Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Min çawa Rezo Osê nasdikir

 


Dr. Sadedin Mele

Sala 1972 an, mamusta Rezo (Abdulrezaq) Osê, bi mebesta xwendinê, hate Berlinê û cara pêşî min ew li wir naskir. Wî li şaxê optîkê navê xwe tomar kiribû û dewam dikir, zimanê almanî dixwend û jibo karibe xwe xwedî bike, li febrîkeyekê nîvkar dikir.
Di ber xwendin û karê xwe re, Rezo di xebata siyasî, çandî, komelayetî û civakî de, di nav revenda kurd û xwendevanên biyanî de jî bi çalak bû. Endametiya ”Partiya Çepa Kurd li Sûriyê” ji netewperweriya wî ya perfireh re nedibû asteng.


Hingê hesteke hevaltî û dostanî ya xweser di nav refê kurdên Kurdistana Sûriyê de li Berlinê pêda bibû û xebata wan a germ li hundur û derveyî welêt deng vedida. Rola kesayetiya Rezo di hunandina wê tevna civakî ya bedew de, di meyandina bahweriya hevaltî, dostanî û germkirina çalakiyan de gellekî mezin bû. Ta roja îro jî heskirina Rezo dil dilê kurdên Berlina wê demê de hatiye parastin û bajarê Berlîn hîn şûn û şop ên wî jibîr nekirine.
Berevajî piraniya revenda kurd li Almaniya, Rezo dixwest rojekê berî ya din xwendina xwe bibe serî û vegere welêt, nav miletê xwe. Lewra jî bi rê ya hevalên xwe zemaleya xwendinê wergirt û sala 1974 an çû Yekîtiya Sovyêtê. Sala pêşî wî li Baku derbas kir û ya duyem li bajarekî ukraynî - (Krîvoy Rog) xwend. Jê pê ve, Rezo li instîtûta neftê ya bi navê Gubkîna li Mosko endezyarî bire serî û sala 1980 yan diploma magister wergirt. Herçendî mamusteyên wî xwestin ko, ew xwendina xwe ya bilind berdewam bike û têzisa doktorayê emade bike jî, bala Rezoyî her liser welêt bû, soza xwe jibîr nedikir û yekser vegeriya Sûriyê.
Ta roja vegera welêt Rezo endamê komîteya rêxistina (Partiya Hevgirtina Gelî Kurd li Sûriyê), li Ewropayê bû û berpirsyarê rêxistina wê ya Sovyêtê bû. Ligel van xebatan Rezo çalakiyên xwe yên komelayetî û çandî bêhedan û bêwestan berdewam dikirin. Kursên hînbûna zimanê kurdî li Moskow vedikirin û nûneratiya rêxistina xwe di komeleya xwendevanên kurd li Ewropa de dikir. Havînan, beşdarî di karên brîgadên xwendevanan de, li sovxozan dikir. Piştî serpêhatiyeke çandî ya balkêş, Rezo Osê, Bavê Nazê, M. Abdo Necarî û Seîd Mele ”Hevbenda Kawa ya rewşenbîrên kurd ên çep” sala 1977 an li Moskow damezrandin. Bi alîkariya hin xwendevanên kurd, wan pirtûkên liser kurd û Kurdistanê werdigerandin erebî û jibo weşandinê ew dişandin Lubnanê. Rezo berpirsyariya erşîva hevbendê û pêwendiyên wê dikir, destnivîsa destûra wê jî li cem wî bû. Biryara her çaran ew bû ko, piştî xwendina li Sovyêtê, ew xebata hevbendê ligora mercên nuh, çi li welêt û çi li Ewropa berdewam bikin. Lê meruvê ko, xwe dabû ber çapkirina berhem û pirtûkên wergerandî li Lubnanê liser soza xwe nema û xwest hevbendê jibo nav û berjewendiyên xwe yên kesane bikar bîne, û ev yek bû sedemê bêhintengî û sarbûna endametiya  damezranerên hevbenda Kawa.
Rezo ji bêkêrî û jihevketina tevgera kurd li Kurdistana Sûriyê ne razî bû. Wî gazin ji destdirêjiyên rêjîmê dikrin û piştî neserketina hewildanên guhertinê, Rezo nema bû endamê ti partiyên siyasî. Lê hayê wî ji tevayîya pêvejoya siyasî hebû, rexne û bahweriyên xwe herdem, biberpirsyarî, vekirî û bêmêldarî digihandin her kesî.
Rezo projeyeke xwe ya netewî hebû û hemû jiyana xwe jibo nasandina nasnameya gelê xwe, dîrok û çanda wî terxan dikir. Wî digot: ” rewşenbîriya Kurdî ji hêka kurdewariyê derdikeve”. Nala sofîyekî zahid, wî şev û roj, di ber armanca xwe de, bêwestan xebat dikir. Welatperweriya wî ji heskirina axa Dekşûriyê dihat, bi naskirina dîrokê û bi germbûna kurdewariyê re ew girêdan her xurtir dibû. Ew evîndar û dîlberê zimanê kurdî bû. Şêrînbûna çand û zimanê kurdî ji şîrê dayika wî û dilovaniya wê dihat, bi keyandina zaroktiya wî ya kurdewarî re hev digirt. Lewra jî Rezo nikarîbû ne li Almaniya, ne li Soviyêt yan li Swêd cih ji xwe re bibîne û çavên wî her li Dekşûriya ko, wî her behsa zevî û beyarên wê dikir, bûn. Dawî jî, wek tê zanîn, Rezo vegera welêt di ser hêviyên dermankirina nexweşiya xwe li Ewropa re girt û xwest nêzî çiyayê Bagogê, li tenîşta dê û bavê xwe li axa Dekşûrryê bê veşartin.
Di rewşa asîmîlekirin û erebkirina dijwar û har de, Rezo herdem digot: ”derdê milletê kurd ew e ko, ew nikare xwe bi zimanê xwe derbirîne”. Wî herdem çîrok û çîvanok ên ko, dê ya wî di zaroktiya wî de, jê re gotibûn dubare dikirin û gelek ji wan jî nivîsandin, tomarkirin û çap kirin. Fena meruv li mirwaran bigere, Rezo her li gotinên kurdî yên resen digeriya, ew dirêstin û bilêv dikirin, da xelkê wî, gotinên xwe mîna gerdenên mirwarî bi gerdena azadiya ya xwe ya netewî ve vekin û karibin hemû derdên xwe bi zimanê xwe û bi rawanî derbibirin. Rezo lêkolînên zanistî çêdikirin, folklor û kelepûr dicivandin, çîrok, metelok berhev dikirin, helbest bi kurdî û erebî dinivîsandin. Wek rewşenbîrekî jêhatî, Rezo berhemên pir bilind, objektîv û zanistî di warê rexnegiriyê de dinivîsandin, lê mixabin jiber sitemkariya nijadperesta rêjîmê û bêçareya aborî, xemsariya dezgeh û çapxaneyên netewî, ew negiha hemûyan çap bike. Bi xebatên xwe yên dehsalan, Rezo bibû husteyê zimanê kurdî û gencîniyeke bêhempa ji huner û çanda netewî ya kurd re.
Rezo meruvekî rastgo û mêrxas bû, tucarî zexelî, derew, durûtî, şellafî, keyseperestî û sextekarî qebûl nedikir. Ew ji dil û bi hemû giyanê xwe ve heval û dilsozê hevalê xwe bû. Netewperwerekî xweser û sade bû û bi vê bahweriyê herdem Rezo xwe di ser sînorên parteyetî, çînî û komelayetî re digirt.  Li Sûriyê, roj bi roj fişara şovenî li ser Rezo girantir dibû, merc û baredoxên jiyanê lê aloztir dibûn, lê nikarîbûn Rezo bitirsînin. Berevajî wê, Rezo bêhêvî nebû, xebat û berxwedana xwe kêm nekir û serê xwe ne tewand. Lewra jî, Rezo tenê hin berhemên xwe karîbû bi alîkarî û hevkariya hevalê xwe Dr. M. Necarî, biweşîne, lê negiha piraniya wan çap bike.
Rezo meruvekî nerm, dilovan û mêşinî bû, bi her kesî re, çi zana û çi cahil, çi regez, nijad, cins yan zimanê wî ba, çi mezin çi biçûk, wî karîbû bi wan re, bi awayeke  xweser, bidebistîne. Xwe di ser ti kesî re nedigirt, her aram , bêhnfireh û nefsbiçûk bû. Çawa ew zimanxewesh û devliken bû, her wiha ew guhdarekî baş bû û xwedî disiplîn bû. Liberxistina yê hemberî xwe erkê xwe didît, bi merdane û bi bêhneke fireh dîtin û zanebûna xwe jê re rave dikir û digihand. Meruv ji axavtina wî têr ne dibû. Bi nermî û zarê xwe yê şêrîn, bêyê ko, ew prinsîpên xwe winda bike yan ya xwe bifroşe, karîbû xwe nêzî meruvî bike û zimanê hevbeş pê re pêdabike. Bê tekulif, bawerî û sympetiya nas û derdor ên xwe werdigirt û dikete dilên wan.
Rewşa wî ya tendirustî û sîkolojî çiba, wî ti caran dilê yê hemberî xwe nedihişt. Wî jî mîna meruv û dostan nexweşiya xwe nasdikir, tevlî kêferat û azeriya dijwar, dixwest liber dilê dostan bide, wan geşbîn bike, bersiva wî her ew bû: ”ez baş im û nêzîk ezê zora nexweşiyê bibim”. 
Nirx û giringiya demê wek erkê jiyana xwe zanîbû û jibîr nedikir. Lewra jî, bi bêdengî, ew û xebata bêwestan her hevparên rêyekê bûn.
Mîna mirwaran, Rezo bi demê re mezintir dibû û xebata wî bedewtir dibû, lê bextreşiya çanda kurd, nexweşiyê derfet zêde neda wî û ew zu ji nav me revand. Lê dîsa jî ew di civata me ya netewî de, her nemûneyeke zindî dimîne û berhemên wî  dibin gerdenîyeke mirwarî di gerdena gelê kurd de.
mîna zorbeya heval û dostan, min bi xwe, bi koçadawî ya destbirakê xwe Rezo re, perçeyeke giyanê xwe winda kir û tucarî jiyana min namîne wek ya berê.
Rezo di jiyana xwe de, di rewşenbîrî, ture û wêjeya kurd a nujen de, kaniyeke zanistî û çandî ya zelal û merd bû, wek rêberekî pêşengek û çeleng, hîn gellek tişt dixwest û karîbû pêkanîba. Xebat û zanebûna Rezo ji gelê kurd re di pêvejoja îro de, hîn gellekî pêwîst bû, lewra bi yên mîna Rezo stûnên nasnameya netwan lidar dimîne û dara çanda wan tê avdan.
Bila ew ji mer e bimîne nimûne. Bila tovên ko, Rezo bi ked û xwêdan a xwe çandine  şîn bibin, darên wî kad bidin û berhemên wan belav bibin. Ev xewn û hêviyên wî bûn.
Rezo stêrek geş  di ezmanê toreya kurd de bû û wiha jî dê ew di dilê gelê xwe de her bimîne.
Erkê gelê kurd e ko, berhemên Rezo bêne çapkirin û xwendin, û rojek wê bê, navê Rezo Osê li dibistan, dezgehên çandî, kolan û cadeyên welêt bête kirin.        
Hezar silav li giyanê te yê pak bin Rezo. Serê malbat, dost û gelê te saxbe. 
Sipas
Stockholm, 18-04-2010

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark