Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: (16 mîn) Salvegera Şehîdbuna Şehîd Azad Dêrikî

 


Dr. Yasîn Dêrikî

li 23.11. vê salê Şazdeh sal diborin li ser Şehîdbuna Şehîdê nemir Azad Dêrikî, Şehîdê Bîrûbawerî yê Şehîdê Rastîyê. Şazdeh sal diborin û Azad her saxe di nav dilê mede û dilê hemî Heval û Dostên xwede. Şazdeh sal diborin û gav bi gav û dem bi dem xiyanet karîya wan Dujminan em reswa û şermizar dikin û lanet li Riftar û Kiryara Dujiminan dikin, giyanê wî nearamîyê dike di dilê Dujminan de û faleka reş her li pişîya wane. Azad ki bo , Azad dengê Rastîyê bo dengê Feqîr û Hejaran bo, dengê Bindest û Belengaza bo.


Dujminên gelê Kurd xwestin Azad ji nav me rakin dako tirsê bikin di dilê miletê Kurd de, di dilê Hevalên wî de, di dilê Kesûkarên wî de, dako dengê Rastîyê bilind nebe, dako kesên Ronakbîr nemînin, dako dengê Rewşenbiran bi fetsînin.
Belkî Azad weko Laş ji nav me rakirin lê nekarîn Azad weko Raman, Bîr, Bûçûn, Bawerî, û Gîyan ji nav me rakin. Ji Dujminan we ye di Kuştina Azad yan ji navbirna Azad deng nema bilind dibin û Rastî wê bê serûşun biçê, lê nedizanîn ko di nav miletê Kurd da bi hezaran Azad hene ew Bîr û bawer rakirne, û bi Hezaran Qutabî û Şakirtin Azad hene, Zarok, Bira, û hevalên wî wê Rêça wî berdewamîyê pê bidin û bibin serî.
Azad di demeka kurt de, navekê mezin bo xwe çêkir û hêla Miletê wî bi başî hemî demî di Dîwanxa û Civata de navê wî bikar bînin, û Heval, Dost, Zarok Bira û Kesûkarên bi wî Serfiraz û Serbilind bin, Şanazîyê pê bikin.
Hêj di despêka Xurtanîya xwede Şehîd Azad ketîye di nav Bizava Azadîxwazîya Kurdî de û Rolekî gelek berçav lehistîye di nav vê bizavê de û di nav Hevalên xwede, lewma gelek Pile yên berpirsîyarê wergirtine li Başûrê biçuk û jiber wê yekê boye Armanca Dujminan û xwestin wî tesfîye bikin û jinav rakin hêj di destpêka jîyana wî de, bi Rêka hinek xwe firoşan û bi paldana Dujminan Xwinmij li sal 1989 li bajarê Dêrika hemko. Lê Xwedayê mezin ew Parast bi rengekî ko wî bi xwe nedizanî çawan ji wan qurtal bo, û ew hatin şermezar kirn û reswakirin ji miletê Kurd û hatin girtin û bo xelkê xweya bo Rastîya wan, piştî dîtin çawa miletê me ji wan natirese û refan û koman seredana mala Şehîd dikirn li Dêrika hemko. wan xwest bi vê reftarê tirsê bikin dinav dilê mede, di nav dilê Hevalên wî de, di nav dilê xelkê de, û nerehtîyê peyda bikin di devera mede.
Ev Rudan boye Palder ko Şehîd Azad Pitir Rolê xwe dinav xelkê de bilehîzê û karê xwe xurtir bike û bibe Tîrêjek Agir di nav Çavên Dujminan de. Evê Rudanê Jîyana wî guhret û diyar kir ko ew ne milkê xwe bitenê ye belko hêvîya miletê xwe ye. wekî cawan di salên dawîya Heftîyan de û despêka heştîyan de xizmetên berçav kire di derbaz kirna Çek û bo çun û hatina Pêşmergehan de li Başurê mezin bi rêka Ava Mezin de xwest Piştî vê Rudanê Xizmeteka mezintir bike lewma di destpêka Serhildana 1991 de derbas bo digel Pêşmerghan bo Başurê mezin û boye Pêşmergehek di nav Rêzin PDK Başur de, û Roj bi Roj Pileyên mezintir bi dest ve anîn ji ber ko boye cihê bawerîya Heval û Hogrên xwe , bo dengê miletê xwe, bi karê xwe navek mezin bo xwe çêkirye, lewma Miletê Kurd li devera Zaxo deng dane wî û boye Nwînerên wan di gelek dezgehan de, û hate helbijartin bo Nwînerya Kongra 11 an ya PDK li 1992 de, û gelek Pile bi dest ve anîn. Şehîdê nemir Azad navek mezin bo xwe çêkir  di başurê welat de û berdewan di Govar û Rojname û Rojmnamegerîya Kurdî de bi Gutar û Nivîsînên xwe de başdarî dikir, û Rolekê mexin hebo ko FM ya Kurdî li Zaxo li hemî dewrûberên wê belav bibe. Weko Berpirsê Ragehandinê li Navça Zaxo xizmetek gelek berçav kirye, lewma pîştî Şehîd buna wî Wêneyek mezin yê wî di Rêka Zaxo-Îbrahim Xelîl de hate bilind kirin.
Mixabin di şeveka tarî de û bi xedarî û derbekî ji Pişt ve hate gulebaran kirin bi destê Dujminên miletê Kurd û Gîyanê xwe jidest da, û gehişt karwanê nemiran.
Hezar silav li Gîyanê Şehîd Azad Dêrikî û li Gîyanê tevaya Şehîdên bizava Azadîxwaza Kurdî, eve Kurte Jîyana Şehîd Azad e:
www.derikamin.de
Azad Dêrikî nivîskar û pêşmergeyekî kurd bû.
Azad Dêrikî (Fixredîn Emîn Muhamed Torî) di sala 1959''''''''a li gundê Kassanê ser bi bajarê Dêrikê li başûr rojavayê Kurdistanê ji dayîk buye.
Jînenîgarî
Azad Dêrikî li Gundê Kassanê xwedina xwe ya destpêkî bi dawî anîye. Xwendina xwe ya Amadeyî û ya Navendî li bajarê Dêrazorê li sala 1978-1979 bi dawî anîye. Paşê berê xwe daye Şamê û li wir xwendina xwe berdewam kir û di heman dem da Mamoste bû li xwendingeha gundê Kassanê. Derçûyê zanîngeha Şamê / Kûlîja Wêje/ beşê Cûgrafî di sala 1983-1984.
Buye Mamoste li Amadeyî û Navencîyên bajarê Dêrikê tako beşdarîya wî digel Pêşmergehin Partî PDK-Irak li Buhara 1991 de di Serhildana Adaraê da.
Xwedî Xêzan bo û 6 Zarok hene
Hêj Genc bo beşdarî di bizava Azadîxwazîya kurdî li Sûrîya kirye u ciwanek çalak u Xebatker bo dinav Milletê xwede lewma cihekê Taybet hebo di dilê wan da u Rêzgirtinek gelek mezin bo wî hebo, di civata di civîna da.
Dema beşdarî kirî di bizava Azadîxwazîya kurdî li Sûrîya gelek pile u Berpirsyarî wergirtin u çalakiyên wi berçav bun. Ew Zîrek buna wi hêla çavin dujmina lêvebin u bi çavek Reş berê xwe bidine u çend caran ji ber Rolê wi yê diyar u rast gutinên wi bo armanca dujmina u duvelandin wan li Suri u hewlidan wi Tîror bikin u ji destin wan qurtal bu bi rengekê kesekî bawer nedikir u ji wê Rojê were îriSin xwe dijwartir kirin lê belê nekarîn bigehin wî tako beSdarî kirî di Serhildana Buhara 1991 an da.
Beşdarî kirye di şoreşa kurdî da li kurdistana başûr di rojên despêkê da ji Serhildana Buhara 1991 an weko Pêşmergehek di rêzên PDK de
Jiber Rolê wî yê berçav û zanebuna wî ya Sîyasî û çalakîyên wî yên Netewî û şoreşgêrî û Rewşenbîrîya wî ya berfireh boye:
· Kadir li Bereyî Kurdistan li Zaxo.
· Serperştê Dergehê Ibrahîm Xelîl (Qapî yê- Zaxo) yê Sînor.
· Endam di Lijna(komîta) Navça Zaxo-PDK da.
· Endam di Nivîsgeha Rêkxistina Leşkerî ya (Supayî 1) da li Duhokê-Zawite.
· Pişkdarî kirye di Kongirê 11 da yê PDK li Sala 1992 weko Endamek helbijartî ji devera Zaxo û boye Endamê Lijna Ragehandinê di Kongire de weko Nûyinerê (Tayê 1) PDK
· Berpirsê Ragehandinê û Radio ya FM di Lijna Navça Zaxo da
· Endam li Lijna(komîta) Navça Zaxo-PDK bo cara duwem di heman dem de Berpirsê Ragehandinê di Lijna Navça Zaxo û Berpirsê Radioya FM
Jiber ko ji Xame ya wî û Bizavên wî zor ditirsan lewma xwestin wî Tîror bikin li şeva 23/24.11.1994 li Zaxo.
Berhem
Çendîn gotar û nivîsînên wî yên civakî, dîrokî, sîyasî û hizrî di kovar û rojnameyên kurdî da belav bune, bi taybetî di kovara Metîn û Rojnama Xebat de.
Pirtukên wî:
  • 1995 Çerxên berî Dîrokê di Welatê dinavbera herdû Avan de. Bi erabî li sala 1995 de li Duhokê li çapxana Hawar hatîye çapkirin
  • 1998 Bajarên Kurda ‘Welatê xwe binase’ li sala 1998 li Hewlêrê û Almanîya ji layê Hevbendîya KAWA ya filokorê kurdî hatîye çapkirin
  • Kassan dinavbera kevin û nû de destnivîs
  • Sûrîya îro û guherînên çav li rê destnivîs
  • Jîyana min ya Sîyasî destnivîs.





 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 13


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark