Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Zimanê helbestê û zimanê axiftinê

 


Kamran Simo Hedilî

Çawa helbestvan hestên xwe derbasî xwendevanên xwe dikin? Zimanê ku helbest pê tê nivîsandin û zimanê helbestê çi bandorê li hev dikin?
Berî ku bersiva van pirsan were dayîn pêwîst e ku mirov, li dema kesên helbestê dixwînin an jî guhdar dikin, li rewşa wan ya ruhî binêre. Ya duyemîn, Têgihîn, nêrîn, çavderî, şêwê xeyal anîna ziman û bi hêzbûna derbirîna helbestvan hesab bike. Ya sêyemîn, bikaranîna zanîna ziman di helbestê de ye. Ku ev merc hemû bi cih hatibin, tabloyeke serkeftî tê pêşberî mirov. Ev hemû  pêwîst e ku neyîne jibîrkirin û li ber çavan werin girtin. Piştre mirov dikare li bersiva pirsên jor bigere.


Giovanni Battista Vico, di derbarê dîroka helbestê de dibêje: ’’Rayên ziman di helbestê de ye. Mirovên pêşî ji bo êş û şadiyên xwe bêjin, bi formê helbestî peyîvîne. Ev peyvên pêşî, ne peyvên ferhengê bûn, di nava xwe de derbirîna pişkivîna helbestê bûn.’’
Bi peydekirina ziman re helbest weke şêweyê nivîsa pêşî hatiye dîtin. Mirovan hemû niyaz û dûjinên xwe bi zimanê helbestê kirine.
Mirov dikare bêje, temenê peydakirina deng û bi hev re peyvîna mirovan ji bo têgihiştinê û ya helbestê yek e.
Li ba zimanê rojane, xwezeya ku mirov lê difikirîn ji bo bandora xwe lê bikin û dîtinên xwe bêjin, zimanê sêhrî çêkirin. Ev xisûsiyêta vî zimanî bû pêşengê zimanê helbestê.
Helbest; watefirîna xeyalê ye û xeyal jî zimanê helbestê ye. Ev ziman e ku helbestê ji axiftina rojane cuda dike û ziman dike giyanê helbestê. Ku ziman nebe, helbest jî tune ye. Ziman e yê ku bi aheng û muzîkê nava mirov bi helbestê dilivîn e. Helbestvanê ku livînê nekine nav zimanê helbesta xwe, helbesta wan bandorê li jiyanê neke.
Platon di danasîna helbestê de, gotina zimanê sêhrî bikar aniye.
Di helbestê de ne gotinên tevlîhev û hevokên dirêj, gotinên kurt û hevokên derûnî bandora xwe zêdetir li ser mirov dihêlin.
Helbestvan û rexnegirê îngilîzî T.S. Eliot Di nirxandina hunera helbesta Dante de wisa dibêje, ’’ku pêwîst be em behsa zanîst û hunera helbestê bikin, tiştê em ji ’’Cehennema’’ Dante fêrbûyîn ewe ku helbesta herî mezin heta mimkun be, bi kêm gotinan hatiye pêşkêşkirin. Bi qasî ku mimkun be pûte (îhtimam) dayîne sade û derûniya afirandinê ye.’’
Mewlana jî dibêje, ’’bi kêmpeyv û derûnî bêje.’’
Ji bo ku helbestvan karibin vê bikin, pêwîstiya helbestvanan bi naskirina hemû nazikî û aliyên ziman heye.
Helbestvanên ku ziman nasnekin û xezîna wan a peyvan lawaz be, dikevine nav kêmasiya dubarekirina peyvan.
Pirsa helbest çawa tê nivîsandin ji Raymont Queneau tê kirin, ew jî bersiveke wisa dide.
’’ Baş hilbijêre baş bicih ke
Yekîtiya çend peyvan çêke.’’
Helbest hêza xwe ji ziman digire, hevîr û hevîrtirşê wê jî ziman e. Çawa ku ziman ji hêmanên helbestê hêz digire û digihê derbirînê, helbest jî li kûdera cîhanê hatibe nivîsandin bila hatibe nivîsandin, ti ferq nîne. Helbesta ku bi naverok, xeyal, bi formê afirandinê, bibîrxistin, bi coşa hunandina tevna dengan, eyer bandora xwe li ser mirovan kiribe, di vê serkeftinê de para bi hostatî, bikaranîna ziman pir mezin e. Helbest bi xweşikkirina raman, hest, xeyal û zelaliya nêrînên helbestvan, bê Paseport xwe digehine hemû dilan.
Helbestvan xeyalan bi gelek curan dertînê pêş. Bi derûnya dirûvdanan, hostatiya gotinan û têgihiştinan, lêkanînên (pevanîn) ku ziman berê bikaranîn, an hê bikar nehatin digire destên xwe û pêşkêş dike. Ya ku van hemûyan werdigerêne derbirînê peyvok in. Yên nirxandina deng bi hostatî nîşan didin û helbesta ku bandora xwe li me dike ew in. Zimanê helbestê, zimanê hemû cîhanê ye. Wê demê tiştê ku helbestê dike zimanê hemdem û dike zimanê cîhanê hûnandina zimanê helbestê ye. Ya ku di nav çalakiyên destpêka entelektueliya mirov de cih girtî helbest e.
Di dîrokê de şêwê nivîsa pêşî xwe nîşan dayî helbest e. Dem dem bi xew ve çûbe jî, dem dem ji nedîtinê re hiştibe jî, heta gelek ceran bi çavên biçûk lê hatibe meyzandin jî, xisleta ku karibû hebûna xwe bi hebûna mirovan re meşandî bikaranîna hostatiya ziman e.
Bêyî dirêj kirina mijarê divê ku bêjim ji serdema pêşî, heta serdema me, hemû civakên mirovan li dervî zimanê têgihiştina rojane zimanekî cûda afirandin. Ev ziman, zimanê helbestê ye û zimanê ku helbestê dike zimanê cîhanê ev e.
Civakên ku helbesta wan nebin nînin. Mîna ku em dizanin tiştên helbest ji wan pêk tê hest û raman in. Ya ku helbestê dike helbest jî, bikaranîna van amûran çalakiya afirandina berhema nû ye. Û amûra di vê çalakiyê de tê bikaranîn weke min li jor jî gotibû ziman e. Hestên mirov çiqasî pir dibin bila bibin, ramanên mirov çiqasî tûj û hêja dibin bile bibin, ya herî girîng bi zanîna ziman pêşkêş kirina wan hest û ramanan e.
Bi kîjan zimanî were nivîsandin bila were nivîsandin ji bo çi armancê dibe bila bibe, bi çi rêbazê dibe bila bibe, kîjan hestan, ramanan, xisûsiyetên kîjan formî nîşan bide bila nîşan bide, tiştê têgihiştina helbestê dike, şêwê gotinê û ahenga dengên ku mirovan dilerizîne ye.
“Negirî dayê ne lorîne
rondikên ziwa ne barîne.’’
Ev hevokên helbestê dixwazê li Ewrupa, an li Kurdistanê hatibe gotin, dîsa jî mirovan dihejêne.
Ji ber ku zimanê helbestê ji zimanê rojane cuda ye, helbest dibe navenda pêşxistina ziman û xeyala mirovan. Ev ziman bi şêwekî ku li guhên mirov xweş were û bi hevokên lihevkirina gotin û muzikê tê gotin.
Helbest; çanda ku zimanan xweşik dikê ye.
Ziman, bi zimanê helbestvanan xweşiktir dibin. Helbestvan bêjeyan zelal û peyvan sipehîtir dikin. Helbestvan dengan dikine stran û ramûsan. Dengên ku helbestvan didine helbestê dengên sêhrî ne, di hest û ruhê mirov de dibine mîna gul û stiriyên gulan.
Helbest; ne komkirina qelabalixa peyvan e.
Helbestvan, peyvan yeko, yeko bi wijdan û bi şêwekî dadwarî cihê ku mafê wana di helbesta xwe de bi bi cih dikin. Her tîp, her peyv û her hevok di cihê wan de bicih dikin. Helbestvan wisa xweşik peyvan bicih dikin, zimanê helbestên wan bi peyvan, ronahiya pêşveçûnê pêdixê. Rengvedana hest û ramanê, hilpekandina mantiqê û di nav ziman de afirandina ziman çêdikin.
Zimanê helbestê, qabiliyeta hevoksazî û fêrbûna hilbijartina peyvan, ol û felsefa zanîna ziman e.
Zimanê helbest, peyva hêjayî gotinê, hunerê peyva ji dil û nazikî jê tê xwestin e. Nivîsa bingehê nirxandina xeyalê bi ramanê ye.
Hestdariya zimanê helbestê, balê dikişînê ser xwe. Bandorê li ser xwendevanên xwe çêdike. Pêwendiyên deng û watê hêzê didine hev û gazî xwendevanan dikin.
Form, deng, wate û peyama zimanê helbestê, di guhartina hest û baweriyên xwendevanan de dibe pira veguhartine.
Zimanê helbestê, bi hevoksaziyê tixûbên ku di nav rastiya naveroka mijarê û şêweyê ragihandinê de radike. Armanc ewe ku mebest were ragihandin. Ev taybetmendiya zimanê helbestê, di giyanê civatê de erdhejê çêdike.
Raman, hest û têgihiştina civatê bi pêş ve dibe. Ziman û helbest bi hev re sîstemeke din ava dikin. Sîstema ku ew ji hev fêhm bikin û hêla balkêş jî ev e.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark