Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kî xwediyê nivîsê ye?

 


Heyder Omer

Bê guman, ev pirsa me yekeke seyr e, û heye ne hişmend û ne logîk be jî, ji ber ku her kesek dizane ku nivîsevan xwediyê nivîsê ye. Lê gelo, nivîsevan heya kûderê dikane vî mafê xwe biparêze?. Kesekî din dikane wî mafî bi nivîsevan re par veke, an ji wî bistîne?. Heye pirsine din jî hebin.


Tê gotin, da ku tu çetiniya karekî bizanibe, divê tu ji hosta û karkerên wî bipirse, pêre jî çetinî û êşa nivîsînê tenê nivîsevan dizane, hema dikanim bibêjim, ku êşa nivîsevan di ber berhema xwe de, nemaze jî warê aferînê, dikşîne, ji êşên jineke, li ber zayînê ye, ne kêmtir e. Ramanên berhemekê pirêcaran di xewnan de bi nivîsevan re gengeşeyan dikin, xewa wî direvînin,wî bê tebat dihêlin.

 Lê tevî vê jî, nivîsevan nikane her tim wek xwediyê bê hevpişk bimîne, belê kesine din jî dikanin berhama wî pêre par vekin, û bibin xwediyên wê. Lê ev yeka bê cefa nabe, wek çawa nivîsevan cefayên giran di ber berhema xwe de dide, divê ew xwediyên din jî cefayê bikşînin.

Heya ku berhem di hişê nivîsevên de dikele, û dadirive ser kaxezê, milkê wî dimîne, lê bi dilopa dawî re, ku xala dawî datîne ser kaxezê, deriyên din ji bo kesine din vedibin, da wê bi nivîsevan re par vekin, bê ku ew kanibe wan deriyan bigire.

Yek ji wan kesên, ku dibine xwediyên berhemê, xwendevan e, da ku ew jî bi rastî vî cihê xwe pistînê, divê pêdiviyên xwendinê bi cih bike; ango divê bibe dostê berhemê, bi kûranî bixwîne, pêre bide û bistîne, ramanên wê gengeşe bike, ta digihîne helwestekê, ne xem e, ew helwest erênî be, an jî neyênî be, tenê divê xwe bi ser hindirê berhemê de pal bide; ango behaneyên erêniyê û neyêniyê li gor naverok û awayê avakirina wê berhemê bin.

Yê din ji wan kesan dîrok e, ku wan berheman di rûpelên xwe de diparêz e. Di pey re jî eger nivîsevan careke din wê çap neke, nikane bi wê berhemê bilîze, nikane raman û durvê wê biguhêre. Wê hînge jî divê diyar bike, ku ew berhem careke din hatiye çapkirin.

Xwediyê çaremîn jî alavên weşanê ne, çi rojname be, û çi jî kovar, radiyo, tv, nêt, û weşanxane bin. Li tevayê cîhanê hatiye zanîn, ku cefayê van alavan, berî pêşî ji warê aborî de dest pê dibe, her alavek li gor nerîna xwe wê berhemê, ji warê aborî de, dinerxîne, û bi qaserî wî nirxî pereyan dide nivîsevan; bi gotineke din, mirov dikane bibêje, ku ew alavan wê berhemê dikirin. Eger ew alav weşanxane be, ew wê berhemê ji bo çapên sînorkirî dikire. Ev pêdivî bi cih nebe, alavên weşanê nikanin xwedaniyê li berhemê bikin.

Lê mixabin, wek çawa jiyan Kurd ji ber gelek awarteyan dinale, kar û helwstên alavên weşana kurdî jî di wê pergalê de dimîne. Heya nûka pirên alavên weşana kurdî vî mafê nivîsevan bin pê dikin, ne ewana çi pereyan didin nivîsevan, û ne jî nivîsevan çi pereyan ji wan diwaze; ango her du alî jî bi vê rewşê qayîl in.

Tiştê seyr ew e, ku alavên weşanê pozbilindiyê li nivîsevan bikin, û pêdiviyan bidin pêş wî, divê ew ji şêwra wan bi dernekeve, eger derkeve, dê sansûrê bidin ser wî, û deriyên xwe li pêş wî û nivîsên wî bigirin.

Hinek malperên kurdî, wek nimûne avestakurd, netkurd, nefel, diyarname….., bi vî awayî li gel nivîsevanan didin û distînin, qayîl nabin, ku nivîsa li cihekî din hatiye weşandin, biweşînin, an jî nivîsa ku wan weşandî, divê li cihên din rû nede. Ewana, bi vî awayê têkiliyan, ji hêlekê de wê berhemê dikin milkê xwe, û ji hêla din de jî tenê xwe dibînin, ji wane, ku xwendevan tenê malpera wan dixwînin, bê ku li xwe mukir bibin, ku xwendevanê li nav hemî malperan digere hîn  peyda nebûye, û ne jî dê peyda bibe.

Mebesta nivîsevan ew e, ku berhema wî sînoran biqelêşe da pirên xwendevanan wê bixwînin, ev jî mafê wî yê rewa ye, eger berhema wî neketibe bazara kirîn û firotinê, ango wî nirxê aborî yê berhemê nestandibe, kesek nikane wî ji vî mafî bê par bike.

Heye hin kes, nemaze xwedî û rêvebirên malperan bibêjin: Ma em diravan ji kûderê digirin, da em jî bidin nivîsevanan?. Ev jî pirseke cihgirtî ye. Vê lomê jî nivîsevanê Kurd çi caran pere ji malperekê nexwastine, ji ber ku ewana rewşa wan baş dizanin, bi ser de jî dizanin çima hemî têkildarên pênûsê bi vê rewşê qayîl in, lê gelo çima rêvebirê malperê vê xalê nabîne, tenê dixwaze malpera wî balkêş be?.

Hinek alavên weşna kurdî bi vê yekê tenê nakin, belê bi ser de jî bi berheman dilîzin, bê ku haya nivîsevan jê hebe, durv û naverokên berheman diguhêrin, wek çawa, li gor gotina Jan Dost, weşanxaneyekê romaneke wî cerisand.

Bi rastî, gava mirov li ser weşanxaneyên kurdî dipeyive, gelek êş û azer di cerg û hinavan de peyda dibin. Pêre jî mirov dipirse, gelo çima weşanxaneyên me evqas zor li nivîsevanan, û li dîrokê jî dikin?.

Weşanxaneya avesta sala 2002iyê karekî baş kir, û hemî dîwanên Cegerxwîn, bi alîkariya enstituya kurdî ya Parîsê, cara çaremîn çapkirin, ev agahî jî li ser rûpela duwem nivisandiyê (Ji xeynî danasînê bêyî destûra weşanxanê bi tu awayî nayê kopîkirin). Ev agahî helwesta wê ya rewa ye, da mafê xwe biparêze, kesek nikane wê ji vî mafî bê par bike. Lê li kêlek vê helwestê divê rêvebirên weşanxanê mafên dîrokê û yên kesên din jî ji bîra nikirana, lê mixabin eawana ew mafan ji bîra kirin, û pêşgotinên hemî dîwanan avêtin, bê ku rêza nivîsevanên wan pêşgotinan bigirin, pêre jî rûpelekî dîroka Cegerxwîn û ya wêjeya kurdî, ne tenê bi paş pişta xwe de avêtin, belê xwendevanên nû jî jê bê par hêştin.

Wek em hemî dizanin, dîwanên Cegerxwîn di demên ji hevdu dûr de cara pêşîn hatine çapkirin, nemaze jî her sêyên pêşî, pêşgotinên wan bîr û boçûnên xwediyên xwe di tenga dîrok, û jiyan û behemvaniya Cegerxwîn re diyar kirine, divê nifşê nû û yê dûhatî jî ji wan bîr û boçûnan bê par nemînin, da endamên van nivşan bibînin, ka ew nifşên beriya wan çawa diramîn, çawa Cegerxwîn dixwendin, çawa berhemeke wêjeyî dinerxandin, rexneya wêjeyî kurdî (kurmancî) di çi qunaxan re derbas bûye, û pirsine din jî…

Gelo çima hinek alavên weşana kurdî evqas zorê li nivîsevanan dikin, û dixwazin berhema wî jê bistînin, û bikin milkê xwe?. Xwezî malperên me bizanibin, ku bêyî nivîsevanan nikanin rû bidin, û xwezî weşanxaneya avesta jî destûrxwastina mala Cegerxwîn jî xistiba nav wê agahiya xwe de, da hemî vêkra bibin xwediyên rast yên nivîsê, û rê li pêş destdirêjiyê were girtin!.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark