Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Daxuyanî: Daxuyanî bi helkefta cejna jinê ya cîhanî

 


Dema civata navdewletî hersal di roja 8 avdarê cejna jinê vejîn dike, ew nameyeke ji hemî gelên cîhanê re bi giringiya berdewamya xebatê ji bo wek heviyê di hemî waran de di navbira mêr û jinan de û bicîkirin û çespandina hemî mafên mirovatî yên ku jin bi dûmahiya sedên salan jê bêpar maye.
Wek serpêhatiyên dirokî didin nîþan, civata ku ne wek hevî dinavbira Jin û mêr de tê de hebe, ew civat dimîne civatek seqete, civatek nexweþe nikare alavên pêþketinê bi dest xwe bîne, Çimkî ew civat nêviyê hêza xwe tenê bikartînin, ji ber wê jî rêzgirtina mafên jinê îro bûye pîvanek gelkî giring ji nirxandina pêþketina miletan û civetan re.


Raste jinê di gelek deverên cîhanê de destkewtin hêja di warê wekheviyê de pêkanîye û bi taybetî li ser asta mavê kar û serxwebûna aborî û xwendin û zanînê û her wekî mafên dîtir lê jin hîn li gelek deverên cîhanê kêferat û berxwedanê li dijî Çand û siyasta kevneperest dike û hîn azarî û zehmetiyan dikþîne, û bê pare ji bêtirîn mafên xwe yê mirovatî, ji bo vê rastiyê pêwîste di xebata azadiyê û dîmuqrasiyê û pêþketinê de siloganên mafên jinê û  daxwaza wekheviyê di nabira herdû tuxmên mirovan de serekebin ji hemî hêz û rêxistinê nû dem re yê ku baweriya xwe pêþketin û azadiyê tînin, ji ber xebat ji bo azadiyê û dîmuqrasiyê û pêþketinê bê wateye eger daxwazên rêzgarkirina jinê ji qeyd û zincîrên tîtalên civaka kevneperst ne serekebin.
millete kurd wek yek ji kêmtrîn milletên cîhanê yê ku hîn keferata hebûnê û bi cîkrina nasnama xwe ya netwî  û azadiyê dike li hember hêz û desthelatên totalîtar û tuxumperest û dagirker,  Pêwîste mafê jina kurd bên parstint û hevpar hemî mafên mirovatî be, û bi hemi hêza xwe beþdarî vê xebatê bibe,  ji ber  hevparî û beþdariya jina kurd li vê xebatê yek ji mercên serkeftina wê ye, ûji bo vê rastiyê ji giringe  hemî kelem û qeydin Çanda kevneperest ji pêþiya rola jinê bên rakirin,  ji ber xebata ji bo azadiyê ji hev tucar cûda nabe, Çi azadiya welat û Çi azadiya jinê ew herdû bi yek watê têne nirxandin.
Ji erkê jina kurd jî bi tevayî û bi taybetî jina kurd li vî perçê kurdistanê,  ku ji xebata azadiyê û pêkanîna mafên netewî tucar xwe bi þûnde nemîne, û jê tê xwestin ku bi merê kurd re mil bi mil pêvajoya vê xebatê pêþve bibe, û wek em wê dinasin, em bawerin ku jinek xebatkar, têkoþere, bandorek wê dîrokî di vê xebatê de heye û ev wê hîn geþtir û bi hêztir bibe, û bi taybetî divê vê qonaxê de, qonaxa þoreþ û serhildanên milletan ji bo azadî û dîmuqrasiyê di herêma mede( li Tûnisê li Misrê Lîbiyayê û Yemenê û li welatê Ereban yên dîtir….), û em bawerin ku bayê þoreþa azadiyê wê di demek nêzîk de bi ser Sûriyê jî di were û divê jina Sûrî û jina kurd cihê xwe diav þoreþan de bigre .
Silav ji jina Sûriyê.. sed silav ji jina Kurd re bi vê helkeftê
 û cejna we pîroz be
8/3/2011
Nivîsgeha Jin û ciwanan a
Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûrî 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark