Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Sede mîn salvegera Rewshen Bedirxan li Qamishlo hate li darxistin

 


Bi helkeftina derbasbûna sed sal li ser ji
dayikbûna jina kurd a hêja Rewþen Bedirxan
 semînarek li bajarê qamiþlo li Hola D.Nûredîn Zaza
di þeva 11/9/2009 li darket.bi amade bûna gelek nivîskar û rewþenbîrên kurd
Di destpêkê de lêkolîner û nivîskarê kurd Konê Reþ gotarek li ser jiyan û xebata Rewþen Xanim xwend, û têde bal kiþand ser rola Rewþen Bedirxan weku yekemîn jina kurd ku bi barê çand û wêjeya kurdî rabûbû.


Her weha yekemîn jina kurd bû ku di kovara Hawarê de nivîsand, û ji ber ku hevjîna Mîr Celadet Bedirxan bû roleke wêyî giring hebû di belavbûn û nivîsandin û wergerandina gelek pirtûkên kurdî di wê demê de
Her weha bi wê bonê helbestvan Dildarê Mîdî helbesteke xweþ li ser Rewþen Xanim xwend
Bakirî koça xwe îro
Xanima birca belek
Daye ser þopa celadet
Sed bi xêr oxir û felek
Sed xwezî ku me hebana
Dayikên wek te gelek
Lê mixabin pêlên deryan
Nayên li bayê kelek
Dayika min pir hêja bû
Çendê bêjim hindike
Her ku bêjim dil di êþe
Çimkî hîn ew pirzike
Lê dizanim ku jina baþ
Ew mêrê baþ radike
Di warê (ilm) û (edeb) de
Jin bi hêza mêrike
Hêvîdarim ku jinên kurd
Her di jînê wek te bin
Wek sitêrên asîmanan
Tim li dora kewkebin
Tim þiyar û nobedarên
Doz û daxwazên xwe bin
Da ku herdem serfiraz bin
Her di jînê ew hebin
Ger te dî dayê mîrê min
Pir silavên min bide
Bê gelê kurd pir þiyare
Tim li sînga xwe dide
Doz û armancê xwe nadî
Pûç û xav û beyhude
Goþt û neynûk qet ji hevdû
Tucarî nabin cuda
Va li her alî welêt tim
Xwîn dirêje bûye çem
Go di sînga dijminê xwe
Bûne sindan û kelem
Me keland û sincirand û
Qir û serma û seqem
Çimkî îro em gihane
Va me çêkir çax û dem
Dayê rewþen bêje mîr
Va ew daxwaza te giha
Dendika çandî te hingî
Vaye þîn bûye nuha
Þax û lem çûye li serxa-
-kê dirêj bû her ciha
Ket rêya ava jiyanê
Tevde ew lê pengeha
Piþt re gelek amadekaran jî nerînên xwe li ser vê jina hêja dane xuyan û di nava wan de Mamoste Hemîd Derwîþ, ku ji amadekaran re da xuyakirin çawa mala Rewþen Xanim maleke kurda bû li bajarê Þamê, ku hemû rewþenbîr û siyasetmedarên kurd ji her çar parçeyên kurdistanê xwe lê digirtin, û bal kiþand li ser rola wê di komîteya vejîna çanda kurdî de li Þamê, a ku mala wê bûbû cihê wê komelê a ku bi dû de û bi alîkariya wê dîsa yekemîn partiya kurdî di Sûrya hate damezrandin
Di dawiya semînarê de, guftûgo di nava amadekaran hate li darxistin û gelek pirs li ser vê jina kurd a ku dikeve rêza yekem de di nava jinên kurd de ku gelek fedakarî ji bona pêþxistin û xurtbûna çanda miletê xwe, û yekem jina kurd a rewþenbîr tête nasîn 

dimoqrati.net




 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark