Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Pêvajoya tevgera kurdî di dîrokê de

 

Narîn Metînî

Tevgera kurdî li Sûriyê, tevgereke sêyasî û çandî û civakî ye, hate damezirandin bi navê ( Partiya dimoqrat a kurdistanî ) yako ava bû li ser bîrweriyeke kurdistanî, ango hêza pêþî ji tevgera kurdî re hatiye damezirandin, ta beranberî sîstema sitemkar bisekine û bang bike dijî rijîma karbidest a xweser, dako doza mafên xwe bike û hebûna xwe di jiyanê de bixwaze.


Lewma jî, ji xewna kurdistanê hatî afirandin, li cem kurdan û mûmên zayînê vêxistin û sirûda Ey reqîb xwendina, wisa rahiþtin peyama gelê xwe û bûn dengê kurdayetiyê.

Bi vî awayî karkirin û xebitîn, di wan þevê reþ û tarî de, þevbûhêrkên rengînî li darxistin, newroza xwe pîroz kirin, wiha partiya dimoqrat bû pêþkêþê gelê kurd û rola xwe stand ji hemû aliyan de, çi sêyasî û çandeyî û çi jî civakî, jo bo gelê kurd heþiyar be û dîroka xwe bixwîne û bizanibe û xebata xwe jî binase, her wisa jî, tevgera kurdî mezin bû, li ser pirensîbên netewî û pêþketî, li himber karbidestên Sûriyê yên her zordarî li gelê kurd e dikirin, herwekî jî zinara erebî û jimartina awarte ya þêst û dudwan pêkanîn û gelek cûreyên din jî ji sitemkariyê weke þerî ahengan û qedexekirina wan û girtin, talan û erebkirin, her ev proje berdewam bûn.

 Pêre rijîmê rola xwe di nav partiyê de dilîst, nemaze bîrweriyeke gundîtî peyda dibû û partî, kirin deh partî û heta vê demê hêzên kurdan zêde dibin û her dem jî bi xwe biliyane…li berjewendiyên xwe digerin, êþa ezîtiyê di nav wan de bela bûye û rasteqînî winda ye, gelê kurd þepreze bûye û bawermendiya wan nemaye, lê her zagon û yasayên rijîmê berdewamin, çi li ser gelê kurd bi giþtî û çi di navbera patiyan de, helbet ev encam di þerê xwebixwetiyê diyar dibe, ku sedemên xerabe jê re dibînim û ji hev cuda dibin û gel ji wan dûr dikeve.

Bi vî awayî tevgera kurdî nikare gevergirî bibe bi gelê kurd re û maye di helkeya xwe de û naxwaze jê derkeve, tev wisa jî, lê belê gelê kurd beregiriyek ji jiyana xwe bi destxist, perda tirsê þikand û ji ber çavên xwe hiland û berxwedanê dike û li pêþketinê digere û azadiya xwe dixwaze, lê belê weke em dizanin ku roja guhertinê hatiye, an nêzîk dibe û di çirisîne li cîhanê û em ketine ser dema lez de, wisa pirsa herî mezin eve, gelo wê kengî tevgera kurdî bighêje hev û ava bibe ? gelo wê kengî bide pêþiya gelê kurd û li dergehê azadiyê bitikîne, ango divêt nerîna biratiyê û hevparyê bingeha bîrweriya me be, weke ku Barzanî dibêje: Ez ne serokê tu kêsimî û ez naxwazim serokbim, dixwazim birayê webim, dako em hemû bibin bira û alîkariya gelê kurd bikin û hêviya min ji we ku destê we yek be û dilê we yek be, ta yekîtiya we di xizmeta gelê kurd bibe.

----------

Ji rojnama pêþereoj , hijmar 8

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark