Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Ji dîwana helbestvanê Felestînî : Mehmûd Derwîþ Çermê yekem, ji sirûda bi navnîþana: (Ji xwêner re).

 



Wergêr: Xalis Msewer

Zenbeqên reþ di dilê min
      Û di nav lêvên min de.. agirin
Ji kîjan hovîtiyê tû hate nik min
      Ey hemû xaçên erniyê ?


Bi keserên xwe re bûme heval..
    Û min destê xwe da çol û birçîbûnê
Qeher ye.. destê min..
Qeher ye.. devê min..
û xwîna damarên min ava qehrê ye
Ey xwênerên min !
pistepistê ji min hêvî nekin !
ji þahiyê bê hêvîbin
eve azariya min..
        derbeke korfelaqî di qûmê de
        û ya din di ewran de ye
besî mine ez qeherî me
       Û agir pêþya wî qeh re
Dengê te, min di reh û dilê xwe de hilgirt
       Ne xeme ku te ji þerê min qerya
Hemû çîrok di xwîna min de
      Çifrît: li ser lêva min di fesilîne !
Min malik û neqþên wan dane ber bê
         Ku ne wek þûrên êgir be.. qafiya min !
Bi mirin, yan bi tune bûna tîpê.. bawer bûm
       Yan ji dijminê xwe re min kindira þenqê danî !
Bi tîpê bawerim ku  agir be.. ne xeme ku
       Ez.. yan stembarê min arîbin !
Gava ez hatim xwar.. Bese ji hilgêrê ala min re
        Dema ku xelk li ser tirbê  binivîsin
                "Ew nemiriye"
…………………………………………………

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark