Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: RÊÇÊN EVÎNÊ

 



Xemginê REMO

Keçê .. kê gotî ye :
Çîya bilindin ez te nabînim ?
Çîya çendî bilind bin
Li bin çengê baz
Nizim dimînin ...
Çol û beyar þax û newal
Pêk ve li bin bazikê min
Dimînin ...
Û eger tu yara mine
Dvê ku ez te bibînim ....


***

Xanê... kê gotî ye :
Rêya dirêj dawî nîne ?
Gulê .. rêçê evînî yê kurtin
Û dildarê te þêt û dîne ...
Li ser piþta Bozê rewan
Ez rêwîme
Û bila rê pirr dirêj be
Ku rêwîtî xemrevîne
Û dildarî serxweþî ne ...
Ez serkêþê sofîyame
Di pûtgeha evînê de
Were carek
Dev û çavên te yê pîroz
Ez pîroz kim pîrozîyê
da nebêjim:
jîn derewe
û rêçên dirêj bê dawîne ...

****

Canê ..kê gotî ye:
Derya pan û firehin
Kûr û bê binî ne ...
Eger ku dil bi evîn be
Evîndar ..kelekvanê her derya ye
Pêlên derya .. þîpên çema
Nabin rê-bend li pêþ dila
Ji wan çavên feyrûzî
Hêsrên lûlû ne barîne ...
Bendewar û çav li rê be
Haha te dît ez hatîme ....
Eger çendî ez biwestim
Tu bîn-vedana dawîne ....

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark