Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: Rola Mihemed Şêxo Di Strana Û Muzîka Kurdî De

 


  Konê Reş

   Berî pêlek nêzîk, li ser daxwaza Ajansa ANF''''''''ê (Ajansa Firatê), Birêz Cemil Oguz, edîtorê Diyarnameyê, dosyayek taybet li ser gorbihuşt Mihemed Şêxo û rola wî di muzîka Kurdî de amade kir. Ez jî yek ji wan kesên ku kak Cemil Oguz ew bijartin û pirsên xwe ji wan re şandin. Ez vê derfetê zêrîn dibînim, ku van pirs û bersivan di 21 saliya koçkirina wî de, ku di roja 09/03/2010 an de ye, diyarî evîndarên deng, awaz û gotinên stranên wî bikim. Fermo evin pirsên wî û bersivên min:


1 - Rola Mihemed Şêxo di nav muzîka kurdî de çi ye?
* Rola wî guhertin û pêşxistin bû. Wî jî wek yên pêşiya xwe; Aramê Dîkran, Seîd Yûsif û Mehmûd Ezîz stran û muzîka kurdî ji kilasîkiyê rizgarkir, pêşde bir, bi awazên nû xemiland û bi guhdaran şêrîn kir.. Erê bi rêka wî jî stran û muzîka kurdî, derbasî qunaxeke nû bû. Tevî temenê wî yê kurt(41 sal), wî karîbû bi rêka muzîka kurdî, peyva kurdî a resen bi guhdaran bide hezkirin, şêraniya zimanê kurdî bi rêka awazên xwe yên nû belav bike û xwe di her çar perçeyên Kurdistanê de bide naskirin.. Di wî heyamê ku stran û peyva kurdî ji niha qedexetir bû..

 
2 - Giraniya stranên wî (ji aliyê naverok/gotin û muzîkê ve) çi ye?
* Di baweriya min de giringiya stranên wî, ku wî karîbû bi rêka stranên xwe, di wî heyamê xerab de, di navbera salên1970-1989 an de, hestê netewî kurdî di nav kurmacîaxêfan de belav bike. Ew salên çetîn û dijwar di jiyana kurdan de. Salên ku gelek bobelatên seyr hatin serê Kurdan, wek anîna ereban nav kurdên Binxetê di sala 1974 an de, Derba Everîn di 12 êlûna 1980 î de, qirkirina Barzaniyan di sala 1983 an de, Enfal û Helebçe di sala1988 an de û wiha ta bi mirna wî di sala 1989 an de.. Ji ber ku ew ji xwe piştrast bû û xwedî nameyeke netewî bû, xwedî helwesteke Kurdistanî bû.. Wî bi mêranî û cegerdarî stranên xwe digotin.. Û bi bawerî û dûrdîtinî gotinên stranên xwe dibijartin û wiha helbestên gelek helbestvanên netewî, ku bi kêf û şahiyên gelê xwe re dikeniyan û bi êş, birîn û derdên gelê xwe re digiryan, kirin stran.. Di baweriya min de ji ber vê yekê û ji ber dengê wî yê henûn û awazên tembûra wî a dilovan, cemawerê kurd jî hezê kir û stranên wî bûn wek dermanê birînê ji birîndarên welat re û her wiha ji evîndaran re jî..   


3 - Stranên wî bersiva îro jî didin yan na?
* Belê didin çawa na! Dema ku hêj ew kêşeya Mihemed Şêxo bo wê dikir hawar û gazî çareser nebûye.. Hej Beko keleme di bavbera Mem û Zînê de.. Hêj miradê Siyaben û Xecê bi hev nebûye.. Hêj Cegerxwîn xwe nas nekiriye bê kî ye.. Hêj Ehmedê Xanî li yekîtiya Kurdan digere.. Hêj Feqayê Teyran dûrî ava Dicle dikale.. Hêj Mîr Bedirxan di surgûnê de bi nalenale.. Hêj pêdiviya me bi (Ay felek bo te dinalim bo çi Nergiz çilmisî..), heye..


4 - Mihemed Şêxo li rojavayê Kurdistanê li gundekî Qamişloyê hatiye dinê. parçeyeke din a kurdan bihata dinê dê çi biguheriya? Tesîra wê parçeyê çiqas li ser hebû? Yan jî em di vî warî de dikarin çi bibêjin?
* Bêguman Mihemed Şêxo xwedî name bû û wek ku diyar e her perçeyekî kurdan taybetmendiyek wê heye.. Binxetê û Qamişlo ji bo wî taybet bûn. Taybetiya wan ku Cegerxwîn û pêşengê strana kurdî a nûjen Aramê Dîkran li Qamişlo bûn û ji Qamişlo destpêkirin. Wek ku diyare Aram bi gotinên Cegerxwîn kirasê strana kurdî a kevin çirand û kirasekî nû lê kir.. û wiha bi strana Şev çû ma tu êdî hew tê lo.. destpêkir.. Seîd Yusif, Mehmûd Ezîz û Mihemed Şêxo dan ser şopa wî.. Anku, ez karim bibêjim ku Mihemed Şêxo ji kaniya Cegerxwîn û Aram av vexwar.. Di wî heyamî de, ew kanî li perçeyên din nebû.. Di gel ku Mihemed Şêxo mêr bû, erê mêr bû ku xwe bi şoreşa Barzaniyê nemir ve gihand û di şoreşê de, helbestên hevalên xwe yên helbestvan û pêşmerge wek Sebrî Botanî, Mustefa Etrûşî û Xelefê Zîbarî kirin stran û gotin.. Berî çend rojan Xelefê Zîbarî bi min re axifî, me baş behsa Mihemd Şêxo kir.. Kak Cemîl! Xwezî te baweriyên Xelefê Zîbarî jî naskiribana. Ew dostekî Mihemed Şêxo yê kevn e û baş serwextî rojên wî yên şoreşê û penaberiya Îranê ye..

Niha, ew bêjere di Dengê Emerîka, beşê Kurdî de li Waşington.


5 - Ji bo xwedîlêderketina navê wî divê çi bê kirin? (Mînak wekî abîde, peyker yan tiştên din) Kurd bi têra xwe wî bibîr tînin yan na?
* Ta ku em li navdarên xwe nepirsin, li wan bixwedî dernekevin, em pêş nakevin.. Mihemed Şêxo navdarekî me ye, pêdiviye em li vî navdarê xwe xwedî derkevin, her sal wî bibîr bînin. Maşellah TVyên me pirr bûne, ku her sal, her TV yek nîv saetê li dor jiyana wî raweste dinya xera nabe.. Ez ji dil spasiya wan TV yan dikim, ewên ku wî û kesên wek wî bibîr tînin..
   Di vê biwarê de gazinek mezin ji şaredariya bajarê Nisêbînê dikim, ku ta roja îro hêj Mihemed Şêxo bibîr neanîne.. Çima Nisêbînê? Ji ber ku Qamişlo û Nisêbînê du bajarên cêwî ne.. Xelkên herdu bajaran ji hemû bajarên kurdan bêtir ji kaniya hunermendiya Mihemed Şêxo vexwarine.. Û wek ku hûn tev dizanin rewşa Qamişlo awarte ye.. Di van salên dawî de çûna ser gora wî, di roja mirina wî de zore.. Belê derfetên bîranîna wî li Nisêbînê pir hêsane û ferz dibînim..
   Bi vê helketê, ez doza danîna peykerekî Mihemed Şêxo di navtarek Nisêbînê de dikim, bihêvîme ku şaredariya Nisêbînê vê daxwaza min bi cî bîne. Ev daxwaz ne a min tenê ye, a pirraniya cemawerê kurd e.. Hem jî ku navê wî li ser dibistanekê bê danîn.. Her wiha bihêvîme ji şaredarên bajarên Bakur û hikumeta herêma Kurdistanê ku navê Mihemed Şêxo û kesên wek wî, di ser dibistan, peymangeh, navtar û kolanan re bilind bibe û her wiha hol bi navê wan di zankoyan de bêne bi nav kirin.

Konê Reş
Qamişlo,

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark