Bêkir û Hamilton bi awayeke vekirî diyalogan bi dewletên cîran re dixwazin .
Lê dewletên cîran jî bi tektîkên jêhatî û li gorî berjewendiyên xwe bazarê bi Emêrîka  re li ser hin pirsan vekir û li ser hin pirsên din bi nehênî dikin wek nimûne; Îran ji Emêrîka dixweze ku ewa pirojeya wê ya atomî rewa bibîne û hêdî žerê wê neke . û Sûriyê jî dixwaze ku Îsraîl gira Colanê li wê vegerîne.Turkiyê jî yekcarî naxweze ku Erebên žî î li Îraqê xawên roleke mezin bin, an  fêderalî li herêma bažura Îraqê ji bo žîyan jî ava bibe. lewra jî me dît ku di vê mehê de, çawaTurkiyê kongira Erebên sinî li Istenbolê hembêz kir.
Li aliyê din Sûriyê bi dizî ji Emêrîka dixwaze ku ewa çavên xwe li ser dadgeha navnetewî derbarê kujtina Refîq Elherîrî û žalyar Bîr Cemîl damrînin .
Em nikanin bawer bikin ku Sûriyê bi van daxwazên xwe re rastgo ye, ewa jî weke Emêrîka bazirganiya xwe dike, yanê ewa pir qezencan ji Emêrîka û ji Îsraîl dixwaze, lê bi ya me be, Sûriyê di rewža niha de dê tenê li ser du daxwazan raweste;1-Divê ku Emêrika û hevalbendên wê rasterast bi rûxandina rêjîma partiya "Bes"li Sûriyê  neramin.2- Divê evan dewletan rastiya rapora dadgeha navdewletî dermafê Refîq Elherîrî û Pîr Cemîl bincil bikin3-Divê evan dewletan pižtvaniya sazî û rêxistinên rikber li hundir û li dervayê welêt nekin.
Lê bi ya me be, hemû daxwaziyên din ji Sûriyê re ne pir giring in, ewa bi van daxwaziyên xwe mîna vegerandina gira Colanê, ji xwe re dike mîna ciwankirina rûya xwe ya netewî .
Li aliyê din jî Kundelîza Rayis žalyara derve ya Emêrîka hin caran di ragihandinê de dibêje; em diyalogan bi Sûriyê û Îranê re napejrînin. Bi vî rengî nirîna wê tersî banga Bêkir û Hamilton ji Sûriyê û Îranê re ji bo diyalogê ye. Ev du nirînên bervajî hev ji dewleta Emêrika cihê gumanin mezinin. Em dibêjin herdu  dewlet  pir tižtan ji hev dixwazin, lê herdu jî dixwazin li dawiya bazarê de li ser van du xalên niha zor giring û metirsî rawestin .!-Sûriyê alîkariya komara Îraqê ya fêderal bike,û alîkariya  rêxistinên rikber û têrorîstan neke. Ev niha ji bo Emêrîka zor  giring e.2- Li hember wê Emêrîka hukemeta Sûriyê ji rûxandinê û rikberan biparêze .
Bê guman eger di rastiyê de ev herdu dewlet li ser van herdu xalan bi tenê û bi dizî li hev bikin, di nirîna me de ewa ne tenê lêdaneke neyînî mezin ji Kurdan re ye, lê ewa wek tîreke din arastî  hemû hêzên dêmokratîxwez li herêma Rojhilatanavîn dibe .
Hêzên dêmokratîxwz li van welatan berê qels û jar in, ewanan û mixabin nikanin li ser  lingên xwe li hember destlaên welatên xwe rawestin. Vê carê ewanan dê her qelstir bibin û dê carek din cîhana dêmokratîxwezan bibe qurbana qezencên dewletên  keysebaz û berjewendparêz.
Belkî ji ber van siyasetên  Emêrîka yên çewt,Turkiyê wêrî bû,  komgira Erebên sinî li Istenbulê hembêz bikira, ta ku Emêrîka hîn pirtir kompirîmîsan bi dewletên cîran re bike, hin daxwazên wan yên giring mîna pirsa Kerkukê û fêderaliya Kurdistanê )li Îraqê bibihîsin,û destkewtiyên gelê Kurdistanê dîsan beravêtî bikin .
Derçûna rapora Bêkir-Hamilton bêaramiyek mezin li nik serkirdayetiya hikumeta Kurdistanê û gelê Kurd li her çar bežên Kurdistanê peyda kir, serokê herêma Kurdistanê gelek bi lez helwesta xwe bi neyînî li diji vê raporê derbirî ,hemû partiyên Kurdistanê û bi hezaran rewženbîr û siyasetmedarên serbixwe eva rapora rexnekirin.
Tevî em dizanin ku serok Corc Bož  bi telîfonê bi serokê Kurdistanê kek Mesud Berzanî re û bi serokê Îraqê mam Celal Talbanî re goti bû , divê hûn xwe bê aram nekin, emê her tižtî li gor sudên Îraqê bikin, û em destkewtiyên xwe û we li Îraqê têknadin…serok Corc Bož bi van gotinên gelemper bersiva herdu serokan û bersiva gelê Kurdistanê û Îraqê  anîn zimên. lê mixabin em dibînin ku bersiva serokê Emêrîka  bersiveke ne zela e, di wê de tu çespandin li ser destkewtiyên gelê Kurdistanê û li ser Kerkukê û hêzkirina Kurdistana fêderal ranewestiya ye, lewra jî gelê Kurdistanê di ne hêminiyê de dijî û em hemî naxwazin bawer bikin ku Emêrîka carek din sozên xwe bi  pêžengên  Kurdistanê û gelê Kurd re bi chi nîne
Di encama van gotinên xwe de em dixwazin bêjin ku niha Emêrîka cihê rexneyeke mezin e  1-Ji ber ku ewê nikanî bû rewža Îraqê berî rûxandina rêjîma dîktetur baž bixwenda.
2- Ewê nikanî bû pêžde rastiya hundir Îraqê bidîta.3-Ewê pêžda lîskên xwe yên siyasî bi dewletên dirawsê re nekiri bûn. 4-Emêrîka zora xwe tenê dabû hêza xwe ya ležgerî.5-Emêrîka û hevalbendên wê pižtî rûxandina rêjîma Sedamî dîsan pir caran bi serê xwe biryar istandine û li gor nirînên xwe û bê qedirdayîn ji nirînên partî û rêxstinên îraqî re, bi taybetî di warê asayêžê de gavên xwe žaž avêtine.
Em bawer dikin hîn pir xalên din li pižt perdan hene ku em niha nikanin wan bibînin, bê guman di rojên duhatî de dê hîn gelek pirsên din zelal bibin .
Lê eger sedemên  Emêrîka çi dibin ,bila bibin ,ewa û hevalbendên xwe ve bi pêkanîna vê raporê  dîsan birîneke gewre di terma tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê de vedikin  û ziyaneke bêsînor digînin bizava dêmokratiyê li Rojhilatanavîn.
Lewra, divê ne tenê gelê Kurd li Kurdistana bažur nerazîbûna xwe ji rapora van herdu  siyasetmedaran derbibirin, lê  pêwîst e gelê Kurd li her sê bežên din jî, hemû rêxistin û partiyên dêmokratîxwez, ažtîxwaz û bi kêmasî li Rojhilatanavîn bi awayên žarastanî helwestên xwe li dijî xalên neyênî di raporê de hûnin zimên .      
       

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark