Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

belavokên partiyan: ew bi xwe şaştiya deselatêne?..lê ewane siyaseta rijîme ne..?

 


  (DENG) *

nasîn ku deselat li her welatekî, deselatek bikaranîna yeksere, û lê tê hildan erk û xemxur û pirsiyarên yên ku berjewandiya rûniştvanan perwerdedike, û dikare ji bo jînkirina hêzin mirovane, û dahatên aborî, mebest jê pêvajok û pêşxistina welêt be, û sirûşte ku her deselatek taybetmendî û riyek xwe hebe.. ta karên xwe pêkbîne di hemo çalak û karan de, û di hemo rewş û bergan de, û bi xwe pirsiyare ji ber şaşbûnên xwe de, û ji ber her kêmkasiyekê de li pêş alî û dezgehên ku pêve tên girêdan, û her wihajî ku pîvanok tewrî pêwîst yê karê her deselatekê pê tê nirxandin,
ewe ku karibûna xwe ji pêkanîna pirogramê xwe re yek bi yek, û karibûna din berve livjîneke ortbira aborî de


ya bi xwe bi ewlebe li ser rewşa jiyana rûniştvanan, û li ser pêvajoka civakî de, û ji vir de, û li gor wan pîvanok û derperîna han em karin hin pirsan daxînin meydanê : li gor va rewşa welat ya perîşan ya ku têre derbasdibe ji tnebûn û tinehiyê, ta destvegirtinê ji alîkariyê re, ma gelo wê çawa be rewşa jînkirina ortbira aborî di vê welatî de..? û em karin pir mînekan bînin ber çav :
Ji welatê yekîtiya erebî de alîkariyek ji gênim û niftê ji mere hat dû bera sala 2008an de bi yekser ta tijikirina kêmbûna ya çêbûbû, û tê nasîn ku abora sûriyê ji xwe de paldi de li ser çandina tene û pembo teve niftê, û di wê salê de jî alîkariyek bi qaserî bîst milyon dolar ji aliyê ( U- N ) de hat ji parizgeha hesekê re bi sedema zuyabûn li deverê, û kêmbûna berên çandinê, û ti kes jî nizanê ew kude çû ? û hîn omidî heye ku di ev sal de wê bêtirî şeş hezar û şesid qufên xwarinê wê pêşkêş bibe ji aliyê hêva sor ya turkiyê de, ta bê belavkirin li parizgeha hesekê ( û nase ku çawa tê belavkirin, û ji kê re??), û hîn tê naskirin ku pênc milyon dolar jî hene wek alîkarekê ji kombaniya sînê de ya niftê, û hîn bêlîbû ku yek ji penaberan alîkarek qaserî ( 15 ) milyon dolar pêşkêşî parizgeha helebê kir ji bo çêkirina dibîstanan..hw…
Ji aliya rewşa civakî de, rewşa rûnştvanan di debarê de û çetin bûna jiyanê û êşkencên ku dikşînin li ber çave,çimkî rewşa her roj û bihijmaran ji mere şirovedike û hawaldi de, ji nizim bûna kirêyan li hember nirxê tiştan, û bêkariya ku basikên xwe di meydana welêt de vegirtine, û tawanên civakî, ji karê kuştinê, û zorgan û diziyê, li rex alvêra bi hin tiştên ne ysayî re, ta sirgun bû na bi zor ji rewşê.
Û hinek jî ev rewşa han hildidin li ser komîta aborî di welê de ( cigerê serok şalyaran ji karobarê aborî de, û herdu şalyarên aborî, û mewdanî..), û hinek jî hene dipirsin : ka ew sozên ku hin şalyaran didan ji bo bilindkirina rewşa aborî û civakî li deverên rojhelatê di welêt de? ma gelo mersûma 49 bi xwe dermanek bû yan bersîvek bû li ser pirsan ? û pir pirsin din xwe davêjin meydanê dive bersîvê wan bên dan, çi rewşa pîvanoka bazirganî heye, û encamê wê di kar û ziyan û dorandinê de.
û hin çi heye di rewşa dadgehî de, ya ku pîvanek siroştiyê ji her welatekî re, tê xuyan ku pîsbûn tê de gelek çêbuye, û gihaye dever û kehlatên bilind, ji bertîlan ta karên ku tên kirin li gor arastên hêzin ewlekariyê, û kar dibe bi yasayên awerte şûn rîdarê yê ku gereke heba, û hîn kanîn ew dezgehên rîdarî, û çi karî dikin? û çi jê tê xwestin? Ji karê çavdêriyê û dosanek rasteqînî, û rola xwe ya nuha ya pûtane ye?.
Wek tiştê ku heye, deselat di koşêş û karê xwe de cudane û ne wek hevin, û bergirî nabe ji ber şaşbûn û têkarên deselatê nuha, û em jî ne di warê nirxandina ( deslata itrî da ne ), û mebesta me ne ewe ku em şaşbûnê wê dapeşîn kin, çimkî bi xwe perçak ji rijîmê ye, ji ber ku rewşa li meydanê ji binî de ne wek hevin, çimkî hersê deselatên karînî di kar û têkçûnê de wek hevin, û hîn dezgehên partiya bas ya deseletdar, giştek keça îdolociyek tevane ne û ji bîreke çandî vedixin,gelo dikeve hişan ku deselat ger arast û biryarên kongira dehan ya partiya bas pêk nîne, dibin şaştiya deselatê û serokê şalyaran û hin endamên şalyarê,.. endamin di serkişiya bas da ne? gelo em karin bêjin ku biryara dawiyê li ser bilindkirina rewşa malkana çandinê, yek ji şaşbûnên ku çêdibin? Ji ber ku ev biryara han dijberiyê dike bi hemî rêbazên partiyên eniyên re, ta part bas ya şovîn, û bi kar anîna xwe ji mersûma 49 an re 1092008z hatiye wek bîrvekirineke yan şaştiyeke..? û karê hemî deselatên ku di ser welêt re derbasbûne, û bi karanîna siyaseta şovînî ya zordar di derheqa gelê kurd de, ji tinekirina millî ji heyîna gelê me re, ta qedexkirina wî ji mafên netewî , ta siyaseta erebkirin û sirgun kirinê, û pêkanîna yasa û pirojeyên zordar di derheqa gelê me de li dirêjiya dehê salan, û ev ton siyasetan yekbûn dinav hemî deselatan de?? mebest ji mînekên han ewe ku sitemkarî rijîmeke tevane, deselat, û saman bi destînê û li ser rêkopêkek ewlekariyê û leşkeriyê girmistên hesinî dizarîne bi herdemî li ser wezeyên welêt de, û li ser histiyên xelkên sîvîl, û xebatkaran dixîne tariya gitîngehan de, û deselat bi xwe arast û biryar dike, û her tiştên ku dibin ji zanebûn dibin, û li gor xizmetkariya deselatê dibin, ji ber vê hemî tiştên ku dibin di histiyê rijîmê da ne, û ew pirsiyarê vê rewşê tengzariyê dike, çimkî rijîm dixweze ku hemî rûpelan li nav hevxîne.
Ev rewşa tengzariyê ya ku civaka me ya sûriyê têde dijî , û bi taybetî gelê me ya kurd, ji siyasetek bingehî tê der, ya ku jiyana rûniştvanan û heyîna wan di bingehî de dirase, li vir em dibêjin ku teşqele bixwe ne li nik ev deselat de ya din e, lê bi xwe daxweziyek heye ku hemî koşêş û hêzane kombibin ser hev ji bo rizgarkirina vîna cemawerî ji kelepçên zingarî de li ser riya guhartinekê de di bingeha sirûşta heyî de, û ewlebandinê wê berve jiyanek fere û demoqratî de, tê de azayên gişane bên paristin berî her tiştî, û karê lêkirin û çêkirinê dest pêbibe…

Ferhengoka sernivîsê
- arast (توجيه) – awerte(استثنائي ) – berge(مجال) – bazirganî(تجاري ) – çalak(نشاط ) – dahat(موارد ) – dorandin, ziyan(خسارة ) – dosan(محاسبة ) – dapeşîn( تغطية) – koşêş(جهد ) – kehlat(ذروة ) – malkane(ملكية ) – mebest(مبتغى, مقصد ) – nirxandin(تقييم ) – pêvajok(تطوّر ) – pûtane(شكلي ) – piroje(مشروع ) – rîdar(دستور ) – saman(ثروة ) – şalyar(وزير ) – taybetmendî(خصوصية ) – tene(حبوب ) – vîn(إرادة) weze(طاقة ) – xemxur(مهام ) – yekser(مباشرة ) – yasa(قانون ) – zarî(شدّة ) – zorgan(اغتصاب ).

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark