Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Serokê Sûrî piþtgiriya Çareserkina pirsa kurd li Tirkî dike Lê gerek bizanibe ku li Sûrî jî pirsek weha heye

 


  Ismail Hemê

Cara yekemîne di dîroka rêjîma Bais li Sûrî ku  bi rengekî yekser li ser zimanê serokê komarê navê "pirsa kurdî" tête gotin çimkî ta roja îro gotina kurd tiþtekî qaçaxe di  ferhenga siyasî û ragiyandina fermî de ya rêjîmê, û ev pirs li kube bela bibe, çimkî ev rêjîm hingî ji doza netewî kurdî bi tirse, dibîne demê  gotina" kurd" bête gotin wê pirsa netewî kurd li Sûrî bête bîra xelkê,û ew naxwaze vê rastiya tal bîne bîr û hizra xelkê, çimkî ew hewil dide ku vê pirsê


vê dozê bide ji bîr kirin û windakirin bi hemi rêbaz û þêwên xerab, loma gotina  serok komarê Sûrî  li ser pirsa kurd li Tirkî mabû cihê mendhoþî û matmayî yê ji hêla kesên rêjîma Sûrî nasdikin, û bibû cîhê lêpirsînê ji hêla wan û dibêjin gelo heye rêjîma Bais, rojekê li ser doza netewa kurd li Sûrî rawest û li rêbazên çareseriya wê dozê mijîl û raman bibe  wekî ku îro desthilata Tirkî dike.?? yan rêjîmên wek rêjîma Sûrî têne þikestin û nayên guhertin..??
Bê guman çareseriya pirsa kurdî li Tirkî wê aloziyek mezin ji rêjîma Sûrî re çêke ji ber bi sed kîlomitran sînor di navbira herdû dewletan de heye û li herdû aliyên sînor miletê kurde dijî û demê pirsa kurdî li Tirkiyê bête çareserkirin û kurd li hêla Tirkî sinor têxin bin kontirola xwe wê çaxê mirov dikare bêje ku tu sînor namîne û rêjîma Sûrî nikare ji hêla xwe sînor asê bike  yan bigre.
Gerek rêjîma Sûrî jî vê rastiyê bizanibe û lê hayedar be, û dest ji siyaseta rigezperest û þovînî berde ji ber ev reng siyaset wêrane û bê encame û divê xwe amade bike ji bo çareserkirina doza netewî kurdî , ji ber ew ji dewleta Tirkî ne xurtire, û em bi hêvîne ku piþtgêriya ji çareserkirina pirsa kurdî li Tirkî wateyek siyasî jêre hebe ku bandor vedanek di hundirê Sûrî de jêre hebe,  Ji ber doza kurd roj bi roj dibe dozek navdewletî û cîhanî û ketiye pirojên çareseriyê, heger îro çareser nebe wê sibê çareserbibe, û diyare ku desthilata Tirkî ev rastî baþ naskirye loma bilez gavan davêje da ku bi destê xwe çareserbike berî hêzên navdewletî yên mezin li vê doze bibin xwedî û rêbazên çareseriyê jêre saz û dest nîþan bikin, wê çaxê belkî buhayê çareseriyê gelekî giranbe, û bi nirxê ku îro tê çareserkirin sibê neyê çareserkirin
----------
Jêder: Belavokeka Yekîtî (Hejmar /16/ Êlûn 2621 K) , komîteya navendî ya Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûrî dertîne,

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark