Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Belengaziya rojnamegeriya kurdî

 


  Dilbixwîn Dara
dil_dara@hotmail.com

Bawer nakin hûn ji vê mijarê re biyan bin. Min bi xwe gelekî li ser medyaya kurdî nivîsand. Gelek kesên din jî ev mijar li gelek cihan anîn ziman. Min carekê nivîsandibû, pêwîstiya Kurdan bi CNN û Lemonde’ke kurdî heye. Lê texmîn dikin haya keskî pir ji wê pêwîstiyê tune ye.
Bêzar dibim dema ku dibînim em li pey cîranên xwe jî mane. Serokwezîrê me diçe serdana welatekî cîran, em radibin ji medyaya wî welatî nûçeya serdana serokwezîrê xwe werdigirin.


Fêm nakim çima, em sûretê hevdîtina serokwezîrê xwe ligel serokwezîrê cîran, ji medyaya welatê cîran kopî dikin. Min nedîtiye ku rojekê medyaya welatê cîran nûçe yan jî hevdîtina serokwezîrê xwe ligel serokwezîrê me, ji rojname yan jî ji ajanseke me wergirtibe.
Serokwezîrek tê serdana welatê me, em radibin raporta wê serdanê ji malpereke wî welatî werdigirin.  Hevdîtin li cem me çêdibe, lê em li benda belavkirina wê nûçeyê di rojnameya welatê cîran de, dimînin.
Ajansên me hene, lê çi ajans in!
Ajanseke me heye, piþtî katjimêr 16.00 radiweste, karmendên wê her deqe çav li seetê ne, ka kengê dê katjimêr bibe 16.00. Baþ e, lê eger piþtî 16.00 bûyerek qewimî?! Ne xeme bila biqewime, ewê sibe biweþînin.
Rast e, rojnameyên me hene! Rojane jî derdikevin, lê mijarên wan hefteyî ne. Nav rojname ne lê bi naveroka xwe kovar in..
Rewþa TV’yên me jî heman rewþ e.
Goya mîlyardêrên me hene, hem jî bi dehan in. Yên xelkê Holding ava kirine, bi dehan rojname, televîzyon û kovaran f’nanse dikin, bi sedan kesan li cem xwe didin xebitandin, ji welatê xwe re CNN ava kirine, a ji we re Aydin Dogan, ku bi eslê xwe Kurde jî. Ew bi serê xwe dewletek e, bi medyaya xwe, rojeva welatekî weke Tirkiyê destnîþan dike.
Rojnamegerî ne tenê pere ne, ew hezkirine jî.
Lê hezkirin tune ye. Her kesek li bendê ye ku serê mehê were û pereyên xwe bistînin. Ji bi destxistina nûeyekê zêdetir ew li benda hatina dawiya mehê ne.
Hêza me tune ye ku em bikaribin rojevê diyar bikin. Me hîn baweriya medyaya cîhanî bi xwe çênekiriye, em hîn jî ji eqliyeta hizbîtiyê rizgar nebûne. Me xwe negihandiye wê hêzê ku ajanseke cîhanî bûyera ku li welatê me diqewime, ji me bigire. Hîn jî kesek me nas nake.
Halê me ev e.
Jêder: Avestakurd

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1.33
Bi Tevahî Deng: 12


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark