Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: 3 ê Helbest

 



Þêro DALÎNÎ

Pirs .. û bersiv .

Pirsa min ev bû : tu çi ji min re dibêjê piþtî qurimîna çav û hestan ..
Gote min : Bersiva min jî eve : ezê destmaleke sipî bidim destê te
Min got : hewceya wê çiye ?
Gelo ezê li sergovendiya xwe wê bihejînim yan jî hêsirên bê dumahî li pey çûna te pê zuha bikim  
Gote min : nizanim ??
Ez mame termekî ji germaya destê wê hingivtî .


MIJÛL

Di her kildaneke çavên te de
Hezar car di þewitin hest
Û min laþê xwe kiriye cila nimêja xwe
Her roj ayeta li laþê te dixwînim .

Bi þev

Li cem me ..
gera bi þev qedexe ye û  dibe ku ya diza bê ..
di dilê min de heye ku xwe qedexebikim
û bême diziya du lêvên te ..
li ber deriyê mala we ..
di dema razana çav birçiyan de ..
riwê xwe bi boyaxa lêvên te biþom ..
destên xwe bi newqa te ve êsîr bikim ..
hestbikim çendî tu ciwan û nazikî ..
mestbibin û bibin peykerek .

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark