Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Berpirsên li hindur û berpirsên li derve

 


Bawerê Omerî 

Gava mirovek bixwaze lêkolînekê yan jî lêgerekê li ser rewşa miletekî bike, di destpêkê de pêwîste berpirsên wî miletî nas bike, çi rêzanvan û rewşenbîr bin û çi jî pispor û kesayetîyên wan yên navdar û xwedî dezgeh bin.
Piştî herifandina şahinşaha Osmanî li ser destê Ingilîz û Firensa û hin dewletên din, û li gor peymana Saykis Bîko, wan dewletên bi hêz cîhan li xwe parve kirin.


Wana welatê Kurdan ,,Kurdistan,, jî ku piştî şerê Çaldêranê di sala 1514 an de du perçe bû, vê carê kirin pênc perçe û beşek ji xaka Kurdistanê di nav sînorê dewleta Sûryê ya ku nû hatibû avakirin de ma.
Berpirs û rewşenbîr û kesayetîyên naskirî ji Kurdan li vî beşî roleke pir girîng di avakirina komele û rêxistin û partiyên Kurdî de leyîztin, û her demî hewil didan ku mafên miletê xwe di rêka destûr, yasa, sîstemên dîmoqrasî û çalakîyên aştîyane de li gel hêzên welatparêz yên Sûriyê bi dest bixînin.
Lê ew xebat û çalakî ne weha hesan bûn, di encamê de berdana ji kar, birçîbûn, êşkişandin, veşartin, zindan û sirgunkirin timî li benda wan bûn.
Ew rewş û dîmenên wê xebatê ta îroj jî berdewame, helbet li ser wê bingeha aştîyane ye ku şêweyê xebata wan çakmêran bû.
Nifşên niha jî bi hemû hêza xwe li ser şop û ramanên wan qehremanan di rêka rizgarkirin û bi destxistina mafên rewa yên miletê Kurd de li meydana xebatê tevgerê dikin, bi mal û bi canê xwe di rêza pêşî de ne ji enîya xebatê, tevî ku her gav û kêlîk û demjimêr di bin tirs û astengîyan de dijîn, û pirê caran dibin qurbana pîlanên desthilatdarên ewlekarîyê.
Ev ewlekarîya ku bûye sedemên paşketinê di welatê me de, bi hemû şaxên xwe û di rêka noker û guhbel û qelawûz û saloxdarên xwe de piropogenda di nav milet de dijî malbat û rûmet û kesayetîya van xebatkaran belav dikin, bi mebesta ku ji alîyekî ve wan bê hêvî bikin, û ji alîyê din ve jî bawerîya miletê Kurd û Ereb nema bi wan bê, û dawî wan di nav xelkê de bê nirx bikin.
Desthilatdarên ewlekarîyê bi şev û roj çûn û hatin, nameyên elektronî û bihîstokên van berpirsan binçav dikin, û kesên ji mala xwe derkeve yan jî mêvanekî wî were cem, wêneyên wan tên kişandin û pirsa mirovên biyanî û yên li cem wan ne naskirî be ji wî tên kirin, pirtûk, belavok, rojname, gotar û nivişt bi kê ji wan re bên girtin, gerek e ew mêzer û balîfê ji xwe re amade bike bo di zindanên reş û tarî de bibe mêvan.
Berî xwepêşandan û civat û gotarên rêzanî û rewşenbîrî gerek e her yek ji yên beşdar û amadebûne rêka veşartin û revê ji xwe re dîtibin, ta ku xwe ji hêzên ewlekarîyê biparêzin.
Belê, pirên berpirs û rewşenbîrên me yên welatparêz li hindur di bin van merc û astengîyan de û bi bawerîyeke xort li gel hêzên dîmoqrat û welatparêz berdestîyê ji milet û welat xwe re dikin, lê gelo yên li derveyî welat dibin van astengî û ser êşandinan de dijîn, yan jî di rewşeke taybet û cûda de dijîn?
Bê guman dema mirov penaberiya xwe li welatekî biyanî pêşkêş dike, bi  kêlîka pêşî re sîstema jîyana wî tête guhertin, ew gerek e xebateke bê westan di ber mafê penaberya xwe de bike, ta ku karibe jîyaneke xweş û aram û bê ser êşandin li wî welatî bijî.
Helbet piştî bi destxistina wî mafî, hemû rê li pêş wî vedibin û di demeke kurt de dibe xwedî kar û paşê tirimbêl û xanî û perên wî çêdibin, û di rêka kar û dan û sitendinên xwe de di nav xelkê de tête naskirin.
Vêca yê ku berpirsê rêxistinekê yan komeleyekê yan jî yê dezgeheke rewşenbîrî be, gerek e ji hemû kesî bêtir qurbanîyan pêşkêş bike, ta ku rêxistina xwe bi rengekî rêk û pêk bi rêve bibe.
Weke ku tête xuyakirin, beşek ji berpirs û rewşenbîrên me li derveyî welat hene ku bi serbilindî di nav rêza mêrxasan de barê xebatê dane ser milên xwe, lê beşekî din jî hene ku li derve dijîn berûvajî yên li hindurû ne, tevî wê serbestî û azadiya ku tê de dijîn jî, nikarin di civata wan welatan de bi erk û karên xwe yê ji wan tête xwestin rabin.
ji lewra em dibînin, ku berhemên karê wan roj bi roj kêm dibin, û dostanî û hevaltî jî li cem wan dibe bê wate, ma ne ew bûn yên ku duh û pêr li welatê xwe piştgirtîya partî û rêxistinên xwe dikirin, lê îroj di van dewletên dîmoqrat de bûne asteng di pêşketina rêxstinên xwe de û bi hovî êrîşê dibin ser wan serkar û berpisên ku li welat di bin rewşên dijwar û ewarte de xebatê dikin, li biyanîyê reka xebatê vekirîye, lê beşê van berpirsên li derve naxwazin kar bikin û dibin asteng ji hevalên xwe yên çalakvan re jî.
li wan welatên ku hemî bi sîstem û yasayan ve girêdayî ne pirê caran ev beşê berpirsan nikarin li ser sozên xwe werin civatekê amade bibin, ji ber sersarîya xwe dûrî civata kurdî jî ketine, û yên ku dûrî karê rêxistinî bûne, nema dixwazin di çalakî û xebatên kurdî de beşdar bibin, di nerîna wan de welatparêzî tenê di karên rêxistinan de ye, û yên ku nema karê rêxistinan bike, gerek e li mala xwe rûnê, û çi bi serê vî miletî were ne xema van berpirsa ne, ji ber ku pere û xanî û tirimbêl armanca wan bûn, û xwestekên wan bi dawî bû ne, lê difre û pozbilindîya hinekan ji wan ,ew ajotin radeya ku peran pirtir bikin, û paşê rêka kurt û lezgîn helbijartin û navek li xwe zêdekirin û bûn qaçaxçî.
Lê pir mexabin ku tiştên rast timî cihê daxê ne û li cem miletên paşdemayî nirxê qehreman û mêrxasan pir kême, ji ber ku nerînên civatê  ne kûr û dûrin, û raman di nav wan de hîn ber nedaye. 
 
30.12.2009

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark