Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Mîr Celadet Bedirxan Û Armanc Û Awayê Xebata Hawarê

 


   Bi hatina 26ê nîsana 2010 an, 117 sal di ser zayîna mîr Celadet Bedirxan re derbas dibe û bi hatina 15 ê  gulana 2010 an re 78 sal di ser derçûna kovara wî (HAWAR)ê re derbas dibe. Ev kovara ku yekem car e di dîroka kurdan de, bi tîpên latînî hatiye weşandin û ji hingê ve zimanê kurdî bûye zimanekî xweser..
     HAWAR, kovareke panizdeh rojî bû, di warê ziman, ferheng û rewşenbîriya kurdî a têvel de şoreşeke nû bû û dûrî siyasetê bû. Hejmara pêşîn (1) ji vê kovara bedew di 15 ê gulana 1932an de hatiye weşandin, hejmara dawîn (57) di 15 ê tebaxa 1943 an de hatiye weşandin. Her wiha xwediyê wê Mîr Celadet Bedirxan di rûpelê pêşîn û rêza pêşîn de, armancên Hawarê diyar kirine.


   Wek wefadarî ji giyanê wî re, ku 117 sal di ser roja jidayikbûna wî re derbas dibe û di 15 gulanê de 78 sal di ser derçûna kovara wî re derbas dibe, vî gotarê wî, ji xwendevan û hezkerên zimanê Kurdî re dikim diyarî.

Konê Reş, Qamişlo 26/04/2010
 

Armanc û Awayê Xebat û Nivîsandina Hawarê*

  Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e, xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide naskirin.
Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide naskirin. Lewma ko ziman şerta heyînê a pêşîn e. Hawar jû (ji îro û) pêve bi her tiştê koKurdanî û Kurdîtî pê bendewar e, dê mijûl bibe tinê siyaset jê dûr e, xwe naêxe siyasetê. Hawarê siyaset ji civatên welatî re hiştiye, bi siyasetê bila ew mijûl bibin. Em jî di warê zanîn, huner û sinehetê de dê bixebitin.
*          *          *
Awayê xebatê: karekî ko bikare biçe serî, divêt jê re pironivîsek bêt çêkirin, me pironivîsa xwe li ser bingehên jêrîn lêkirî ye.
1 - Belavkirina Alfabêya Kurdî di nav Kurdan û hînkirina wê. Senifandina zimanê Kurdî û hin bi hin di komelê de belavkirin û pêşdetir dişiklê kitêbê de derêxistin.
2 - Sehîtiya zarên Kurdî û berhevdanîna wan. Sehîtî ser mirovatiya zimanê Kurdî digel zimanên din ên arî. Sehîtî ser bingehên zimanê Kurdî, ser dîrok û awayê rabûna û pêşveketina wî.
3 - Ber hevkirina çîrok, çîrçîrok û her texlît laje û stranên Kurdî û birêve belavkirina wan.
4 - Senifandin û belavkirina dîwanên Kurdî. Bi van ve jînenîgariyên şaîr û mirovên bijarte jî dê bên belav kirin.
5 -  Sehîtî ser reqs û qeydeyên stranên Kurdî.
6 -  Sehîtî ser her texlît rêzikên Kurdî û Kurdistanê, yên zemanê borî û yên îro û senifandina wan û sehîtî ser pîş û sinhetên Kurdî.
7 - Dîrok û erdnîgarî: Sehîtî ser tevayiya dîrok û erdnîgariya Kurdistanê û ser dîroka eşîran, berî, paşî û di wextê Mîr –Şeref de.
*          *          *
  Awayê nivîsandinê: Di heqê zimanê me de heta niho gelek tişt hatine gotin di nav van gotinan de tiştne rast û nerast jî hene. Ez ko Kurd û Kurdmanc ziman im û zimanê xwe rind dizanim û min ew bi heft heşt zimanên din daniye ber hev, kîtkîtên wî hûrhûnadine; qeydeyên wî ji hev derxistine, dikarim ji biyaniyan bêhtir û qenctir dehkera wî bidim xuyakirin û zanîn.
  Zimanê me îro hem freh hem teng e. Freh e: bi her tiştê ko Kurd pê mijûl bûne, dest dane ser wan, di wî warî de zimanê Kurdî hin zimanên din û ji hinan bêtir pêşve çûye, kemiliye, û ji tu zimanan kemilî bi şûn denemaye. Teng e: Herçî ku ji Kurdan re nenas mane û Kurd pê mijûlnebûne, di wî warî de zimanê me rawestiyaye, pêş veneçûye, di cihê xwe de maye.
  Lê zimanê ji wan zimanan e ko ber her tiştê nuh, pirsên nuh dizên û bi rêve pirsên nuh ji wan çar dibin. Herwekî xelkê Geliyê-Goyan, berî çardeh salan, gava tiyare dîtin, tavil bi zarê xwe balafir nav lê kirin; ji lewre ko ji banî, ji bala difire, dîsa Kurdmancine ko telêfon dîtin ji mesmeha wê re bihîstok gotin. Jiber ko deng pê têt bihîstin.
  Niho em vegerin ser gotina xwe; ser awayê nivîsandina zimanê xwe. Îro di zimanê me de du texlît kêmanî hene: Windabûna pirsine Kurdî û ketina pirsine biyanî nav zimên. Em çi bikin ko zimanê me bikare vegere ser xurtiya xwe û di nav zar û zarawayên xwe de bikemile û bibe zimanekî tekûz.
  Di windabûna pirsan de, pirsin hene yekcar winda bûne, hin hene ji zarekî ketine lê di zarekî din de dijîn û çendek hene di axaftinê de kêm têne gotin lê di mamik, medhelok, çîrok û stranan de têne bihîstin, em li pey wan in, hin bi hin em wan diêxin dest û disenifînin û gora mehcetê jî ji nuh ve ser awayê hevdûdanîna pirsên Kurdî pirsine nuh çêdikin, ji bona pêşveçûna zimên, divêt em bendên xwe bi tevayiya van pirsan binivîsînin û li paşiya her hijmarê ferhengokekê danîn û tê de mana pirsên ko di zaran de kêm bûne û yên ko ji nuh ve hatine hevdûdanîn ji xwendevanên xwe re bidin zanîn.
  Ji xwendevanê xwe hêvî dikim ferhengoka me qenc bixwînin û di heqê pirsekê de ko fikreke wan hebe ji me re binivîsînin; heke ciyoka pirsekê bizanin, ewa ha jî tev mana û ferqên wê digel ciyoka xwe ji me re bidin zanîn.
Weko: rêkirin, şandin, hinartin, ciyokên hev in, lê di mana rêkirinê de ji mana şandin  û hinartinê ferqek heye.  Rêkirin,  herhal,  bi  rê  êxistin  û şandin e. Dîsan, xeberdan, axaftin, peyîvîn ciyokên hev in gelo di neqeba wan de çi ferq hene?
  Hawar zarokeke nûza ye. Zarowa me ye; zarowa Kurdan e. wek her zaro bi xweyîtiya dê û bav, bira û pismamên xwe dikare bijî. Her kes her Kurd dikare arîkariya Hawarê bike. Tu kes mebêje ko ez mirovekî reben û nekêrhatî me. Ji min diayê pêve tiştek nayê. Belê, tukes vê xeberê mebêje, herkes bi tiştekî, bi awakî dikare bê hawara Hawarê. Tinê di be ko awayê Hawarê nizane, jêre çend awa hene:
1 - Kiriyarê Hawarê bûyîn û jê re kiriyaran peyda kirin.
2 - Navên mirovên xwendewar lê ne maldar, ko nikarin kiriyar bibin, û navên medresan ji me re dan zanîn. Da ko Hawar herwe bête şandin.
3 - Paş xwendina Hawarê ji heval û nasên xwe re danxwendin û ji mirovên nexwenda re bi xwe xwendin û ew ser têdexistiyên komelê serwext kirin.
4 - Ji Hawarê re her texlît şihr û bendan nivîsandin.
5 - Çîrok, medhlok û mamikan berhevkirin û ji Hawarê re şandin.
6 - Di heqê welat, eşîr, bajar û gundên xwe de tiştine kevin û nuh ji Hawarê re rêkirin.
7 - Her texlît bergehên Kurdistanê peyda kirin û digel wesfên wan ji me re hinartin.
  Ji gotinên jorîn qenc dixuye ko ji Hawarê re arîkirin gelek hêsanî ye. Kesê ko dil bike dê bikare jî.
*          *          *
  Di destpêkê de komela me di panzdeh rojan de carekê dê derkeve. Piştî çend hejmaran komela me dê bibe heftekî û li serê her heftiyê dê belav bibe.
 
* Mîr Celadet Alî Bedirxan: (Hawar, hejmara pêşîn, rûpelê pêşîn,15 ê gulana 1932)

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark