Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Ger tu li gel min bî delal

 



Þêrzad Zeynelabidîn

Ger tu li gel min bî delal , yek pakî min bi dinê nîne
Her evîne ya may zelal , serokanî tev þêlîne
Bihara min tu yî herdem , wekî rojê ser helîne
Te peymanek dabû dîlber , kanê sozê tu bi cîh bîne
Ev dile her dem ê bi azar , çenk û perr jî di sotîne
Bila rehmek li me bi barîtin , ku lêvên min di têhnîne


Were ber sîbera kevra , Kurdistan warekê hîne
Yê nezanît bêhna biha , bawer bi ke y har û dîne
Bihara terr bi mij û moran , zivistana me befrîne
Dilê jar nê herê li taqe , were carek li vir rûne
Wesa sivik li ber dilî , ma êk wek te ya þirîne
Derî ke suhbeta çava , dilê xwe qed ne xapîne
Ku bersfk dûkêlê girtin , car û bara helbijîne
Li neyara qed ne zivrre tu , tu di zanî ka ew kîne
Çi bekrok lewçe û çivêlin , hemî pêgve di lewtîne
Wek hêstra mêþik hat yê , wekî stênga di êwirîne
Çi ser hiþk û hem nezanin , dilê wan ê bi kerb û kîne
Wek dara hiþk dê bêjî ku , ev  neh deh sale di mirîne
Qey baþyê qed na bînin ew , dilê kore çav peqîne
Çi dermanê vê dil reþyê , ji rêkê ew tehsîne
Were cîhana dildara , ka zozana tu bi çerîne
Kurdistana me rengîne , dol û nihal feraþîne
Were zalim da te bi bînim , cergê bêzar dilê bi xwîne
Eger hêþta ne biþkurrî , dê min ji vêrê rateqîne.

25-10-2010
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark