Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Silavek Wefadarî Ji Giyanê Mamoste Rezoyê Osê Re

 


  Konê Reþ

Li azmanê bilind îro, þevên tarî hejarim ez
Stêra min xuya nake, nema ron û zelalim ez
           Rezoyê Osê

   Wek ku diyar e berî salekê, di rojek mîna îro de(04.03.2011), mamostayê ziman û peyva Kurdî a resen Rezoyê Osê ji nav me barkir. Bi koçkirina wî re valahiyek berz di qada rewþenbîriya Kurdî de hat dîtin.. Rehmetî ji kesên pêþî bû di gel Zagrosê Haco ku korsên zimanê Kurdî di destpêka salên 1980 î de ji xortên Cizîrê re vekirin û bi dehan xort û keç fêrî zimanê dê kirin.. Hem jî bi nivîsandinên xwe yên bi zimanê Kurdî, bi karê xwe yê rojnamevanî û her wiha bi çalakiyên xwe yên rewþenbîrî û têvel xwedî cih û naskirî bû.. Ji bil pirtûkên wî yên bi zimanê Kurdî çapkirî û yên ku amade ne ji çapê re..


   Di vê bîranîna diltezîn de mirov nikare wî bibîr neyne, serdana gora wî neke û gurzek kulîlk li ber serê wî daneyne.. Sebaretî min, wek dostekî wî yê nêzîk nizanim bi çi gotinan wî bibîr bînim; hema ez ê berê xwe bidim gundê wî Dekþûrî..  Ser gora wî a ku niha çûk û çivîk li ser kêla ber serê wî datînin û ew jî wek min sirûdên þîniyê dibêjin; ji xakê vegeriya xakê.. Ji Dekþûrî vegeriya Dekþûrî.. Ji jiyanê bi tenê bîranîn dimînin.. Erê bi tenê bîranîn dimînin.. Belê xweþ e ku kar û barê mirov di vê jiyana kurt de çandina bîranînên çak û rind be.. Pîþ û sazê mirov di xizmeta welat û welatiyên wî de be.. Mane Kurdan ji mêj ve gotiye: Tu çi tovê di xakê de bireþînî tê berê wî tovî hilînî.. Hem jî gotine: Ga dimre çerim dimîne, mêr dimre nav dimîne.. Erê em ê tev li axê vegerin..
   Belê, gelkî rind e ku mirov bîranînên çak û bedew li pey xwe bihêle.. Bêguman mamoste Rezoyê Osê jî yek ji wan kesan bû yên ku bîranînên rind li cem me hiþtine.. Çiko wî beþekî mezin ji jiyana xwe diyarî welat û welatiyên xwe kiribû.. Bi gotineke din xwe kiribû weqif ji ziman û rewþenbîriya Kurdî re..
Erê di serê vê biharê de ez gurzek Nergiz diyarî canê wî dikim û jêre dibêjim: Na mamoste! Stêra te di asmanê welat de hêjî berz, geþ û bilind xuya dike û gelek li ber ronahiya wê ber xwe dibînin..
Ji Yezdanê mezin bihêvî me ku cihê wî bihiþta rengîn be.

Konê Reþ
Qamiþlo, 04.03.2011

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark