Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: E-Mail

 



Xelat Ehmed

Yabo
Ev çend rojin, ez dîsa gelek bi xwe re diaxivim.
Bi ser de jî, min duh hewara xwe gihand çemê nêzîkî malê. Ji kûrahiyan, zengilên dûr lêdixin.
Ji vê sibehê de deriyên girtî dibînim.


Bus; tram û trên, deriyên xwe digirin û xelkên têde girtiyên sekin û çûna wan ne.
Hîn bi ser de jî, her yek li cihekî digere da bi tenê rune,
û dîsa bi ser de, her yek muzîka xwe dike guhê xwe û hîn di tenêbûna xwe de diçe.
Yên bi hev re diaxivin jî; tenê di ber deriyên hev re dibuhurin; kesek deriyan derbas naka.
Derî tev girtî ne.
Ji êvarî de gula dixwim.
Wesa dizanim, dîsa li ber girtina deriyên xwe didim.
Zore
Gelek zore babo : Dê vî bajarî çawe derbas bikim? Rê ya min, dê çawe bi ser min ve bibe? 
Evqas buyer û rojên zehmet ez birîm û hîn ji min weye jiyan xewn e.
Sihe
Mirov tenê siheke di temenê cîhanê de, ji kêlîkekê kêmtir derbas dibe. Û hewqas payetî !!!!
Zûrich van roja sar e,  
 Ji serma dilerizim, ne ji tenêbûn.
 
 
NOT:
1. E-maila bavê min nîne da ez vê nameyê jê re biþînim. Ez telefuna wî jî bikim, wê bêje, keça min dîsa bi kewên mirar dinvîse. Ji bilî te û çem, kes nebû pêre biaxivim, li min bibure.
2. Tu dizanî !! carina  ji min weye ez dareka þîn im, hema di tenga xwe re gihame. Carina jî, dikim bawer bikim ku xwedayê peyvan li ser pela gulekê hij min kir, bi biharê avis bibûm. Ne gunehê te ye ; bi xwe hîn ji zû ve, di xewna xwe de diþewitim.
3. Carina jî - di gel ku ez dizanim di kavilên xwe de girtî me_ dîsa jî çavên xwe ji runahiyê re bê hefsar berdidim. Heman li cendekên xwe diherpilim. Serê min li hedan dikeve, dîsa jî ji min weye ev kavil tenê xewn e. Carek din, nuh ji nuh ve, dest bi kuþtina xwe dikim.
4. Min pêþ te ve hundirê xwe vajî kir. Bila dilê te ji min nexele.
5. Bavê min van tiþtan tevan nizane û dê jê re nebêjim û wê bersiva min nede.
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.25
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark