Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Bersiva Hunermend Zubêr Yûsiv

 

Ezîz Xemcivîn

Kekê hêja
Berî dest bi nivîsa xwe bikim lêbûrîna xwe dixwazim ko ne bi destê min û ne bi mebest ji aliyê min de ev þaþitî çê bûye, lê dixwazim ko ji xwendevanan re bidim xuya kirin çîroka evê tabloya ko te ez tawanbar kirime bi diziya wê,


Berî her tishtî di vê xwendevan binasin ko ez û hunermend Zûbêr Yûsiv þev û roj bi hev re bûn û min xwest ko yekem dîwana xwe bi tabloyeke wî bixemilînim, ji berî deh salan de rojekê em li cem wî bûn, min ji Zubêr xwest ko em taboleyekê ji dîwanê re hilbijêrin û wî erê kir piþtî min tablo eciband, hinek resim ê laleþê li ser pelekî avêtî risimandibûn, rabû min jê re got kekê Zûbêr çima em vî resmî li binê tabloyê naxin, da em van herdu babetan bi hev girêdin, kêfa xwe pir anî û rastî bû tabloyeke xweþik..

Keko dema min dîwana xwe þand {Yekîtiya nivîskarên kurd li duhokê} û min hîn ew tablo ji berî deh salan de li cem xwe hiþtibû, ew jî li ser rûpelê pêþî bû, 5 pertûk bûn, Yekîtiya nivîskaran bersiv li min vegerandin û gotin emê du pertûkan tenê çap bikin û bi navê {zindana piçûk} derxin; min jî bîr nebir ko ji wan re bêjim ew tablo ji bo pertûka {Hetav ne leylan} min daniye ser dîwanê, û sipasiya wan dikim pertûk çapkirin, û bi kêf çend dane gihiþtin destê min, bi rastî ez ji te bi gelekî bêtir aciz bûm dema min dît yê berg amade kiriye daniye{berg Isam Tahir} evê gelekî ez ne rehet kirim, rabû min rêklama pertûkê þand ji gelek malperan re û min wisan nivîsand:

"Yekem pertûka helbestvan Ezîz Xemcivîn , ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurd Tayê Duhokê, li Kurdistanê çap bû,pirtûk 154 rûpel e, li gel vê pertûkê jî çend pertûkên din jî çap bûne wek {Ziman û zimanvanî a nivîskar Ebdulwehab Xalid, Iþq di behiþta yotobayê de a nivîskar Mistefa Selîm Akreyî, Mirin û xewn a Teyib Deþtanî, du cenken havibun û yaxibuna hozana nuxwaza Kurdî de vekolîn Emîn Ebdulqadir}. 
Heta niha 64 pertûk ji weþanên Yekîtiyê belav bûne..
Bergê pêþî Yê ZINDANA PIÇÛK  tabloya hunermend Zubêr Yûsiv e….."
rojava
http://www.rojava.net/15.03.2006_Zindanabichuk_Ezizxemcivin.htm
semakurd
http://www.semakurd.net/index.php?cont=pirtukennu
semakurd : (2/4/2006)  Pirtûka helbestvan : Ezîz XemcivînYekem pertûka helbestan a helbestvan Ezîz Xemcivîn 154 rûpel, ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurd Tayê Duhokê, li Kurdistanê çap bû, li gel evê pertûkê jî çend pertûkên din jî çap bûne wek {Ziman û zimanvanî a nivîskar Ebdulwehab Xalid, Iþq di behiþta yotobayê de a nivîskar Mistefa Selîm Akreyî, Mirin û xewn a Teyib Deþtanî, Du cenken havibun û yaxibuna hozana nuxwaza Kurdî de vekolîn Emîn Ebdulqadir} li gor serokê Yekîtiya Nivîskarên Dohokê birêz Hesen Silîvanî ragihand ko ta niha 64 pertûk ji weþanên Yekîtiyeê belav bûne..
zindan piçûk bergê pêþî tabloya hunermend Zubêr Yûsiv e…..
 
17/11/2006
li gel silavên min
Ezîz Xemcivîn

http://www.amude.net/Nuce_Kurdi_deep.php?newsId=5515

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark