Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemên Nû: Hijmara (23) an a Hawara Nû derket

 

Hewlêr/5-12-2006

Hijmara nû (23) a meha Çileya Pêşîn ji kovara Hawara Nû li Hewlêrê paytexta herêma Kurdistana federe bi herdû zimanên Erebî û Kurdî(kurmancî û Soranî) derket.Hijmara nû gelek gotar û lêkolînên çandî û siyasî û wêjeyî dihewîne li gel quncikên herdemî .


Sergotara kovarê bi navnîşana " Gelên Rojhilata Navîn li şayisteyên xwe digerin" bû.Burhan Xeliyom nivîsa xwe a bi navê" derbarê wateya berxwedana niştimanî de " dide weşandin.Mehmûd Rêmawî li ser " Hamas li Israil mikur nayê anjî….li dîroka xebata Filistînî?" dinivîse.Can Hêmin ronahiyê dixe ser devera ( Nebî Horê"Sîros –Qureş") .Her weha,deqên hemî semînerên konferansa ko Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî ew berî demekê bi navê (Projeya Rojhilata Navîn a Mezin: Semyan û Rehendên wê) li Hewlêra paytext lidarxistibû ciyê xwe di kovarê de digirin:semînera birêz Sero Qadir "Ragihandin û Rojhilata Navîn a Nû",semînera birêz Selah Bedredîn"rehendê kurdistanî yê  projeya rojhilata navîna a nû", semînera birêz Dr.Şêrzad Neccar "berhevkirinek di navbera projeya rojhilata navîn a nû û mezin de ",semînera birêz Karwan Akreyî"rehendê neteweyî yê projeya rojhilata navîn a nû", semînera birêz Ferhad Emîn Selîm "projeya rojhilata navîn a mezin û siyaseta derve ya DYA ",semînera birêz Dr.Azad Neqşebendî"rehendê stratîcîk yê projeya rojhilata navîn a nû "û semînera birêz Dr.Xalid Seîd " projeya rojhilata navîan a nû û mafê neteweyan di destnîşankirina çarenûsa xwe de " .Di beşê Latînî yê kovarê de birêz Hesen Huseyn Denîz lêkolîna xwe a derbarê" Em taybetmendiyên zimanê xwe binasin ku lê xwedî derbikevin" didomîne , li gel helbesta Aras Dîbo " Kurdê Bêkes im" û quncika herdemî a nivîskar Besam Mistefa û şîrovekirina wî ji pirtûkên ko ji aliyê Kombendê ve hatine weşandin.Ji bo agahiyên zêde Hawarê li ser vê navnîşanê bixwînin: www.hevgirtin.net


  Sergotar:

Gelên Rojhilata Navîn li şayisteyên xwe digerin

Di operasiyoneke aloze de,hêzên navxwe û derveyî raûboçûn û proje û pilanên bi akama dirûstkirina çareseriyeke tevav ji nakokiya ku li gel serhildana welat û kiyanên paş herdû cengên cîhanî û rûxana emperatoriyeta Osmanî serî hildane,kêş dikin.

Ravekar û çavdêrên rûdan û pêşhatiyên navçeyê û pêşbîniyên hêzên navneteweyî yên mezin bi taybetî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA)li hev dikin ku di çend heyvên bê de guherînên kûr di gorepana Rojhilata Navîn de pektên,ku buneyad û pêkhateya wê ya ciyo-siyasî digirin ber xwe û rêjîmên tepeser weke herdû rêjîmên Dîmeşeq û Tehranê dê ne bê par bin ji guherînên behskirî.

Her weha,komikên–Islama Siyasî-yên tunderew û terorîst dê armanceke herdemî bin ji rûbirûbûna siyasî û rewşeenbîrî û leşkerî ji layê hêzên guherîna demokrasî yên navxewyî û herêmî û dost û hevpeymanên wan li her deverê.

Eger ku"hevpeymana dijayetîker"(rêjîmên tepeser û rêxistinên Islama Siyasî yên tunderew)hewil dide ku rûpelan tevlî hev bike û hundir û derve bixapîne û pîstirîn rengên demagojiyê bikar tîne û tawanên tunekirin û destkuştinan li dijî takakes û hêzên siyasî yên aştîxwaz encam dide û diruşmên opozisyona niştimanî didize û rola xemxur li ser serxwebûn û serdestiyê dilîze,hêzên guherînê xwediyên kêşeyên gel û niştiman û berpirsên niha û paşeorjê û sazkerên çarenûsê divên ku li pêşî bin di warê zelalkirina dîmenê û eşkerkirina rastiyan de weke derewên"hevpeymana dijayetîker"û gerîna li baştriîn rê bo gihîştina formkirina bername û planên stratîcî û pratîk û xwendina asoyên paşerojê bi şêweyeke dirust û misogerkirina mercên pêwîst bo pêkanîna serkeftinê û têkbirina hevpeymana li dijî guherîn û çaksaziyê ku çavkaniya teror û nakokiyên teyafgerî û regezperestiyane li dijî gelan û neteweyên ne ereb e.

Ji ber vê çendê,Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî heleqeyeke lêkolînî bi navnîşana "projeya Rohilata Navîn a Nû,semyan û rehendên wê"sazkir ku tê de heşt mijar li dora tavilê rehendên projeyê navhatî ji layê pisporên siyaset û yasa û ragihandin ve li dirêjahiya du rojan hatine pêşkêşkirin.Rol û pêgeh û nêrîn û paşeroja milletê Kurd di bin saya projeya rojhilata navîna nû de,xala herî berz û balêkêş bû.


    

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark