Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Têkoþer û welatparêzê hêja REMEZAN BAVÊ MIHSO ji nav me koçkir

 


Ciwan Dêrikî

Remezan Bavê Mihso mirovekî welatparêz , kedkar , têkoþer û kurd perwer bû , jiyana xwe û zarokên xwe bi keda milê xwe dibûrand , karkerekî bi semax bû , paleyek dilþewat bû , girêdayî axa welat bû . ji despêka tevgera azadiya Kurdistan a hemdem ew pêre jiyandibû , girêdayî doza pakrewan û gerîlayan bû ,girêdayî bîr û ramanê rêber Apo bû , bi wê xizaniya xwe ve jî . . xwe ji tu kar û çalakiyan ne diveda , herdem li rêzên pêþ bû . bi rastî milîsekî çalak û nirxparêz bû , hevalên wî . . bê ojdaniyê derbarê wî de nakin , di nava gelek  bûyer û livbaziyên zor û dijwar de cih digirt û ji mirinê ne ditirsa . . ta di çalakiyeka berûmirinê de navê xwe kiribû (Izraîl ) hewqasî  bi evîneka mezin û heskirineka dijwar diçû ser erkên xwe .


Bavê mihso di sala 1958 an de hatiye jînê li gundê Girbalat li Dêrika Hemko , jiyanek biêþ û zehmet kiþand , bi keda destê xwe debara xwe dikir . tu karên zehmet neman ku têre derbas nebû , palehî , kolan , rahiþtina baran , keraxî , kiþandina çemento û qûmê . . . .hd .

Di bihara 2009 an de êþê xwe berda bû hinavên wî ,  digot ûrê min têþê , lê ji bo zarokên wî riswa nebin û wan serfiraz bihêle xwe ji kar dûr nekir u xebitî , di serê havînê de penceþêra malwêran lê zorkir ,piþtî çend caran zikê wî vekirin û neþtervanî lê kirin , piþtî sê mehan berxwedana wî ya bi êþê re , roja 24 9 2009 an berêvarî  jiyana xwe ji dest da .

Mixabin ku dema îro kêmin yên nirx û rûmetan didin mirovên welatperwer , di beþdariya konê sersaxiya wî de , weke mirovekî atax û ajan jî xelk ê serdan ne dikir , gazind ji dost û hevalên wî ye , ka çima lê xwedî derneketin . mirovekî hewqas ked dayî , di zor û zahmetiyan de li pêþ bû , ta dawiya jiyana xwe jî girêdayî nirx û rûmetên gel û þoreþa azadiyê bû , kurê vê axa berxwedêr bû , û ma li ser soza xwe heya dawiyê .

Bila serê hemî mirovên welatparêz û dilpak sax be , serê zarûk û malbata wî sax be .

Çendî ev çerx vajî û seqet here , çendî rûreþ û rûkirêt bajon ser nirx û têgehên pîroz , ala rastiyê wê biheje li jor , û mirovên birûmet wê bimînin nîsan û nimûne .

25 9 2009 Dêrka Hemko  

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark