Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Em bi we re ne

 


Bi  sernavê „ Em bi we re ne“, komek ji nivîskar û rewşenbîrên Kurdên „Rojava“, ji bo piştgiriya girtiyên siyasî yên Kurd li girtîgeha „Edra“ li Şamê , dikevin gireva birçîbûnê.
Ji roja 30. 10. 2009 an de, hejmareke mezin ji girtiyên endam û hevalbendên partiya yekîtiya demukratîk (PYD), ji bo başkirina şert û mercên girtîgehan û bidawîanîna siyaseta dijminahî û zordariyê ya rêjîma Şamê ya dijî gelê Kurd, ketine gireva birçîbûnê ya vekirî.


Ji bo piştgiriya daxwazên girtiyan, li cihê komela Kurdên Sûriyê, li bajarê Aachin ê Elmanyayê, ji serê sibeha şemiyê 14. 11. 2009 de, wê çalakî despêbike û wê hetanî saet: 19:00 dewam bike.
Herweha ji bo tevlêbûna vê çalakiyê, bang li hemû nivîskar, hunermend û rewşenbîrên Kurdên Rojava tê kirin, da ku dengê xwe li hember zordariya rêjîma „ku li derveyî dîrokê dijî“ bilind bikin û bi yek dilî piştgiriya daxwazên girtiyên azadiyê, yên di girtîgehên Sûriyê de, bikin.
Navnîşana Komela Kurdên Sûriyê:
Eintracht  Straße. 3 
 52068  aachen
Dem: 14. 11. 2009
Saet: 08:00


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark