Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Sal lipê salê tê û em li sala berî poşman dibin

 


   Çavdêr

li wê dema ku piraniya welatên pêşketî li cîhanê di qûnaxa pêşbezînê de bûn, ji bo pêşwaziya sala /2011/an.ji bo bitir sûd wergirtin ji rûdan û ezmûnên sala bûrî , li heman dem de desthilata me berdewam bû di vehûnandina beryar û merasîmên çewt de,ji bo vekişandina destê cotkarên kurd ji xaka wan.
Lê mixabin em naşiyên welatê xwe bi wan welatên nav hatî re berwerd bikin, ji rewşa awarte û tengav û aloz ya ku îro gelê sûrî bi giştî û gelê kurd bi taybetî têre derbas dibe.


Bê goman desthilatê hemî rewş dorpêç kirine,û destwerdanên xwe berdane nav muhnikê jiyana welatiyan de, bi hizir û ramanên berû vajî,xişt û nexşê paşerojê reşbînîne ,û daxwza wê ezmûnên regezperist yên dijî gel hatine kirin berdewam bike,ji layekî dinve desthilatên welatên hevçerx xişta karê paşerojê di biwarên êkonomî û abûrî û siyasî û civakî de li ber ronahiyê diyar dike,bi çareseriyawan piris girêkên ku wê bibne asteng di riya pêşketina welatî û estiratîjiya welat de li paşerojê,naveroka  wan desthilata şaristaniyerê,rêzgirtin wan ji opizisyon û partiyên niştimperwer û komelgihên sivîl re diyre,û derft dana wan bi damezrandina sendîkên core cor liser hemî asteyan ,û li gel ferehkirina rewşa mafên mirovan ,û azadiya welatiyan ya bingehî ,û gringîdana derbirîn û boçûnên welatiyan .
Heger em hemî tiştên wan welatên pêşketî û dûr gendelî û xudan rolên berçav li cîhanê şîrovekin lîsta me wê dirêj bibe .
hember van xalên ku li jor hatine ziman ,pê diviye em van xalên kêm û kuriyê li jêr ron û diyarkin:
1-Bikaranîna pirojên awerte û regezperist li deverên kurdî mîna zinara Erebî ya sala 1962.z,û anîna Erebên herêma Reqa û Helebê û bicihkirina wan li herêma kurdî(Hisiça) sala 1974,û beryara girêdana çandiniyê hijmar 536 (60%) ,û beryara(mersûmê) /49/sala2008.z yê qedexekirna avakirin û firotin û kirîna û kirê kirin û kirêdana xaniyan yê biwî eger li derbederiya bi hezaran ji xort û xêzanên kurd ji herêma kurdî û koçberiya wan ji ser mal û samanên wan berû bajarên hindir û ewropa ve ,ji bilî dûrkirina şagird,û karkerên kurd ji karên wan,û destkişandina /520) cotyarên kurd ji xaka çandinê li gor beryara rêvberiya çandinê li herema Hisiça li roja /17/ 3/ 2010/z,hijmar/2707/,û xurtkirina hevrikiyê di navbera welatiyên Kurd û Ereb de ,mebest ji van kiryarên awerte valekirina herêma Hisiça ji kurdan her wise vekişandina /3000/ nasname yên xêzanên kurd ji bo guhrandina nexşê dîmuxrafî herêmê Hisiça ye.
2- Qedexe kirina rêxistinê komîtên bergiriya mafên mirovan û civaka sivîl
3- Qedexe kirina damezrandina partiyan bi şêweyekî fermî.
4-danîna astengiyan di pêşiya hemî çalakiyên rewşnbîrî de .
5- Pir bûna diyaroka girtin û vebestina çalakvan û rewşnbîr û nivîskar û siyastmedar û helbestvanan  .
6- derhênana feremanên ne yesayî û regezperist yê destkişana karmendên mîrî û mamoste yan 
7-  Avakirina senterên leşkerî û ewlekariyê bi piranî li heremên kurdî .
Bê goman sala 2010an êş û azarên deye salan bi ser gelê kurd de anî,ew saleke awerte bû bi hemî şêwe û angoyên xwe yên nebaş ve,evê desthilatê bi wan pirojeyên awerte bes nekir û ta nivîsandina vê raporê pirojên wê yên siyasî,û ne yasayî û awerte dijî miletê kurd berdewamin,û ligor xwendina çavdêrên rewşa siyasî ji bayê guhertin û şoreşên cemawerî re, yên ku li komara Tûnis û Misir û Sûdanê dijî setemkariyê hatine kirin, wê ev bayê azadiyê li hemî welatên Erebî belav bibe,û dawiya rijêmên giştikî her ruxandine.   

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark