Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

sersaxî: Bela Serê Gelê Kurd Sax be, Cewher Namiq jî Jiyana xwe jidest da

 


 
Serokê yekê ê Parlamentoya Herêma Kuridstanê û endamê Buroya Siyasî ê PDK-ê ê berê Cewher Namik Salim îro; piştî 24-ê şevê li Swêdê Stockholmê li nexweşxaneyê ji ber kansera pişikê jiyana xwe jidestda.

Cewher Namiq Salim yek ji endam û pêşmergeyên kevn ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-ê) bû. Di nav partiyê de wek kadroyeka çalak zana hat naskirin û di gelek bizavan de li pêş bû. Ew heta endametiya buroya siyasî ya PDK-ê hilkişiya, wek sekreterê PB-ya PDK-ê kar kir.


 Sala 1992-yê ew bû parlamenter û wek serokê yekemîn parlamentoya Kurdistanê hat hilbijartin. Serokatiya wî heta sala 1999-ê berdewam kir.

Di 1999-ê de ji karên siyasî vekişiya û vegeriya Swêdê. Ev demek e ji ber nexweşiya kanserê tedawî dibû û di demên dawiyê de li nexweşxaneyê hatibû razandin. Di hilbijartinên derbasbûyî yên Kurdistanê de nevê wî bi hevkariya li ger Gorranê derket lê wî berbijêriya xwe ya ji bo vê tevgerê nîşan neda û ew neket hilbijartinan.
Endamê PB-ya PDK-ê Cafer Îbrahîm ragihand ku serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û rêberiya PDK-ê di wê mihaweleyê de ne ku di zûtirîn wext de cenazeyê Cewher Namiq bê şandin Kuridstanê û bi merasimeka şayeste ya partî û dewletê ew bê veşartin.

Jêder; Netkurd

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark