Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rola Wergerê Di Rûniştina Ziman Û Ededê Netewî De

 


Konê Reş

   Bêguman rola wergerê di pêşketin û rûniştina zimanê netewî de zor mezin e. Nexasim sebaretî me Kurdan ku zimanê me qedexe ye; nivîsandina bi zimanê me qedexe ye.. Û wek ku diyar e pêşketina ziman, bi xwendin, nivîsandin û xebitandina wî zimanî ye…
   Vêca ji me Kurdan re pêwîste ku em berê pêşî, folklorê xwe, bi tev cureyên folklor ve berhev bikin, xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî di nav gelê xwe de belav bikin…


Di pey re û berê pêşî, ji zimanê biyniyan wergerînin bo zimanê Kurdî û wiha pirtûkxaneya xwe a bi zimanê Kurdî ava bikin… Berê duwem ku em berhemên afrêner, yên bijartî ku bi zimanê Kurdî hatine nivîsandin, wergerînin bo zimanê biyaniyan.. Erê, pêdiviye ku, em di destpêkê de pirtûkxaneya xwe, bi zimanê xwe dewlimend bikin da ku em karibin ji wê pirtûkxaneyê xeber bidin.. Eger em li zimanê xwe xwedî dernekevin, xwendevanên bi zimanê kurdî nebin, werger nikare tiştekî ji me re bike.. Mane Kurdan ji mêj ve gotiye: Etar ji tûrikê xwe xeber dide…
   Va careke din em li nîrê zêrîn; li mîr Celadet Bedirxan û kovara wî HAWARê vedigerin.. Belê li kovara Hawarê.. Ew kovara ku ku mîr Celadet Bedirxan û hevalên xwe, bi berhemên wergerandî bo zimanê Kurdî dixemilandin, da ku xwendevanên zimanê Kurdî çêbibin... Di baweriya min de hingî mîr Celadet xweş bîrdibir ku rola wergerê di rûniştina zimanê Kurdî de gelekî mezine.. Wî, wergera ji zimanê biyaniyan bo zimanê kurdî wek dewlimendbûn û parastin ji zimanê Kurdî re didît.. Vêca, deriyê wergerê di herdu kovarên xwe (Hawar û Ronahî) û ya birayê xwe Dr. Kamîran Bedirxan (Roja Nû) de bi berfirehî vekiribû û bi zîrekbûn wî, birayê wî, Osman Sebrî û Qedrî Can berhemên wergerandî bo zimanê kurdî di wan de belav dikirin..
   Roja îro pêdiviya me bi wergerandina ji zimanê biyaniyan bo zimanê Kurdî bêtir heye ji wergerandina ji zimanê Kurdî bo zimanê biyaniyan.. Jixwe xelkên me yên ku bi zimanê biyaniyan dinivîsin, têra xwe hene û têra xwe ziyan gîhandine edeb û zimanê me… Eger em li berhemên wan mêze bikin em ê bibînin ku wan gelek idyom û gotinên pêşiyan ji zimanê Kurdî dizîne, ango bi rengekî zîrek wergerandine û di nav berhemên xwe de bi kar anîne û her çiqasî berhemên wan bi erebî, tirkî û farisî bin jî, lê her di bin bandora zimanê kurdî de ne.. Ji ber ku bi idyom û peyvên kurdî hatine xemilandin.. wiha jî nav û deng dane…
   Eger Selîm Berekat an Yaşar Kemal û yên wek wan, nav û dengdayî, bi Kurdî binivîsandibana û ew idyom û peyvên pêşiyan ku di berhemên xwe de bikar anîne, bi zimanê kurdî jî bikar anîbana û di pey re berhemên wan bihatina wergerandin bo zimanê biyaniyan, hingê wê dinyê û alemê ji zimanê me re li çepa bida..
   Vêca ez rûniştina ziman û edeba kurdî a netewî di berê pêşî de, di nivîsandina bi zimanê kurdî de dibînim. Di pey re ku berhem ji zimanê biyaniyan bêne wergerandin bo zimanê Kurdî û dawî ku em ji Kurdî wergerînin bo zimanê biyanî.. Di baweriya min de, wiha emê karibin zimanekî rûniştî ji netewiya xwe a Kurdî re peyda bikin, ku di pêşerojan de zarokên me serê xwe pê bilind bikin. Lê ku em zimanê xwe bi kar neynin û lê bi xwedî dernekevin ti bihayê wergerê nîne.
Konê Reş
Qamişlo

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.6
Bi Tevahî Deng: 10


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark