Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvīn: Xźro Ebas: Lźborīna xwe ji gelź xwe dixwazim

 


Hevpeyvîn: Dilbixwîn Dara

Ev demeke li dijî hunermend Xêro Ebas kampanyayekê dest pê kiriye. Ji Facebook bigirin heta bi Youtube û malperên internetê, Xero Ebas bi durûtî û ne durustiyên tê tewanbarkirin.
Xêro Ebas, ku di çend salan de dikaribû xwe bigihîne hejmareke mezin ji guhdaran li her çar perçeyên Kurdistanê û berhemên hêja pêžkêž bike. Ne teqlîd dike ne jî kesekî ji xwe re raqib dibîne.
Ji bo ku rewža wî ya dawîn ji nêzîk ve bizanibim û ji devê wî bi xwe bibihîsim ka ew li ser wan tewanên ku di derheqê wî de hatine wežandin çi dibêje, em bi telefonê axifîn.


Dema ku mirov ji nêzîk ve Xêro Ebas nas bike, wê bêhtir jê hez bike. Însanekî wiha ye, ne kîn di dilê wî de heye, ne jî însanekî hesûd û çavnebar e. Di dilê wî de çi hebe li ser zimanê wî ye. Keskeî vekirî ye. Gotineke wî di derbarê kesekî de hebe di rûyê wî de dibêje. Ji pažgitiniyan jî hez nake.
 
Min pirs kir: “Ev çi firtine bû, te çi got çi kir, tu li Suriyê dibêjî Bežar Esed tu serokê me yî, li Hewlêrê jî li hember serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî dibêjî min hîn ji kesekî re negotiye serok, tu serokê min î... Çima?”
 
Xêro, qehweya xwe vedixwe û nefeseke kûr li cixareyê dixîne:
 
“Min nexwest li ser vê meseleyê bi tu kesekî re biaxifim û tu daxuyaniyan bidim. Cara yekemîne ji te re dibêjim. Hinek hene xêrnexwaz in, dihesidin, hez nakin, her tižtî berûvajî dikin. Ew axaftin di konsertekê de hate kirin, li Helebê, havîna 2010 bû. Xwendekarên zankoya Helebê gazî min kirin û xwestin ez konsertekê bidim. Zêdetirî 500 kes beždar bûn. Derdora me hemû muxaberat bûn. Ji min hate xwestin ez silavan ji serokê Suriyê re bižînim. Ew der Sûriyê ye, mirov nikare her tižtî bi kêfa dilê xwe bike. Min di dilê xwe de got, dibe ku lidarxistina wê konsertê deriyên berfereh ji bo hunermendên din veke. Yek ji armanca min ew bû ku hunermedên din jî biçin li wir konsertan bidin…“
 
Min pirs kir, tu ne kesekî siyasî yî, kesên ku beždarî konsertê bûn ji bo dengê te hatibûn, te li wê derê axaftineke siyasî kir…
 
„Belê, ne siyasî me, naxwazim bi tu awayan xwe tevlî siyasetê bikim. Lê ji bo ku tu li Suriyê konsertan bidî, tu mecbûrî hinek tižtan bikî, min ew tižt nekirin, min silav milav nežandin, min çend gotin kirin, dema ku min ew gotin kirin, ez pê nehesiyam ku žaž dikim…“
 
Yanî tu dibêjî te rast got?
 
„Belê. Binêre min got ew al, ne tenê a la Ereban e, a la me ye jî, ew welat ne tenê welatê Ereban e, welatê Kurdan e jî, min got serokê Suriyê ne tenê serokê Ereban e, ew serokê me ye jî… Min got me di ber wê axê de xwîn rijandiye, min žaž negotiye, me xwîn rijandiye, papîrên min ji bo parastina axa Suriyê ji dagîrketiyan frensî, hatine îdamkirin, hatine sirgûnkirin... ez ne kesekî siyasî me. Min siyaset jî nekiriye, lê min tižtek gotiye ku min rast didît. Jixwe siyasetvanên me jê girantir dibêjin. Tižtekî din jî bêjim, bawer bike heta ku dikevim Suriyê û ji Suriyê derdikevim, hezar problem ji min re derdikevin, ji aliyê istîxbaratan ve. Lê mixabin hinek kesan xwestin wan gotinan berevajî bi karbînin û kîna li hember min dilê xwe de, bikin žerekî dijber û min težhîr bikin…“
 
Milet ne rihet bû, çi dibêjî?
 
„Min nizanibû ku wê milet nerihet bibe. Lê eger min gelê xwe bi wan gotinan nerihet kiribe û êžandibe ez lêborîna xwe ji wan dixwazim“
 
Dema ku tu beždarî kongreya 13’mîn ya Partiyê bû yî, tu pir bi heyecan bû yî.
 
„Belê gelekî, cara yekemîn bû serok Barzanî dibînim. Ew xewneke zaroktiya min bû. Min nikaribû hestên di dilê xwe de bînim ziman. Her gotineke ji devê min derket, gotina dilê min bû. Xebata birêz Barzanî ji bo xizmetkirina Kurdistanê cihê rêzgirtinê ye. Ne tenê ji bo Kurdên li bažûr, ew ji bo hemû Kurdan serbilindî ye...”
 
Pirseke din Xêro, hinek malperên internetê bi taybetî yên ku bi soranî derdikevin nivîsandin ku te dest Brzanî maç kiriye.
 
Xêro dikene: “Çiqa bêbext û xêrnexwaz hene! Tižtekî wiha tune ye. Çênebû ye. Dema min stranên xwe gotin û ji ser sehnê daketim, min dest da wan û serkeftin xwest. Ew li pêžiya çavên her kesî û li pêžberî kamerayan çêbû. Munasebet çiye destan maç bikin?! Min got tu serokê min î, niha jî dibêjim, bi žanazî dibêjim… serok Barzanî hêjaye jêre bibêjî serok!“
 
Xêro Ebas li ser hinek gotinên ku dibêjin wî pižtî konsertê Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî dîtiye û hinek daxwaz ji wan kirine, derewîn derxist û got wî pižtî kongreyê ew nedîtine. Avestakurd / Rûdaw

Jêder: avestakurd

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 3.18
Bi Tevahī Deng: 11


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark