Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

belavokên partiyan: ÇAREYA DOZA KURDÎ DI KIDERÊDA YE..?

 


  Sernivisa DENG *
  
nasîn ku gelê kurd di sûriyê de hatiye girêdan bi hemî pêkbînên civaka sûrî, çi netewî, olî, rêzanî, dibe..û beşdariyek dikovanî( dilpakî) kir di hunertina rewşa jiyandin, û kirdara(tîşana) bi hev re di destpêka sed saliya borî de, û bi taybet piştî ku sînora nav welatî hate nîgarkirin di hermê de, riya peymana seykês-bîko desala 1916an de, û di encama ev kirîdarê han de hevîrek şarazanî pêdabû, di riya hin qonaxên têkoşîn çarenûsî re..


di bereya serxabûnê de, yan di cengên bergêriya welêt de, li nik ku hin pêwîstiyên ni8ştimanî yên tevlîhev, tev hin êşek û çewtên dijwar yên ku hemiyan bihev re dijandin roleka xwe mezin hebû di warê xortkirina tikîliyên biratî di navbera hemi dozen de( civakî, rêzanî, û zanyarî), û ev pêkbînên di sûriyê de, çi ereb, kurd, siryan dibe bi hev hebûn,..û jê jî "mûzeyîkek" lihevhatî" dernewek rasteqînÎ dida ji yekbûna niştimanî bi şêweya xwe ya tewrî bilind, û gelê jurd herdem dima dilovan ji ev dîroka bi hev re, û herdem alîkarbû bê fey di nuhkirina girêk û tikîliyan de û eyîn kirina wan di hemi deman de.
 Û tevgera rêzgarîxweza kurdî  di sûriyê de ji despêka damezrandina xwe de1957an demaxakan bû,..bi derperînên xwe yê niştimanî, û demoqratî, yên ku ji bingeha biratiya hemi pêkbînên ju sûriyê de dihatin der, û çaranûsa xwe girê da bi rewşa pêvejokê di welêt de, û dihate maxakirin bi deravetîn xwe yên vacayî, û şêweya xwe ya aşitî û demoqratî di xebatê de, û nermbûna pirogramên xwe yên rêzanî, û xwe timê dûrî feqên pîsbûnê dixist yên ku dikarîn ku dîrok, û jiyana bi hev re..rûreşî bikin, tevî ku şovîniyan têkar dikirin ku tikîliyên biratî di nav bera pêkbînan de biherfînin, û di her dem de tevgera me karibû rêbaza xwe, û şêweya xew di xebata rêzanî aşitî ji bo demoqratî , û wekheviyê, û di navbera pêkbîna omidiyên netewî de li ser bigeha hunatina girêkin niştimanî, paristina navaroka doza kurdî di çarçuva xwe şênberî û dîrokî de..Tevî van tiştên han tev gelê me yê kurd di sûriyê de ma dîlê nefesên şovîniyan, û siyasetên nijad perestî ji aliyê hemi deselatên ku hatin li welêt, ji rojgara serxwebûn û ta nuha, û ti pûte pê ne hate kirin, û rewşa gelê me sersarî bû ji aliyê Kevinperestan de, û ti pirojeyên çareserî ji doza me re ya pêwîst ne hatin pêşkêşkirin, hîn alanî û talanî di derheqa wê de hate kirin, û derheqa doza me de siyaseta nehînî hate meşandin ji aliyekê de, ji aliyek din ve hemî rîdar û zagûnên awerte, pirojeyên nijadperestî ji rojgara deselate cudane de û virde deselatan bi cih anîn kirin belaya sere gelê me wek ( hijmarta awerte 5101962z) ya ku li gor wê bêtirî 120000 kesê kur bê nasname man û hijmara wana nuha jî dighîne bêtirî sêsed û pêncî hezarê kurd,. ,..pêkbîna pirojeya kembera erbî li parizgeha hesekê( 2461974)z,..ta têkarên şovînî ya ku ti carî nakevin xizmeta civaka sûriyê de, lê rewşa dijminan xort dikin Lê mixabin ku ta roja îro ew siyasetên pûç hîn berdewamin, û hîn jî bi kirasekî din têne meydanê ( siyaseta erbkirinê, birçibûnê, bêkarî , , wîlbûn kiras pîs, mersûma 49-1092008, yak u hemi tamerên jiyanê li rojavayêkurdistanê hişk û pûçkirin,….tevî biryarên zordar di derheqa cotariyên kurd de li devera (dIrIkê) li parizgeha cizîrê, û rahatiya cira kuştina ekane ji avdara 1986 ta avdara 2004, ta avdara 2008, tevlî siyaseta girmist amîrên ewlekariyê yak u wezeya welêt bindest kirî, tevlî dûdariya konevanên niştimanî û bi taybet rêzanvanên gelê me ya kurd, û namaze xebatkarên partiya me(PAK) û êxistina wan e di taritiya zîndanan de, tevlî sepîna dadarên zordar li ser wan e bi salên dirêj ,..ew dadeyên han ya ku ji dadgehên awerte têne der û li gorrewşa awerte û dadayên pêlanî, ev giş tevlî hun xamên sovînî yên nuh têne der, çalak dibin di arasta ku rewşa dîrokî û doza kurdî pîsbikin û bervî nerêtiyê dajon, û dikarin ji bo girkirina nakokiyên hindirî vêxînin,..ta nahêlibin ku yekîtiyek niştimanî wek ku tevgera me lê dinere pêk were.
Ev li nik guhartina ku pêlên xwe li derdor cîhanê xistiye, û piştî şerê kendavê ya duwem, û leqleqa (çelaqndin) ku di terazûna hêzan de, tevlî gorîna ku çêbuye di hin tikîliyên navwelatî û herêmî de,..di arasta gorînên demoqratî, û piştgiriya mafê mirovan, û mafê gelan di çarenûsê xwe de, û destpêkirina rijîma cîhanî ya nuh…di ev dem de em dibînin ku hemi bikarin ji bo ku welatê me li gor qonaxê be, û daxwezên wê ,di riya vekirinek demoqratî li ser hemi hêz û karîdarên rêzanî û gelêrî ta ku sûda were kirin ji hemi wezeya wan ta ku di xizmeta pêşketina welêt keve, û karbibe ji bo çareserkirina hem doz û pirsan, ta herfandina astengên ku disekinin li pêşiya ku hemi hêz bi hev re karîdarbin, mebest jê ew e ku welatê me sûriyê bighîne qonaxa welatên demoqratîk û şarawanî.
Di vê rêçalê han de,..gelê kurd di sûriyê de dimîne rasteqînek aşkere û zelal kes nikarê xwe ji doze wî bade, û vî gelî yê nûner dibe bi tevgera xwe ya rêzanî pêkbûna armanca bingehî  ji heyîna doza kurd re,.. ti kes nikarê jê derbasbibe, jê re çareseriyek demoqratî û dadene    pêwîste di riya hevpeyvînek demoqratî re li berpêş tevlî serkêşiya tevgerê re, û berî ew gifteguha ku destpêbike girîngtirîne ku hin bikarin îjdil bên kirin tekesta îjdiliya aliyên girêdayî babetê di vê derheqê de, û pêşî ev tiştna ne: derperîna azdiyên demoqratîk, û berdana girtiyên rêzanî, û hilîna rîdarên awerte, û pirojeyên nijadperestî di derheqa gelê kurd bi taybetî, û venasîn bi heyîna gelê kurd wek gelekî ortane (beşgeke)dijî di welêt de li rex (kêlek) birayê xwe gelê ereb, û hemî pêkbînên netewî û olî bê maxakan, û dûv re hevpeyvîna biratî destpêbike têde berjewandiya welêt herî bilind be…

FERHENGOKA GOTARÊ:
-Amîr(جهاز) –beşdarî(إسهام ) –beşgek(شريك ) –cir(معاملة-أسلوب ) –dikovanî, dilpakî(إخلاص) –dernew(تعبير) –deravêt(طرح ) –destberî(التزام ) –hunartin(تعزيز  ) –kirîdar, tîşan(تفاعل )–maxakan(ميزة ) –nîgar(رسم) –naverok(محتوى-جوهر) –nehamet(معاناة) –rojgar(عهد-عصر) –rahat(ممارسة) –reftar,reweşt(سلوك) –sersarî,nehînî(تجاهل) –şênber(مادي) –xam,pênûs(قلم).
782010 ŞEMÎ
(DENG)  

* Rojnameyeke giştî ye, ji weşanên nivîsgeha çand û ragihandinê, ya partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 13


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark