Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Başûrê biçûk û evîndariya zimanê Kurdî

 


Silêman Demir

Derwêşê Xalibê Derwêş, evîndarê zimanê kurdî ye. Wî jiyana xwe tev daye ziman û wêjeya kurdî. Wî û hevalên xwe, di van pênc salên dawî de, sênga xwe dan sextî û metirsan û bi derfetên hindik, 5800 kes fêrî xwendin û nivîsandina kurdî kirine.
Sala 2007 ez li Qamîşlo bûm mêvanê wan û min li wan guhdar kir. Ez him hêvîbilind û serbilind bûm, him jî hêsir ketin çavên min. Hin ji hevalên wî, di nav devê xizaniyeke kambax de bûn, nanê ku her rojê bixwarina tune bû, lê bi egîtî û dilxweşî dibeziyan karê mamostetiya fêrkirina kurdî.


Min hîna wî çaxî xwest ez çîroka fêrkirina wan a kurdî rabigihînim, min di nivîseke xwe de hinekî bahsa wan kir, lê min her carê dixwest ku ez bikaribim kurdan baştir bi wî karê wan ê ku egîtiyeke yekta bû bihisînim. Ew kar ma îro. Min xwe dîsa gihand wî û min jê xwest ku çîroka karê xwe û hevalên xwe ji me re binivîse.
Hevpeyvîn cara pêşî di malpera Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Swêdê de belav bûbû. Nuha jî bi rêya EuroKurd News ê dighêjînin tevayê xwendevanan.




-Gelo tu dikarî xwe bi xwendevanên me bidî naskirin...
Derwêşê Xalibê Derwêş: Berî her tiştî ez ji bo vê hevpeyvînê spasiya te dikim. Her wilo ji bo gotara te (Gera Li Welêt) spas dikim. Wê gotarê mamosteyên ziman xurt kirin. Di kovarên binxetiyan de 3 carî, belkî bêtir caran hat weşandin. Binxetiyan xwestine wisa spasiya te bikin: "Gotina me jî li ser ya te û te bi awa û zimanekî pir xweş nivîsiye".
Navê min Derwêşê Xalibê Derwêş e. Ez payîza 1945 li gundê Nicmok çê bûme. Gund li ser riya Qamişlo-Amûdê ye.
Dema ez sîpe bûn, min di riya zimanê kurdî re xwe nasî ku ez Kurd im. Meleyê mizgefta gund tunebû, lê dîwana Melayê Cizîrî tê de hebû. Yên xwenda dîwan dixwendin û yekî dengbêj hebû, wî jî ezber dikir û bi stranî digot. Dûv re xortekî ji gund helbestên Cegerxwîn bi dizî digotin. Paşê min helbestên Namî, Feqiyê Teyran, Mele Nûrî û hinên din bihîstin.
Di wê demê de dor 1962, min hewl da ku (helbestan) binivîsim. Min deftera xwe li mizgeftê vedişart, lê winda bû. Gundiyan deftera min dîtin û piştî ji Ewrûpa vegeriyam, ji min re anîn. Hîna jî ew defter li ba min e. Helbestek jê jî min di kovara Roj de belav kir.
Min xwendina xwe ya navîn û lîse li Qamişlo tewaw kir û despêka 1966 ez ji bo xwendinê çûm Parîsê. Min li wir Mîr Kamuran nas kir. Ez ji wî hînî alfebeya kurdî latînî bûm.
Piştî sal û nîvekê ez çûm Çekoslovakiya. Min xwendina xwe ya di warê endaziya computer de, li wir li bajarê Brno tewaw kir û di despêka 1977 ez vegeriyam Qamişlo.
- Te û hevalên xwe we dest bi karê fêrkirina kurdî kir. Gelo heta niha we çiqase kes fêrî kurdî kirine û xwestina xortan a di vê derbarê de çawa ye?
Xalibê Derwêş: Xulên fêrbûna zimên ji Beyrûtê, Qamişlo, heta bi Dêrikê bûn. Bi giştî hejmara bawernameyên (dîplomeyên) ku belav bûn, li dora 5800 bûn, ango 5800 kesan bawernameya fêrbûna kurdî (nivîsandin û xwendin) girtin. Zêdeyî 300 kesî ezmûnên serbestiyê derbas kirin, dor 70% bê mamoste, ji belavokan hînî zimên bûbûn. Dor 20 kesekî bûne projeyê nivîskarekî. 
- Ka ji me re çîroka vî karî bibêje. Gelo we çawa û kengî dest pê kir, xwestina xelkê çawa bû û zahmetiyên we çi bûn?
Xalibê Derwêş: Di 2003 de, ez berpirsê naverok, ziman û derhênana kovara Gulistan bûm. Ji desteya rêdaksyonê Salihê Heydo û Ferhadê Çelebî tên bîra min. Kovar ya partiya pêşverû bû. Ji 1968 dihat weşandin. Heta Cegerxwîn li Sûrî bû, wî Gulîstan derdixist,.
16/6/2003 min bangewaziyek gihand rêberên partiyên kurd û daxwaza komîteyeke zimên kir. Helwestê tevan pir baş bû. Piştî 3 hefteyan civîna pêşî ji bo damezrandina komîteyekê pêk hat. Roja 15/7/2003, li mala min, biryara avakirina komîtê hat dan û ez bûm serokê wê. Navê komîtê belav bû. Bi navê "Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî" rûnişt.
Armancên komîtê ev bûn: 
1 – Gereke armanca xebata komîtê ya serekî guhertina nerîn û helwesta gel a li hember zimanê wî yê zikmakî be. Heger gel xwe hînî zimanê xwe neke, tu hêz nînin ku bikaribin ewqas xul û kurs amade bikin. Ev sedem e, ku peyva (fêrbûn)ê û ne (fêrkirin)ê di navê komîtê de ye. Heger xulên ziman bibin wek pêlê; fireh bibin, mirov dê digihije ve armancê. Divê çend xul ji xulekê vekevin.
2 - Pêwist e, belavokek her meh bigihêje şagirtan û bi zimanekî hesan be, da ku şagirt ji hînbûna ziman netirse û zû di xwendinê de serbest bibe û tiştê hîn bûye careke din ji bîr neke. Ji bo vê armancê, hejimara (0) ya belavoka Ziman di adara 2004 de derçû.
3 – Ji bo xelk guh bide kesekî, an ramanekê, pêwist e ku bersivên van hersê pirsan jê re zelal bin û bipejirîne. Pirs jî ev in: (yê dibêje kî ye?, yê dibêje çi dike? û çi dibêje?). 
Buyerên 12 adara 2004, em heta dawiya zivistana 2005 rawestandin. Minxabin dor sibata 2005 komîtê nemabû, min komîte dîsa ava kir. 
- Piştgiriya gel û xwestina xelkê çawa bû?
Xalibê Derwêş: Piştgiriya gel pir xurt bû, di sê mehan de nêzî 400 kesî navê xwe dan û diyar kirin ku dixwazin bibin mamoste. Her mamosteyekî ji bilî xulên seretayî, çend kes dikirin mamoste. Wê rewşê hêvî pir xurt dikir.
Dor 7 grupên rewşenbîrî ji bo mamosteyan hebûn. Tîmekî werzişî ji bo fûtbolê bi navê (ZIMAN) ava bû û hejmara endamên tîmê, 50 kes derbas kir. Aheng, şahî, semînar pir bûn.
Dengbêjên navdar bûn mamoste. Grupên şano, koma folklorî û tîmên werzişî xwestin di bin navê komîtê de karê xwe bikin.
- Qonaxên hînbûnê
Xalibê Derwêş: Di dilê min de sê qonax hebûn, her qonaxek çend pêpel bûn.
Qonaxên hînbûnê ev bûn: 
1- Kurmancî li gorî Celadet,
2- Wêje û şêwezarên kurdî,
3- Pisporî di warekî de.
1 - Kurmancî sê pêpel bûn:
a - sertayî, 
b - serbestî I û II,  
c- rênivîs û bingehên rêziman.
Şagirtên pêşî, bûn mamosteyên rêziman; di xulên wan de nivîskarên xwedî pirtûk hebûn.
-  Gelo tu dikarî bahsa karên xwe yên edebî jî ji me re bikî?
Xalibê Derwêş: Hîna ji 1962-3 de hin hewldanên min hebûn. Cara din 1975, gava xwendina min rawestiya, min manifesta partiya komunîst wergerand kurdî û min destnivîsa wê, ji bo çapê da mirovekî. Ji bilî wê Şêx Senan min tîpên wê guhestibûn Latînî. Piştî vegera min a Sûrî careke din ez bi dû destnivîs û pirtûkên xwe de çûm, lê mixabin destnivîs xuya nekirin.
1975 heta 1995 min dixwend, peyv didan hev û pirtûk û çîrok werdigerandin. Ez pir li ser felsefeya Xanî û pirsên pê ve girêdayî sekinîm. Lê min tiştek neweşand.
Sala 1995, Konê Reş, Rezo Osê û hevalên xwe xwestin ez têkevim komîta bîranîna 300 saliya Xanî li Sûrî. Ez pir pê dilşad bûm.
Di wê salê de dîsa min xwe naçar dît û dor 100 rûpelî li ser 36 malikên pêşî yên (Mem û Zîn)a Xanî nivîsî, mîna rexne yan serastkirina pirtukekê bû. Hinan ev nivîs dît.
Min xwest ez bîranînên Nûredîn Zaza bikim Erebî, lê ji aliyê mala Zaza ve, destura wergerandinê bi destê min neket.
Karê dawî pirtûka (alfebeya Celadet û pîvana pêwistiya tîpan.) bû.
Armanca vê pirtûkê ew bû ku mirovê kurd bi taybetî şagirt ji alfebeya Celadet piştrast bin. Gotina ku ”alfebeya Celadet kêm e” kurdê sade ji hînbûna kurdî çavtirsandî dike. Ji xwe re dibêje; "Heger alfebe têra derbirîna durist nake, ez ê çima xwe fêr bikim?!."
Her weha di warê ziman de destnivîsên min hene: fêrbûna alfebê û serbestiya xwendinê, pirtûka mamosteyên alfebeya kurdî, rêzimana kurdî bi hin têbînî ji şêwezarên din, wergerandin û ferheng.
Felsefa xanî, Sofitî, wegerandina çîrokên kin, wek numûne ên Oscar Wilde û Pûşkîn ji Înglîzî, helbest û çîrok in.
Di kompyûter de, bi keyboarda tirkî, (î) ya kurdî nîne, ji ber wê yekê, ji bo keyboarda kurdî, min programa pêşî ya dinyayê çêkir; ev di despêka windows-95 de bû.
Niha min destûra weşana (fêrbûna alfabe û serbestiya xwendina kurdî) wergirt. Ev weşaneke bi kêrî kurdên sûrî tê. Destnivîseke kurdistanî jî amade ye. Pirtûk li gorî taybetmendiyên zimanê kurdî ava bûye, bi milyonên peyvan min dan ber heljimarê. Ev cara pêşî ye ku fêrbûna alfebeyeke kurdî li ser vî bingehî hatiye avakirin.
Min di ber van xebatan re rêberiya du kovaran dikir. Di hejmarên pêşî de min bi 5-6 navan dinivîsî, ta ku cihên xwe bigirtina. Lê ji 2003 pê ve hemû karên min ji bo komîta fêrkirina zimên bûn.
-Her wilo te pirtûkek di derbarê alfabeya kurdî de nivîsî, gelo tu dikarî hinekî bahsa wê bikî?
Xalibê Derwêş: Pirtûk sê beş in:
Yek: li ser yekgirtina zimanê kurdî ye.
Dido: teqezkirina ku alfebeya Mîr Celadet têra Kurdî dike, ew jî bi çend şêweyan.
Sisê: ji xala didoyan diyar nabe alfebeya Celadet çiqasî baş e. Ji ber ku çendayetiya başiya alfebeyê, nediyar dimîne. Min hejimarek ji 20 milyon tîpan çê kir û li gorî bîrdoziya ragehandinê (Theory of informations) pîva. Derket ku alfebeya kurdî baş e, tîpên wê zêde ne jî (li başûrî kurdistanê tîpa –i- nîne). Ev diyar dike tevaya alfebeyê çiqasî zêde ye. Lê kîjan tîp bi xwe zêde ye, diyar nabe. Pirs li ser tîpekê çê dibin. Aya ev tîpa han gerek e, têkeve alfebeyê an na ?.
Min metodek ji (Theory of informations) darişt ku rola tîpekê di ziman de diyar dike. Bi vî rengî: "heger tîpek hember dengekî tunebe, çi ziyan digihêje têgihiştina zimanê nivîskî ?". Ango ev metod diyar dike; çiqasî tîpek (nunerê dengekî) ji zimanê nivîskî re pêwist e.
Di soranî de tîpên (ll) û (rr) hene, min deqên soranî bi qasî 500 hezar tîp dan hev û min ev metod li ser wan dengan xebitand.. û diyar bû ku em van herdu tîpan nenivîsin jî ziyan nagihêje têgehiştina me ya ji deq re. Encam jî ew e, ku ev herdu tîp zêde ne.
Ev metoda min ji her miletekî re alîkar e, ku bizanibe rola tîpekê di zimanê wî de çiqas e.
EuroKurd News – eurokurd@comhem.se

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark