Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Gotina Komîta birêvebir ya Partiya «Yekîtî» di çilrojiya birêz Ismaîl Umer de

 


  Xwiþk û birayên hêja…
Dostino, hevalino…
Beþdarên birêz…
   Hûn tev bi xêr hatin û ti te,iliyan  nebînin.
   Eve bîranîna çilrojiya serokê parta me heval Ismaîl Umer e, yê ku piraniya we ew nas kiribû, ne ku serokê partiyekê bû û hew, lê belê, mirovhezekî bihinfereh, nefisbiçûk, cefakêþ û hiþmend bû, xwedî nirxên dostaniyê û rastgo bû, lewre jî, berketiyên rehmetî gelek bûn û em Karin bêjin bi deh hezaran bûn.
   Ji bilî heval û hogirên rêxistinên parta wî li Sûriyê û li gelek welatên Awropî jî, bi hezaran ji biraderên Ereb, Siryan-kildo Aþûr, Çerkez, Ermen û Turkmen jî berketiyên mamoste Ismaîl bûn.


   Birêketina bi hezaran xelk ji bajarê Qamiþlo ta gundê Qereqoyê li pey cenaza rehmetî, name û birûskên sersaxiyê yên ku ji derve û hundir bi ser me de herikî bûn, serdan û beþdarbûna ewqas ciwanik û camêr li bin konên sersaxiyê û li encûmen û civatên sersaxiyê yên ku li gelek welatên derve hatibûn lidarxistin, bêguman nîþana gelek tuþtên buha û bi wate bûn.
   Di vê bîranînê de, hêjaye bête zanîn ku xebat û siyaseta Parta Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê, weke çawa hatibû naskirin, herweha jî, dê berdewam û li saz be.
   Ew nirxên mirovane, nirxên xebata bona Aþtî, Azadî û Wekheviyê, yên ku heval Ismaîl û gelek nemirên mîna wî pê dihatine nasîn, her dê berçav û li ber me bin û bi vî hawî emê wefadar bin.
   Bi navê Komîta birêvebir ya Parta Yekîtî ya Demokrat a Kurd Li Sûriyê, em sipasiya we hemiyan dikin, rêz û hurmet ji beþdarbûna we re, ji nûnerên Encûmena Siyasî ya Kurd re, ji Rêxistina Asûr a Demokrat û Danezana Þamê re, ji Parta hevpiþt Parta Pêþverû, Encumena Giþtî ya Hevbendiyê û kesayetiyên serbixwe re, ji nûnerên hemî rêxistin û partiyên Kurd, Ereb û yên Komonist re, ji rewþenbîr, zimanhez û komîteyên mafêm mirovan re.
Hûn bimînin di xweþiyê de û sipas ji guhdariya we re.

Qereqoyê : 26.11.2010Z
Komîta birêvebir ya
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd Li Sûriyê

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.33
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark