Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helîm Yûsiv beþdarî mezintirîn konfransa wêjeyê ya cîhanê dibe

 


  Di çarçoveya çalakiyên çandî de, yên ku îsal li Stenbola ku weke paytexta çandê ya Ewrupayê hatiye hilbijartin, wê „Perlemana nivîskarên Ewrupayê“ di navbera rojên 25-27.11. 2010 de, mezintirîn çalakiya wêjeyî ya cîhanê lidarbixîne.
Di vê çalakiyê de, ji derdora 27 welatên Ewrupayê, bi dehan nivîskarên wêjeyê berê xwe didin Stenbolê û bi beþdariya dora 100 nivîskarên ku li ser sê komisyonan hatine belavkirin, wê pirsgirêkên wêjeyê li Ewrupa û cîhanê bêne gotûbêjkirin


Ji nivîskarên beþdar xelatgirê Nobelê yê sala 2001ê, V. S. Naipaul wê di roja yekem de biaxive û bi dehan nivîskarên navdar ji hemû welatên Ewrupayê di vê çalakiya navneteweyî de cih bigrin.

Ji nav nivîskarên kurd, wê ji Almanyayê Helîm Yûsiv, herwisa ji Fransayê jî nivîskarê zimanê firensî û esilkurd Seyhmus Dagtekin beþdarî vê çalakiyê bibin.

Li gorî agahiyên ku di malpera parlemana nivîskarên Ewrupayê de hatine dayîn, ev ramana civandina hejmareke mezin ji nivîskarên wêjeyê ji Ewrupayê û anîna wana cem hev di mezintirîn civateke wêjeyî de li cîhanê, yek ji encamên hevdîtina her du xelatgirên Nobelê Jose Saramago û Orhan Pamuk e, ku di 18. Gulana 2007 de li Stenbolê, encam dabû. Ev konfrans jî gaveke ber bi pêkanîna wê ramanê ve.

Agahiyên berfirehtir di malpera European Writers Parliament (EWC) de hene:


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark