Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Xedam û berhingariya sûriyê

 

  Diyar Ehmed
                                                                
Bê guman mirovek weke EbdulHelîm Xedam ji tevaya gelê Sûriyê re nasyare, ku ew yek ji sitûnên serekî bû di rêjîma Sûriyê de di nava çil salên borî de, herweha ne Xedam û nekesek dî jî ji bilî Xedam, nikarê destê Xedam ji kêmasî, reşî, şaşî, sitemkarî, paşketin, zordarî, tewankarî û binpîkirina mafê mirovan, rûdanên diltevzîn di derbarî gelê Sûriyê de bi giştî û siyasetên regezperist û şovînist di derheqa gelê kurd li rojavayê kurdistanê de hatîn bikaranîn bi teybetî, dûrbikê yan jê bişû .


Xedam yek ji endezyar û pilandananê siyaseta partiya Ba''''''''sa Sûriye û nexwasim serpariştî û rêveberiya siyaseta Sûrî ya ji der ve kirye, ji dema enqîlaba Adara (1963) an de di tenişta serokê Sûriyê yê berê Haviz Esedê bav de roleka berçav lehîstiye .dibê ku piştî Esedê kur desthilat bi dest xwe ve girtî, hinekî şûn û rola wî di danan û rêvebariya siyasî de hate kêm kirin, eger em ne bêjin hêdî-hêdî ew ji xeleka standina beryarên çarenûsî û şêwerdariya ewlekariya netewî (parastina rijêmê) hate dûrkirin, û xwestin di paşerojê de kartêkirin û desttêwerdana wî di serestkirin û ser û ber kirina kar û barên siyasî de ne hêlin, û dawiyê avê li ser bi girin û wî ziwa bikin . ev yeke ne di derheqa wî tenê de di hate kirin, lê belê evê siyasetê du xal bi xwe ve girêdidan, yek jê dûr kirina kesên Kevin û pîr, wek ku ji wan re di hate gotin (nobedarên Kevin ) û ya dî kesên ku di binyata xwe de ne Elewî bûn, ji ber ew bîr û nêrîna di sîtila hêzên ewlekariyê de di hate tevdan û berhevkirin û li ser kuçika wan di odên derî girtî de di hate kelan din, ji ber vê yekê jî, li cem wan mofik û stûnên rêjîmê ji wan kesên ne cihê baweriyê, yan jê dibê ku rojekî bi bin cihê ne xweşiyê û dergehên metirsiyê, divê wan mofik û hêzan paqij bikin, ji ber ku kaxetên rêjîmê tevil hev bûne û di nav dest û lingên wan de hatine şehtandin .
 li ser dema Esedê bav ewî bi xwe di karî kar û barê xwe bi rêvebibê û tişta ne bi dilê wî ba nedikir û ne dihêla kesek jî bike . em di karin bêjin ku ew bi xurtî serdestî hêzên ewlekariyê, dezgehên Partiya Ba''''''''es û leşker û tevî dam dezgehê Hikomî bû, û hevsarên tevan kirbû di destên xwe de . lê, Esedê kur wek em tev di zanin tiştek bê buha nîne, hinga ku cîhazê ewlekariyê karî bendekî ji destûra Sûriyê biguherê û gorî bejna temenê Esedê kur bi qetînê û bidirû, hingî ewî aliyê xizmetkar karî destên xwe jî pêre bike di stûyê wî de û ewî weke berjewendiyên xwe yên teybet serast bike û wî birêve bibe .
Xedam xwe ji rêjîma ku ewî jî beşdarî di demazrandina bingehên wê yên îro roj rizyarî, kawî û bawî bûyîn xwe jê kişand yan ewan destên wî jêbirîn û ew dûr kirin . Xedam di xwazê wek ku çawe ew li wî qulipîn û ji mîratî bê behir kirin ew jî dixwazê heyfa xwe ji wan hilînê û ji dila ku hevalê kurê wî ji xwe û rêjîma xwe re wî bi kê paşîv, ewî xwest xudanê rêjîmê bi kê şêv .
 pêvajoya kar û xebata xedam ji gelê Sûriyê rê diyare, lê belê, ka Xedam gunehkar û berpirsyare di ber rewşa Sûriyê ya paşketî û wêran de yan na…..???
Pirs ne di vir deye û îro roj ne dema vê pirsê ye jî, ji ber ku kar û pirsin dîtir hene girîngtirin û pêşdetirin ji wan pirsên raborî . îro rêjîma Sûriyê ketiye ber birhan û li nav kotka xwe didê. gelo, ka rewşa berhatiya wê,wê çawe bê, berê wê,wê bi çi rengî bê, wê dust û pêkhatî bê, yan wê bê ser û ber bê.
Ev birih û fişara li ser Sûriyê, ka çi di malzaroka xwe de ji gelê Sûriyê re hilgirtiye ??
Îro roj ka wê paşeroja Sûriyê çawe bê, ji ber ku dergeh ji hem û pêhatyan re vekiye û her aliyek wê bixwazê gorî berjewendiyên xwe bikişînê û cihê xwe di nav wan guhertinan de bikê û bigirê, hêzên hunder û yên ji der ve wê di meydana vê hevrikiyê de bi Kevin cirîdekî de û heryek wê bixwazê para şêr jê re bê, eve şan û xala nêvnas ya siyaseta nêvdewletî . anku eger hêzên dijber û berhingariya Sûriyê ne Karin di dema îro de, li ser rêkeftinekî bigihin hev û li hev bikin, û bernamekê karî yê ron û eşkere bi hev re pêşkêşbikin hingî dibê ku destkeftî û daxwaz bilindtir dibin û serketin misogertir dibê, herweha dem jî kurttir dibê . îro ji her wextî bêhir berhingariya Sûriyê ji alîkî ve û gelê Sûriyê yê reben û belengaz ji aliyê dî ve, pêtivîyê dengekiye, kesekiye, mirovekiye, nexasim ku ew mirov xwedan serbor û şiyanin mezin bê . vêca li ser vê yekê gereke berhingariya Sûriyê û bi teybetî hêz û aliyên ku ragihandina Şamê pêkanîne û di wî çarçovî de li hev kirine û bi hev re pirojek imzekirine, gereke mirovek weke Xedam ji dest xwe ber nedin û ewî himbêz bikin, wek yekî bi hêz yan kesayetiyek serbixwe di nav rêzên berhingariya Sûriyê de û derfetê ji dest xwe dernexin, ji ber van xalên xwarê :
-Xedam di dema berê de endezyarê pilandanan û şîretkarê siyaseta Sûriyê ya ji der ve bû, bivê yekê kariye peywendî û têkiliya bi tevaya diplomat û kesayetiyên cîhanê re avabikê, û herweha pispor û şarezaye di vekirina dergehên nû, û girêdan û têkiliyên nêvdewletî de. dema ku xedam cihê xwe di berhingariya Sûriyê de bigirê, bê guman wê sûd û mifa ji wan şiyanên wî werin kirin û wê  ew şiyan bikevin di xizmeta kar û xebata berhingariya Sûriyê de dijî rêjîma Sûriyê .
-guman tê de nîne, ku îro bi sedan kes weke Xedam di rêjîma Sûriyê de hene, çi dixwazin xwe ji rêjîmê dûrbikin û destên xwe jê bibirin yan jê di xwazin rêjîm nemîne û rojekî zûtir here, di vê derberê de geleke serbor û azmûna Iraqê, ji mirov re mifaderbê, ne her kesê ku kar di rêjîmê de kiriye, nexwe xirabe û divê serê wî werê jêkirin yan di paşerojê de werê dûrkirin. bi gotineka dî, eger berhingariya Sûriyê singa xwe ji kesên dev ji rêjîmê berdê re vekê, hingî wê rehetî û dilgermîkî li rex wan kesan çêbikê û wê gurtir û geştir bibin û wê dev ji rêjîmê berdin, yan wê amadebin ji ketin û çûna rêjîmê re .
-Xedam yek ji sitûnên serekî bû ji rêjîmê re, ewî berhevî û alîkariyeka berçav di danana bingehên vê rêjîmê de kiriye, reng û çaweniya ramankêşî û hişemendiya serkêş û xudanên rêjîmê baş di nasê, ji ber vê yekê ew alozî, pirsgirêk û lawaziya rêjîmê jî ji nêzîk û kûr ve tê digihê û di zanê .
dawiyê Sûriya dahatî gereke yasa tê de serwerbê, li ser her kesî rebê, ew kes serok bê, yan çi bê bila ew bê, hingî bila fayîl û doseyên Xedam û gelek kesên dî jî mîna Xedam, tawan û gunehkariyên wan li ser masê û li pêşiya dadgehan werin raxistin, gorî tawan û destxetên wan bi beryara dadgehê werin dadgehkirin û tawanbarkirin .    

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark

Mijarên Têkildar

gotar