Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: Hunermend Şiyar Agirî, agir diberde hindek hunermendan

 


Hevpeyvîn: Demhat Dêrikî

Hunermend Şiyar Agirî li bajarê şewatê, li barjarê ku bêhna dîrokê jê difore, li bajarê ku bûyî dergûşa hunermend û gelek nivîskarên cihê rêzê, tê dinyayê. Ew li bajarê Amûdê ku hembêza xwe ji gelek nivîskar û pêşengên kurdan re vekirî, çavê xwe vedike. Hunermend Şiyar Agirî li gel hemû astengî û pêlên jiyana dijwar di hunera xwe de berdewamkir. Ew li gel strangotinê, karê Arîncor û lêdana bexlemê dike. Di rojên teng de gelek alîkarî di konsêran de daye hunermendên mezin wek; Şivan perwer, Aram ê Tîgran, Xelîl Xemgîn, Birader, Diyar…Heta niha 7 albom derxistine.


 Ji wan 5 stran û 2 mûzîk. Li sala 1997 elboma xwe ya yekê bi navê Dosto belav dike , li sala 1998 elboma  mûzîk, elbomabi navê Ez Berwarim li sala 1999, elboma bi navê Hukmeta xwedê(helbesta mamoste Ahmedê Xanî) li sala 2000, elboma bi navê Cotê Kewa min li sala 2003, elboma bi navê Dilip û sêlib li sala 2005 û di hemen salê(2005) de elboma Mûzîk belav dike. Şiyar Agirî li rojavayê Kurdistanê demek dirêje di nava kar û xebatên hunerê de ye û heta îro bi hunera xwe ve girêdayî ye. Me jî, bi navê rojname War xwe gihande kekê Şiyar û wî dilê xwe ji me re vekir.

Kekê Şiyar, ev demeke dirêje tu di nava hunerê de yî û tembûra te her hevala te ya yekemîne, lê nizanim kekê Şiyar çi kir, çi dike, niha li kû sekinye…em derbasî nava çîroka hatî gotin û ya nehatî gotin bibin, bila her tişt zelal û li ser berikê be da mafê tu kesan neyê xwarin?

Destpêkê ez li Amûdê bûm. Lê li sala 1994ê ez çûm  bajarê Heleb û li wir min sitodiyo amedekir bi rengekî nû ku hîn kurda wê demê bi dirbeke û bizqê kasêtên xwe çêdikirin, lê min bi baxleme, Keman, bilûr, zirine û cas û gîtar rengekek nû da mûzîkê. Li wê demê kes nema xwe li min negirt û gelek kes ji wan bi xêra wê mûzîkê navdar bûn. Lê paşê bi çend çepikan serê wan mezin bû û dev avêtin min.  Lê min karê xwe berdewamkir, min bi hezaran kasêt  ji hunermendan re tomarkir. Li sala 2005ê vegeriyam bajarê Qamişlo, min nerî ew kesên ku li ber destê min fêr dibûn bi dehan sitodiyo vekirine û dev avêtin min. Digotin; Şiyar kevin bûye, Şiyar dîn bûye! Dixwestin navê min xira bikin. Lê ez di wê baweriyê de bûm ku ev qelsbûn û lewazbûna wan ya di hunerê de dide diyarkirin. Bê goman, kesên zana û têgihiştî ji wan bawer nedikirin û berevajî vê yên nezan gelekan ji wan bawer. Heta kasêtên ku min di wê demê de ji hunermendan re çêdikirin belav nedikirin, û aramanc ew bû navê min xira bikin. Lê min li berxweda û ez çûm Tirkî, li wir min gelek naskirin û didan diyarkirin ku pêdivîbû ev naskirin ji berê de hebane, bi rastî dilxweşiya xwe bi naskirina min anîn ziman û heta didan diyar kirin" ev tu li kû bûyî?".  Keko, ez ji rastiyê hez dikim û wek gelekan nikarim ji partiyan re, ji şirketan re, ji Tvyan re bidim ber çepikan. Jiber wê yekê keyfa gelekan ji min re nayê. Li sala 2000 strana bi navê Hucra Tarî min û hevalê xwe Îbo nivîsand û xwend, paşê Kawa jî xwend, lê mixabin heta îro kes nizanê ev stran ya me ye, jiber ku Kawa li Ewrupaye û bi navê xwe derxist, strana Birader dixwînê ya bi navê Ereba min, ew min Arîncorî dayê, lê mixabin navê min nenivîsand. Di kasêt û konsêrên ku gelek hunermedên Ewrupa dayîn, min alîkarî da wan, lê piştî vedigeriyan Ewrupa pişta xwe didan û qet li min nedipirsiyan.Min ji destên kesne gelek zehemtî û êş kişand û ez ê hêj bikşînim û ez ê ji rastiyê newim xwar. Niha sotodiya xwe amade dikim li rojava û li Tirkî û ez ê elboma xwe ya sala 2011ê amade dikim bi mûzîkeke nû ne wek hindek kesan k teqlîdê dikin û min got ez ê ji tu kesan re çepkan nexim. Lê bi rastî ez ji dil û can sipasiya TV Kurdsat dikim ku ev deh(10)sal in kilîpa min ya bi navê Hukmeta xwedê belav dikin û heta îro jî diweşînin û kilîpa min ya bi navê Bavê şeveqa me li ser Dengê TV tê weşandin û TVya Batmanê jiber Tvya min a dine û mala wan ava.



Heta îro Şiyar Agirî di jiyana xwe ya hunerî de çi astengî dîtin, gelo we karî hûn wan birînan derman bikin?

Hunera rast, hunermedê ku dixwazê di nava vê hunerê de bimeşe û li gor rastiya hunerê bizavê bike û rêzê ji taybetmendiyên afirîneriyê re bigirê û bi huner neleyizê jiyana xwe tev zehmete, bi êşe, tev kelem û astengîne. Min li jor behsa hindek karê xwe kir. Dermanê vê birînê zehmete, hêj ji serdemên kevin de ev birîn hene û wê hebin û wê berdewam bin. Ez ya li ser xwe dikim, lê ew gelekin û em hindikin, ew partîne û Tvne û em hunermendin. Bê goman rastî tucar winda nabe, lê mixabin gelek caran ev rastî ne di dema xwe derdikeve. Gelek hunermend piştî mirin navdar bûn, lê dema sax kesekî ew nasnedikrin, lê ez dibêjim ger wê demê hatibane naskirin wê hunera wan xurtirbane.

Di nêrîna we de huner çi ye û heta çi astê kesên xwe dikin hunermend û bi navê huneremdiyê diaxivin erkên hunermediyê bi cih anîne?

Ne her kesên ku çapik jêre hatin lêxistin hunermende, mirov bi TV û kilîpan nabe hunermend. Pêdiviye tu rastiyê bide pêşiya miletê xwe, ne ku tu wan bi gotina bixapînî û mejiyê keç û xortan bileyizê, yan bi navê tiştine bi rûmet navê xwe bike hunermend, na! Ger te xelkê xwe zane kir û milet li pey te meşî wê demê tu hunermendî, anko wek nimûna şivan û pez, lê mixabin îro şivan li pey pez dimeşê jibo navê xwe!

Di nava vê cîhana hunerê de Şiyar Agirî çi aşop(xeyal)dikir û ji xewnên we çi pêk hatin?

Raste, huner bi xwe li ser xewn û xeyalan avadibe. Tişta ku min kir, min  mûzîk li derdora xwe û hevalên xwe yên çavgirtî belavkir û min çavê wan vekir li ser pêşketina Mûzîkê. Ji ber di wê demê de wek min berê jî gotî, huner li derdora me bi tembûr û derbikekê hatibû naskirin, min ew kesane berû delwemdiya mûzîkê ve bir, min çavê wan li ser mûzîka nûjeniyê vekir. Bi rastî gelakn ji wan li piştve li min xistin, lê tiştek nabe dibe ku rojekê mejiyê xwe vegerînin, şiyar bibin ka berê çibûn û niha çi ne?

Heta îro we gelek stran gotine, stran çêkirine, gelo ji van stranan yên we kîjan hunermedan gotine(bi destûra we yan jî bê destûr)û te tu çend ji vê yekê raziyî?

Min di pirsa didin de bersiva vê pirsê dabû, lê dixwazim li ser temam bikim. Kawa ji min xwest strana Hucra Tarî bêjê, min got tiştek nabe, ser çava. Lê piştî min li ser TV dît ku navê min li ser nîne, paşê telefona min kir got ez ê strana Rstî bixwînim. Dîsa min got ser çava, lê te çima navê min li ser strana Hucra Tarî nenivîsand? Got ku derhêner jibîr kiriye û got ez ê navê te li ser ya Rastî binivîsim.  Rojekê min dît va ew Hesen Şerîf li ser TVane û Kawa strana Rastî distirînê. Dema stran bi dawî bû, got destên Xelîl Xemgîn û Seyîd Xan xweş jiber li min vegerandin, lê qet behsa xudanê stranê nekir ku bi şev û roj xew neketiye çavan ta ku ev stran amade kiriye. Belê, stran ser rastiyê ye, navê wê rastiye û Kawa strand û rastiya wê negot, de ka hûn vê yekê çawa dibînin?

Şiyar Agirî ji jiyana xwe û ji hunera xwe raziye?

Piraniya hunermendan ji jiyana xwe nerazîne. Û ez çima ne razîme? Jiber pir tişt di serê min de hene û ez ditirism ku hemû dernekvin, heta  niha hindek jê derketine, lê gelek cara tiştên mirov dernakevin jiber ku em karê hunerê dikin û li derdora mirov pir hene naxwazin hunera rast derkeve, jibo armanc û mabestên xwe çend kesan derdixin pêş û ji milet re didin diyar kirin ku ev hunermendin û piştî ku ev kesan digihin armancên xwe wan diavêjin û hindek kesên din derdixin pêş.  Û em jî li ber lingan diçin, gelo em ê karê huneriyê bikin  yan em ê li dijî van kesan rawestin? Nahêlin mejiyê me rehet be!

Gotina dawî?

Ez sipasiya birayê xwe Demhat Dêrikî û rojname War dikim jiber vê rastiya windayî ji miletê me re dide diyar kirin û ez bi hêvîme hûn her li pêş bikevin û pir rastiyên windayî ji meletê me yê belangaz re zelal û eşkere bikin.

Em jî bi bersivên we keyfxweş bûn û her serkeftî be di karê xwe yê hunerî de.

Demhat Dêrikî

Rojname WAR(Jimara 221-rûpela 6)
 

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark