Kamran Simo Hedilî
hêlîn vala hiþt
û ji paþila min firî
sal çûn
roj burîn
þev bûn bigorî
kêla sebrê herifî
cihê jê çûyî û çûyê
destên bêrîkirinê girtin
di ezmûna ken de
peyv melûl
evîn tî
û
xew
di birîna dil de
dîn kir
rengê janê li bajaran
û
hêvî li kolanan par kir
kuþtin
zîndan
sirgûn
û
gelek êþ
fêrî min kir
lê
ez fêrî jibîrkirina xwe nekirim
min
ro hilgirt
û
bêdeng strana kevokan pêþkêþ kir
tirsê zincîr qetand
nêrînê
di þîniya hezkirinê de haveyn girt
stêra nehînî û siran
di hembêza birûskan de hilat
û min
bi çêja bendewariyê
êþ birîndar kir
13.09.2009